Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ciwanan heta kal û pîran, ji saetên serê sibehê ve li Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim û Êlihê gel diherike ser sindoqan. 
 
Karûbarê dengdayînê yê li bajarên bakurê Kurdistanê serê sibehê saet di 07.00’ê dest pê kir. Bi destpêkirina dema dengdayînê re herikîna gel a ber bi dibistanan ve jî dest pê kir. Li bajarên ku ev du serdemin ji hêla qeyûman vê tên hilbijartin, gel careke din vîna xwe nîşan dide. Li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê dengdayîn dê saet di 07.00’ê de bi dawî bibe. 
 
AMED 
 
Li dibistanên Bajarê Nû yên Amedê tevlibûneke xurt a gel hebû. Bi taybet jî hilbijêrên temenmezin tevî zarokên xwe hatin û dengê xwe dan. Dayikeke ku bi alîkariya keça xwe ser derenceyên dibistanê bi sre diket, her çend di meşê de zehmetî kişandibin jî çû ser sindoqê. Du welatiyên kal ên li Dibistana Amadehî ya Fatîhê ya navçeya Bajarê Nû hatin dibistanê, alîkariya hev kirin û hatin cihê dengdayînê. Piştevaniya welatiyên ku heta polê bi destên hev girtin, bal kişand. 
 
Li navçeyên Rezan, Sûr, Gêl û Pasurê jî gel li dijî hilbijêrên veguhestî, eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê da. Ji kal û pîran heta ciwanan, her kes diçe ser sidoqan. 
 
ÊLIH 
 
Ciwan, jin, kal û pîr û astengdar jî di nav de li Êlihê bi hezaran welatiyan ji saetên zû yên serê sibehê ve ji bo dengdayînê berê xwe dan dibistanan. Namzeta DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk dengê xwe da û banga parastina sindoqan kir. Sonuk ku dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya li Taxa Cumhriyetê da, got ku gelê kurd dê di hilbijartinê de bi ser keve û bi rêjeyeke bilind a deng re qeyûman bişîne. Her wiha welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin dibistanan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan. 
 
Li Taxa Pazaryeriyê dayikeke 98 salî jî çû ser sindoqê. Hilbijêrên kal û pîr nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku dengê li xwe Amedê da, dibistan bi dibistan geriya û têkildarî ewlehiyê agahî girt. Karûbarê dengdayînê didome. 
 
DÊRSIM 
 
Li Dêrsimê jî tevlibûneke zêde ya hilbijartinê heye. Welatî ji saet 07.00’ê ve berê xwe dan dibistanan. Li bajêr 69 hezar hilbijêr hene û dê dengên xwe li ser 516 sindoqan bidin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Bajar Ayten Kordu dengê xwe da û got: “Bila ji bo xizmeteke wekhev û azad xelkê Dêrsimê bi ser keve.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî çûn ser dana dibistanan. 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê li avahiya DEM Partiyê hat danîn û ji bo ewlehiya hilbijartinê li her devera bajar xebat tên meşandin. 
 
SÊRT 
 
Li navenda Sêrtê jî li taxên ku piraniya şêniyên wê DEM Partiyî ne, bi peyama “Em ê qeyûman bişînin” çûn ser sindoqan.  Yên ku nikarin biçin dibistanan û nikarin bên jî bi alîkariya malbatên xwe li dibistanan tên veguhestin. Jineke 120 salî jî di hembêza kurê xwe da hate dibistanê. Dayikê nîşaneya serkeftinê kir û bi keyfxweşiyeke mezin dengê xwe da. Welatiyên ku li ser gopal û kursiyên biteker hatin dibistanan jî ji bo xwedîderketina li îradeya xwe tu astengî nas nekirin. 
 
Di heman demê de welatiyên ku nekarîn zarokên xwe li malê bihêlin û tevî zarokên xwe hatin jî rê li ber dîmenên rengîn vekirin. 
 
ÇEWLIG
 
Li Çewligê welatî ji saetên zû yên serê sibehê ve çûn ser sindoqan. Li navçeyên Kanîreş û Dêra Hênê jî eleqeyeke zêde ya gel ji bo hilbijartinê hebû. 
 

Sernavên din

31/03/2024
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir