Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê

  • rojane
  • 09:01 1 Nîsan 2024
  • |

RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan axivî. Ocalan, diyar kir ku mala Abdullah Ocalan mala gelê kurd e û ev wiha got: "Werin em di 4'ê Nîsanê de li dijî tecrîda girankirî bertekên xwe mezin bikin." 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di bin şert û mercên dijwar a tecrîdeke girankirî de tê girtin. Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû, dikeve 75 saliya xwe. Bi mebesta 75 saliya Abdullah Ocalan wekî her salê îsal jî gelê kurd û hezkiriyên Abdullah Ocalan bi pîrozbahî û berteka li dijî tecrîdêe wê vê rojê dakevin qadan û bi bernameyên cur bi cur vê rojê pîroz bikin. Li gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan li wir ji dayik bûye, her sal dibe ziyaretgeha gelê kurd ku ji bajarên Kurdistanê diherikin wir û pîrozbahiyê li dar dixin. 
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku em li gundê Amarayê pê re axivîn destnîşan kir ku mala Abdullah Ocalan mala hemû kurdan e û bang li gel kir ku wê rojê werin Amarayê û li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan berteka xwe mezin bikin.  
 
'LÊGERÎNEKE WÎ HEBÛ'
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku zarokîtiya wî û ya Abdullah Ocalan bi hev re derbas bûye û wiha qala bîranînên xwe kir: "Malbata me malbateke gundî bû. Ne axa ne jî beg bû. Bi keda xwe debara xwe dikir. Jiyana me ya zarokîtiyê jî gundewar bû. Serok di zarokatiya xwe de jî cuda bû. Her tim lêgerîna xwe hebû. Lêgerîna wî jî xwenaskirin bû. Li gundê Cibînê ku nêzî gundê me ye, dest bi dibistanê kir. Dema ji dibistanê dihat malê jî nedisekinî. Pir kêfa wî ji kewan re dihat. Dida pey kewan. Her wiha ji bax û bostanan jî pir hez dikir. Her tim diçû digeriya. Ez û Serok nedisekinîn. Dema em bi dê û bavê xwe re diçûn nav zeviyê min û Serok dida pey hev û em bi çolê diketin. Her du xwişkên me jî, didan pêy me ku me bînin malê û tiştek neyê serê me. Zarokîtiya me bi vî rengî derbas dibû. Serok pir jî maran aciz bû. Li ku marek bidîta dikuşt. Rojekê em çûbûn palehiyê, em di nav genim de bûn. Marekî xwe berda nav qunçiyê. Serok em kom kirin ku em wî marî bikujin."
 
'HER TIM PIRTÛK DIXWENDIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan her tim bi pirtûkan re mijûl bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema Serok dest bi dibistanê kir êdî bi pirtûkan re mijul dibû her tim. Zarokên gund wê demê dihatin cem wî ku fer bibin.  Yanî jê re sekin tune bû, hertim bi tiştekî mijûl dibû. Her wiha bi zarokan re jî top û lîstikên din dilîst. Ji xwe re di bostan de çandinî dikir. Yanî çi bikira ew tişt bi serkêftî dikir. Zarokatiya me jî bi vî rengî derbas bû. Heta dibistana navîn em bi hev re bûn. Piştre jî çû lîseyê, Endezyariya Tapoyê li Enqerê bixwîne. Piştî ku çû Enqereyê jî havînî dihat gund. Dema dihat gund jî her tim diçû nava rez û li wir tirî dixwar û pirtûk dixwandin. Her tim bi pirtûkan re mijûl bû. Piştî Endezyariya Tapo Qadastroyê qedand li Amedê dest bi memûrtiyê kir. Dema li Amedê bû bavê min jî rojekê çûbû serdanê. Bavê min paşê ji me re qal kir got dema em li wir bûn ji me re kelekek anî ku em bixwin, ji ber ku diranên min diêşin min kelek ji serê jê dikir û bi wî awayî dixwar. Lê wî keleka ku min serê wê jê dikir radihişt wê û cihê ku min nîvco hiştiyê dixwar. Yanî bi wî rengî bû. Pir nirx dida kedê. Tu car qebûl nedikir ku tiştek berhewa biçe."
 
'LI ENQEREYÊ KET GIRTÎGEHÊ'
 
Ocalan bi lêv kir ku fikir û amanên siyasetê yên Abdullah Ocalan li Enqereyê dest pê kiriye û wiha got: "Dema çû Enqereyê zanîngehê ez jî çûm Enqereyê lêşkeriyê. Sê çar caran hat serdana min. Di serdana dawiyê de ji min re got, 'Min û 3 hevalan zanîngehê bir boykotê. Ji ber wê jî îhtîmal heye ez bêm girtin.' Sedem jî qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî bûn. Piştî wê hevdîtinê hefteyek derbas nebû hat girtin. Di Girtîgeha Mamakê de bû, ji min re nameyek şand got were serdana min. Ez çûm girtîgehê serdanê, lê nehiştin ez biçim serdanê. Gotin tu leşker î, ji ber wê tu nikarî biçî serdana girtiyên siyasî. Min got ew birayê min e. Lê dîsa jî nehiştin. Ez jî derxistim dadgehê û cezayê dîsîplînê dan min. 10 rojan ez jî xistim girtîgeha leşkeriyê û piştî 10 rojan ez berdam. Cardin name şand got tu çima nehatiyî serdanê. Min jî jê re rewş vegot. Wî jî got, 'Dewlet rêzê li qanûnên xwe nagire, rastiyê nabêjin, tiştekî wisa tune ye.' Piştî ku min leşkerî qedand li Enqereyê ez çûm cem wî. Ew jî nû ji zindanê derketibû."
 
Ocalan da zanîn ku beriya birayê wî Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re tevgerekê ava bike wî cara dawî birayê xwe li Dîlokê dîtiye û ev tişt gotin: "Beriya tevger bê avakirin min û Serok li Dîlokê hev du dît. Em li wir li cihekî rûniştin. Hevdîtina me ya dawî ya li derve ev bû, piştî wê rojê me êdî hev du li Girtîgeha Îmraliyê dît."
 
'HEWŞA SEROK HEWŞA GELÊ KURD E'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bi bîr xist ku ji ber tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan bang li gel kir ku bên gundê Amarayê û li dijî tecrîde dengê xwe bilind bikin. Ocalan wiha bang li gel kir: "4'ê Nîsanê ji gelê kurd re rojeke mezin e. Rojeke ku hebûna kurdan e. Berê vê pergala dewletê zimanê me tune kiribû. Me bi tirkî nedizanî bû, lê me nedikarî bêje ku em kurd in. Fikir û ramana Serok û hevalên wî em ji asta tunebûnê anîn asta hebûnê. Pergala dewletê zimanê me yê qedîm li ber çavên me reş kiribû. Ji ber wê divê em girîngî û wateya 4'ê Nîsanê li ser vê rastiyê bibînin. Em şiyar kirin. Banga min ji gel re ev e ku em 4'ê Nîsanê bi girseyî pîroz bikin. Dewlet dixwaze Serok bide jibîrkirin. Li dijî vê yekê divê gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn xwedî li Serok derkevin. Dîtina Serok jî bi mezinkirina berteka li dijî tecrîdê vê pêkan e. Heke em vê yekê nekin em hemû wê winda bikin. Berteka li dijî tecrîdê mafekî demokratîk e. Wan winda kir, divê em jî lêbigerin û bibînin. Ev der hewşa Serok e. Hewşa Serok jî hewşa gelê kurd e. Em bang li hemû kesî dikin ku di 4'ê Nîsanê de werin li vir û em bi hev re li dijî vê tecrîdê berteka xwe mezin bikin." 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

02/04/2024
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e