Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin

img
AMED- Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Di resepsîyonê de hat destnîşankirin ku ji bo bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd divê guh li dengê civakê bê kirin. 
 
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê li Sûr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Gelek nûnerên saziyan û partiyên siyasî û pêkhateyên paltformê beşdarî resepsîyonê bûn. Daxuyanî bi zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî hat dayîn. Ya kurmancî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, ya kirmanckî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û ya tirkî jî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: "Newroz a ku mizgîniya hatina biharê dide, di heman demê de roja Kawayê Hesinkar ku li dijî zilma Dehaqê zalim serî hilda û bi agirê ku pêxistî mizgîniya azadiyê da gelê Mezopotamyayê ye. Kurd li ku dibin bila bibin, 21ê Adarê (wek di dema Kawayê Hesinker) de wê rojê bi kelecan pêşwazî dikin û bi coşeke mezin pîroz dikin. Lê belê weke salên dawî em vê Newrozê jî di nava şert û mercên ku li deverên cuda yên cîhanê, bi taybet li herêma ku em lê dijîn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û zext û zilma li ser gelên bindest di asta hovane de didome de, derbas dikin.
 
Kurd her Newrozê weke destpêka serdemeke nû dibînin û hêviyên mezin li hatina wê dixin. Newroz li Kurdistanê bi salan bi qedexe,  xwîn û hêstiran hate bibîranîn. Tevî wan pêvajoyên dijwar û bi êş jî, Newroza sala 2013’an di warê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di nava gelên welêt de hêviyek mezin çêkir. Pêvajoya ku  bi ruhê Newrozê dest pê kir, berovajî hêviyên civakî, têk çû û li gelek bajaran; bi taybet jî niha qada ku em lê ne di Sûrê de, pêvajoyeke nû û dijwartir a pevçûnê derket. Li welêt dîsa behsa mirin, xwîn, hêsir, wêranî û koçberiya bi darê zorê hate kirin.
 
Tevî van hemû tiştên ku em dijîn jî divê em ji şer, pevçûn û tundiyê re bêjin NA û di aştiyê de israr bikin. Piştî hemû êşên ku hatiye sere me tenê tişta ku divê em li ser biaxivin AŞTÎ be. Berî demekê bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û karsazî yên ku herî dawî li Amedê hatin ba hev, careke din bi awayeke xurt behsa aştî û çareseriyê kirin û xistin rojeva xwe. Li vir ji bo pêkhatina îradeyeke nû ya çareseriyê bang li her kesî hat kirin û bi raya giştî re hat parvekirin ku di dema pêş de ji bo vê yekê ew ê gav a însiyatîfa bên avêtin. Bi boneya Newrozê em careke din tekez dikin ku nakokî û tundî ne çareserî ye û divê dengê ku ji civakê bilind dibe ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd were guhdarîkirin.
 
Li vê qada dîrokî, weke berê îro jî bi hemû alî û rengên xwe, bi hêstên ku Hêviya Newroz me digihîne hev, em bi hev re ne. Em ê ti carî dest ji parastin û domandina vê hevkariya watedar û binirx bernedin. Bi vê munasebetê em cejna Newrozê li hemû gelê Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejna xweş hembêz û pîroz dikin, pîroz dikin.
 
Newroz Azadî ye, Newroz Biratî ye, Newroz Hêvî ye, Newroz Aşitî ye.
 
Newroz pîroz be..."
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin