Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e

img

STENBOL - Li Stenbolê welatiyan diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin bertek nîşanî polîtîkayên desthlata AKP'ê yên şer û aboriyê dan. 

Polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê krîza aborî ya li welêt kûrtir dikin û ev yek bi xwe re xizaniyê zêdetir dike. Ji ber zêdebûna enflasyonê, hêza kirînê kêm dibe û ji bo welatiyên ku mûçeya herî kêm digirin, debar zehmetir dibe. Mûçeya herî kêm herî dawî (17 hezar û 2 lîre) di 3 mehan de 28 dolar kêm bû. Ji bajarên herî zêde bandorê ji krîzê digirin yek jê jî Stnebol e. 
 
'LI VAN DERAN EXLAQ TUNE YE'
 
Li navçeya Kadikoya Stenbolê welatiyê bi navê Îzzet Yilmaz (73) diyar kir ku ew teqawid bûye lê mûçeya wî têra wî nake. Yilmaz bal kişand ser bihabûna erzaq û got: "Kîloya goşt 500 TL, penêr 400 TL, nan 10 TL ye. Tirkiye ji aliyê kesên gelekî bêexlaq ve tê birêvebirin. Tu exlaqê wan tune ye. Bila rojekê werin di asta teqawîtbûyîn de bijîn. Wê demê belkî bên ser hişê xwe."
 
BERTEK NÎŞANÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER DA
 
Yilmaz diyar kir ku hikûmet her tim budçeya xwe ji bo şer xerc dike û diyar kir ku divê dewlet li aliyê hiqûq û edaletê be. Yilmaz işaret bi neçareserkirina pirsgirêka kurd kir û got: "Ev şer 40 sal in dewam dike. Ev zarok zarokên vî welatî ne, zarokên we ne. Divê em bi aqil nêzî vê bibin. Çareserî pêkan e, hêsan e, ne zehmet e. Damezrînerên vî welatî, vê komarê li ser yekparêziyê ava kirin. Kurd, elewî tune hesibandin. 100 sal in em di vê rewşê de ne."
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
 
Ji welatiyan Sevda Kûrnaz jî diyar kir ku ew bi tena serê xwe dijî lê dîsa jî nikare debara xwe bike. Kûrnazê diyar kir ku ew di dayîna fatûreyêngaza xwezayî, av û ceyranê de zehmetiyan dikşînin û got: "Li hemberî krîza heyî em êdî nikarin xwe têr bikin. Berpirsiyarê vê desthilat eku 22 sal in welat bi rê ve dibe. Em jin ne di xema desthilatê de ne. Li vî welatî qismek dewlemend dibe. Em jî jiyaneke însanî dixwazin."
 
MÛÇEYA HERÎ KÊM TÊR NAKE
 
Karkerê înşaetê Şahîn Çelenk anî ziman ku mûçeya ku distîne têra wî nake. Çelenk diyar kir ku xwestiye ji bo xwe siberojekê ava bike lê ji ber krîza aborî nikare vê bike û wiha got: "Tu fêdeya dewletê li min tune ye. Min tim bac da vê dewletê, ji bo vê dewletê xizmet kir, lê min beranberiya wê nestand. Bi salan e ez dixebitim, lê rawestiyam. Niha jî rojane dixebitim. Ciwan êdî bixebitin jî fêde nake."
 
‘BERPIRSÊ KRÎZÊ DESTHILAT E'
 
Mehmet Bûdak anî ziman ku ew nikarin debara xwe bikin û got ku berpirsê vê krîza aborî desthilata heyî ye. Bûdak destnîşan kir ku guherîn bi şandina rêveberiya heyî re pêkane e û got: "Di vî warî de divê mirov serwext bibin. Yan na dê hêvî nemîne. Erdnîgariya me erdnîgariya aştiyê ye. Mirovên li vê erdnîgariyê divê behsa şer nekin."
 

Sernavên din

04/04/2024
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê