Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke

img
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Êlihê bangî bi deh hezaran kesan kir û wiha got: “Dê Êlih tu caran hafizeya xwe ji bîr neke. Dê hem di tifaqa MHP û JÎTEM’ê de cih bigirin hem jî dê li vir bibêjin ‘em kurd in.’ Gelê me bi van gotinan naxape.” 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye"tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan didome. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di pîrozbahiyê de bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: “Ricaya min a ji hemû hevalên li vê derê ne ew e ku mal bi malbat bigerin. Divê em fikriyat û bernameya partiya xwe bigihînin kesên hêj me xwe negihandinê.” Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Newroz serkeftina gelan e. Em jî agirê Newrozê bi tevlibûna sedhezaran vêdixin.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi bîranîna Mehmet Sîncar, Cengîz Altûn, Seyfettîn Tepe, Edîp Solmaz û Salih Ozdemîr dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, bal kişand ser coşa Newroza Stenbolê û wiha got: “Heman daxwaz û dirûşmên îro hûn li vir berz dikin re li wir jî hatin kirin. Li Stenbolê milyonek kesan gotin; ‘tecrîdê bi dawî bikin.’ Bi sed hezaran kesên li Stenbolê hatin gel hev xwestin pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgoyê û muzakereyan were çareserkirin. Li qada Newrozê gotin; ‘muxatabê meseleya kurd Îmrali ye.’”
 
'ÊLIH DÊ HAFIZEYA XWE JI BÎR NEKE’
 
Bi domdarî Bakirhan peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandî bi bîr xist û wiha got: “Ew deklarasyon, hevnasîna Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re bû. Ew deklarasyon deklarasyona pêkvejiyana kurdan û gelên din a bi ziman û nasnameyên xwe bû. Em careke din dibêjin ku muxatabê pirsgirêka kurd Îmrali ye û em li gel deklarassyona aştî û çareseriyê ya sala 2013’an e.  
 
Hinek kesên ku li vê derê dibêjin ‘em kurd in’, li Enqereyê bi guran re li ser heman sifreyê rûdinin. Li vir dibêjin ‘em kurd in’ lê li Enqereyê bi tifaqa guran re, bi tifaqa JÎTEM’Ê re ne. Her wiha li ber pêşeroja we û partiya ku ji bo nasnameya we têdikoşe xefikan didane. Em ji kesên hewl didin paşeroja me bi me bidin jibîrkirin re dibêjin; Êlih hafize ye, heqîqet e. Êlih dê tu caran lê tu caran vê hafizeyê ji bîr neke. Hem dê di heman tifaqa MHP û JÎTEM’ê de cih bigirin, hem bi kesên dema li meclisê em du peyvên bi kurdî diaxivin dengê me qut dikin re tevbiterin hem jî dê li vir hewl bidin xwe ‘şirîn’ nîşanî gelê kurd bidin. Lê gelê Êlihê bi van naxape. Ez Êlihê baş nas dikim, bawer bikin ku li ser dîwarên gelek malbatên me yên niha li vê qadê ne wêneyên xwişk-birayên wan ên di salên 90’î de ji hêla kontrayan ve hatine qetilkirin hene. Vaye Êlih ew wêne ye. Yên ku bûne sedem ku ew wêne bi wan dîwaran ve bên daliqandin, dê di 31’ê Adarê de ji gelê Êlihê bersiveke baş bigirin. 
 
GELÊ KURD AZAD NÎNE
 
Welêt nebaş birêve dibin û serokkomarê welêt tiştên sosret dibêje ku em heyîrî dimînin. Dibêje ‘em bi hemda dilê xwe azadiyê dijîn.’ Lê xelkê Êlihê azad nîne, bi dehan zarokên wê di girtîgehan de ne. Ciwanên ku li ser medyaya dijîtal rexneyan dikin girtî ne. Xelk nikare bi dilerehetî tev li mitîngekê bibe. Welatî nikarin bêhnê bistîni. Xelke birçî û perîşe ye lê radibe dibêje ‘tehma azadiyê bijîn.’ Erê dibe ku tu li wê qesra hezar odeyî azad bijî lê xelkê Êlihê, gelê kurd, rêhevalên me yên girtî, ciwanên me yên xistin tora tiryakê, teqawid, karker û bindest azad nînin. 
 
Li ku derê dibe bila bibe, em ê sekn û berxwedana birûmet a xelkê Êlihê bixin meriyetê. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma. Îşala em ê bi rêjeyeke reko bi ser kevin. Jixwe em ê bi ser kevin lê li dijî kontrayan, li dijî kesên ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ xwedî li deng û partiya xwe derkevin. Êlih, xwedî li sindoq, deng, heqîqet û hafizeya xwe derkeve. Batman Batmana kurdan e, Barmana me ye, dilê me ye, dilê Kurdistanê ye. 
 
BAL KIŞAND SER HEVSEROKATIYÊ 
 
Di hilbijartinan dibe ku hinek hêrsbûn, dilmayîn û kêmasî çêbibin. Ev tevek dikarin bên telafîkirin. Nirxên vê partiyê hene. Jinan li Rojava bi ‘jin, jiyan, azadiyê’ dinya ji zilma DAIŞ’ê xelas kirin. Jinên kurd îro li Arjantînê, li Brezîlya, ji Ewropayê heta Asyayê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bîranîn. Lewma jî ev partî bi qasî partiya ciwanan, partiya jinan e jî. Yên ku têkoşîn û keda hevalên jin tune dihesibînin, yên ku jinan wekhev bi bîr nayînin, zîhniyeta ku wiha fêm neke em red dikin. Lewma divê Êlih xwedî li seroka me ya jin derkeve. Li gel me hevserokatî heye. Navê min Tuncer Bakirhan e lê ne Serokê Giştî yê DEM Partiyê me, Hevserok im. Anku pergala hevserokatiyê ku bi saya ked û têkoşîna jinan hatiye afirandin ji bo me esasî ye.” 
 
Newroz bi gerandina govendê dom dike. 
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin