Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e

RIHA - Newroza Rihayê bi coşeke mezin û tevlibûna bi hezaran kesan didome. Di peyamên pîrozbahiyê de hat gotin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. 

 
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan berdewam dike. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.  Bi deh hezaran kesên ku qad tije kirin bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û dengê wan li qadê olan da. 
 
Zarokên ku tevî malbatên xwe bi cil û bergên kurdî tev li Newrozê bûn, rengekî cuda dan pîrozbahiya Newrozê. Girseyê govend gerand û coşeke mezin di Newrozê de heye.   
 
‘NEWROZ SEMBOLA BERXWEDANÊ YE
 
Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  Piştre jî Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş axivî. Taş, girsê silav kir û bi lêv kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye lê di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Piştrê jî Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer li ser dikê girse silav kirin û Newroza pîroz kirin. 
 
‘SEDSALA NÛ DÊ BIBE SEDSALA JINÊN BERXWEDÊR’
 
Piştre jî li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata axivî. Ayata, ji ewil girse silav kir û Newroz li gel pîroz kir. Ayata, Ayata anî ziman ku Riha bajarê qedîm ê Kurdistanê ye û wiha got: "Di serî de jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, jin di nava têkoşîneke mezin de ne. Li vir Emîne Şenyar jî berxwedaneke mezin da. Em li vir cejna wê jî pîroz dikin. Jinên kurd li cîhanê bi bîrdoziya xwe bûn pêşeng û mînak. Ev bîrdozî wê tecrîda Îmraliyê jî bişkîne. Herî zêde Newroza jinên kurd ên di girtîgehan de pîroz be. Em ê van qeyûyman bişînin û bi pergala hevserokiyê bajarên xwe birêve bibin. Sedsala nû dê bibe sedsala jinên berxweder.” 
 
PANKARTA ‘DÊ DAWÎ BÊHEMPA BE’ HAT VEKIRIN
 
Piştî axaftina Ayatayê, stranbêj Emrah Yazar derket ser dikê. Girseyê li ber stranên Yazar xelekên govendê gerandin û coşa Newrozê derket lûtkeyê. Ciwanên ku derketin ser stûnan, pankartên “Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be” û “Heke azadî hesan bûya Zekiyeyê xwe nedişewitand” vekirin. 
 
‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Newroz li heps û zindanan pîroz be. Newroza rêzdar Ocalan pîroz be, pîroz be. Gelê Rihayê li vir e. Di rêya rast de dimeşin. Ruhê Seyîd Riza, Şêx Seîd û Qazî Mihemed şad be. Li çar aliyên Kurdistanê şer heye. Rêya Îmraliyê vekin bila rêzdar Ocalan biaxive û çareserî pêk were. Gel dixwazê rêya aştiyê veke. Ev gel birçiyê aştiyê ye. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê bi awayekî azad û biratî bijîn. Ji bo wê jî muxatap li Îmraliyê ye. Muxataba birêz Ocalan e.”
 
NAMEYA OCALAN HAT XWENDIN
 
Ocalan, piştrê jî nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend. Di vê navberê de girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe"  axaftina Ocalan qut kir. 
 
ONDER Û BAYDEMÎR PEYAM ŞANDIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi dimên peyamek şande û wiha got: “Ji ber pirsgrêkên tenduristiyê min nekarî tev li bibim û pîrozbahiya Newrozê bi xelkê Rihayê re pîroz bikim. Ev Newroz bila bibe Newroza dawî ya hesreta azadî û aştiyê. Newroz Pîroz be.”
 
Her wiha siyasetemderê kurd Osman Baydemîr jî bi dimên ev peyam şand: "Ez bi hevî me ew Newroz wê bibe bingeha mizgîniyeke mezin. Hemû Rojhilata Navîn bi êş e. Lê hûn bi xwe bingeha mirovahiyeyê ne. Ji Sewrêgê heta Pirsûs û Haranê û Hilwanê. Hûn îro mizgîniyeke mezin didin. Newroza Rihayê pîroz be."
 
NAMZETAN GEL SILAV KIR
 
Piştrê jî navê namzetên hevşeredariyê yên navend û navçeyên Rihayê hatin xwendin û li ser dikê hatin vexwendin. Namzetan gel silav kir. Namzeta Hevşeredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer Newroza gel pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Riha li vir e. Di 31'ê Adarê de jî gelê li Rihayê wê weke îro xwedî sindoqan derkevin û wê bêjin bajarê xwe em ê birêve bibin.”  Namzetê Hevşeredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî gel silav kir û bi kurdî, tirkî û erebî Newroza gel pîroz kir. Erkmen, bi lêv kir ku li dijî Nemrûdan, Îbrahîm û Kawa dertên û got ku Newroz pisûlaya xilasiya gelê kurd e. Erkmen bal kişand ser girevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em piştgiriya girevên birçîbûnê dikin. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin da ku aştî were vî welatî.”
 

Sernavên din

23/03/2024
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin