Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan

img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Newroza Akdenîzê de ku bi hezaran kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan, ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir. 
 
Gelê Mêrsînê ji bo Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîroz bikin, di saetên serê sibê de herikîn Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê. Di pîrozbahiya ku ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn de balkêş bû ku tevlibûna jinan û ciwanan zêde bû. 
 
LI QADÊ DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ BILIND BÛ
 
Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Piştî ku welatî di 2 noxteyên cuda re derbas bûn, dest bi wergirtina wan a qadê hate kirin. Coşa Newrozê bi govenda hate gerandin re zêde bû, ciwanan li gel dahol û zirneyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin û Newroz pîroz kirin. Jin jî bi kiras û fîstanên xwe tev li bûn. Ji qada ku pankartên “Niha dema azadiyê ye” û “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin daliqandin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. 
 
DAYIKAN ÇALAKIYA XWE VEGUHEST QADA NEWROZÊ 
 
Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin, çalakiya xwe veguhestin qada Newrozê. Di dirûşmeyên hatin berzkirin de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hate daxwazkirin. 
 
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, agirê Newrozê hate vêxistin. 
Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, berhevokeke ji peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan pêk tê xwendin. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Pişt re aktîvîsta TJA’yê Çîgdem Goksoy, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, Dayika Aştiyê Emîne Eren, Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê Bedriye Kûş û Reşat Aşan, Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz Newroza gel pîroz kirin û axaftinên kurt kirin. 
 
‘DEM DEMA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî Newroza gel pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo azadiya girtiyên siyasî li qadan e. Demîr, anî ziman ku bi milyonan kesên qadên Newrozê dagirtine xwedî li vîna xwe derdikevin û qada Newrozê nîşan da û got: “Gel li vir e li qada Newrozê ye.”
 
Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha domand: “Dem dema rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk e. Dem dema azadiya Abdullah Ocalan a bi awayekî fizîkî ye. Dem dema azadiyê ye.”
 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun ûçar jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir. Ûçar a bi lêv kir ku çareseriyeke desthilata AKP’ê û MHP’ê ya têkildarî pirsgirêka kurd nîne, wiha got: “Erdogan di her gotina xwe de qala yekitiya miletî dike. Gelê kurd înkar dike. Çand, ziman û nasnameya kurd qebûl nakin. Hemû destkeftiyên wan hedef digirin. Lê heke hûn ji wî bipirsin li Tirkiyeyê û Kurdistanê her tişt di rê de ye. Li Kurdistanê şaredarek dibêje ku; ‘heke îro zimanê kurdî were axaftin, nasnameya kurd hebe ev saya AKP’ê ye’. Ji xwedê jî natirsin ev. Kesên ku îro xwedî li nasnameya kurd derdikevin, xwedî li zimanê kurdî derdikevin gelê kurd ê bedel dayî ye. Keda gelê kurd û gelên Tirkiyeyê yên îro qad dagirtine û ji demokrasiyê re bûne hêvî qet vala neçû. Dê ji niha û şunde jî vala neçe û rêya me ronî bike.”
 
‘EM DEM’Ê TÎNIN AKDENÎZÊ’ 
 
Ûçar, qala şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin kir û wiha got ku qeyûm, dizî, rant, derew û înkarkirine û destnîşan kir ku dê di hilbijartinên herêmî de bersiva pêwîst bidin. Ûçar, îşaret bi Şaredariya Akdenîzê kir û wiha domand: “Em ê Akdenîzê bi hev re bigirin. Em ê biharê û DEM’ê bînin Akdenîzê.”
 
Ûçar, diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji Îmraliyê re derbas dibe û ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi derketina ser dikê ya hunermend Erdogan Emîr û Sîmyager bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin