Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e

img

ENQERE - Girtiyê siyasî Alp Altinors di Doza Kobanê de beriya biryarê gotinên xwe yên dawî kir û wiha got: “Di vê dozê de gotina me ya ewil çi be, ya dawî jî ew e.” Alî Urkut jî wiha got: “Gotina ewil a têkildarî vê dosyayê siyasetê kir.” Ayla Akat Ata jî ev tişt anî ziman: “Dê kesên ji bo bedeldayînê amade, bigihijin armanca xwe.” 

 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Îro di dozê de roja dawî ye û siyasetmedaran beriya biryara were dayîn, gotinên xwe yên dawî kirin. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasmeyan dest pê kir. Hinek siyasetmedar bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û hinek jî li eywana danişînê amade bûn. Rojnameger Huseyîn Aykol û DEM Partiyî û gelek kes di danişînê de amade bûn. 
 
‘GOTINA EWIL SIYASETÊ KIR’
 
Di danişînê de ji ewil siyasetmedar Alî Urkut axivî û got: “Têkildarî vê dosyayê gotina ewilî ji hêla siyasetê ve hate kirin.” Urkut, wiha domand: “Ev dosyaye bi saîqên siyasî anîn pêşiya dozger û piştre jî anîn pêşiya me. Lewma jî di wijdana raya giştî de hatiye mehkûmkirin. Gotina ewil a têkildarî vê dosyayê jî îktîdarê kir. Wisa bawerim ku dê di dîrokê de jî wisa bê bîranîn.” 
 
‘NAVÊ VÊ DOZA KOMPASÊ YA KOBANÊ YE’
 
Urkut, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Navê vê Doza Kompasê ya Kobanê ye. Dozger û dadgehê li gorî rola îktîdara siyasî ji bo wan diyar kiribû tevgeriyan. Ji ewil îdianameyeke tu eleqeya wê bi rastiyan tune bû hate amadekirin. Dozger, îdianameya xwe li gorî derewên şahidan amade kir û piştre jî mutalaa hate amadekirin. Bêguman gotina dawî ya we ye. Ev sê sal in bi qasî ji dest hat me vegot û me hewl da bersiva derewan bidin. Naxwazim zêde dirêj bikim lê dixwazim tiştekî bi bîr bixim. Ji Seyîd Riza gotina dawî hate pirsîn û jê re gotin; ‘Tu çi dixwazî?’ Seyît Riza jî wiha bersiv daye; ‘Kurê min piştî min bidarve bikin.’ Lê şandeyê berevajî vê kir û ji ewil kurê wî da bidarvekirin. Dê dozên Gezî û Kobanê di dîrokê de weke dozên kompasê bên zanîn. Herî dawî jî ez spasiya parêzer, malbat û her kesên em bi tenê nehiştin dikim.” 
 
ALP ALTINORS: EM JI GOTINA XWE NAYÊN XWARÊ
 
Piştre jî siyasetmedarê girtî Alp Altinors axivî. Altinors, ji ewil hemû hevalên xwe yên bi hev re tê darizandin û hevjîna xwe silav kir û wiha got: “Em ji gotina xwe nayên xwarê û bangawaziya xwe înkar nakin. Gotina me ji bo azadî û sosyalîzmê ye. Hûn nikarin tiştê bi pênûsê hatiye nivîsandin, bi bivirî bibirin. Hûn nikarin piştevaniya gel bidarizînin. Gotina me ya ewil a di vê dozê de çi be, gotina me ya dawî jî ew e. Bangawaziya me rewa ye; ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê bû. Weke şandeya dadgehê ya ku dikeve ser milê we ew e ku hûn vê doza kompasê bigirin û bi beraetê biencam bikin. Heke hûn bangawaziya li dijî qirkirina DAIŞ’ê hatiye kirin bidarizînin, dê navê we û yê DAIŞ’ê li gel hev bê nivîsandin. Bangawaziya ji bo protestoya demokratîk sûc nîne, endamtiya HDP’ê sûc nîne. Ev tevek jî mafên demokratîk in. Lewma li holê sûcek tune ye. Em daxwaza beraeta xwe, beraeta xwe, beraeta xwe bikin.” 
 
AYLA AKAT ATA: WE NEGUHDARÎKIRINA ME TERCÎH KIR
 
Ayla Akat Ata jî di serî de parêzer, spasiya hemû kesên di pêvajoya dozê de ew bi tenê nehiştin kir û ev tişt anî ziman: “Ji desptêkê ve min hewl da derew û berevajîkirina rastiyan a di vê dosyayê de vebêjim. Lê mixabin we nexwest li me guhdarî bikin. Heta we bi biryarên navberê xwest me bêdeng bikin.” Bi domdarî Ata bal beşek ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a pêşkeşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû xwend. Ata, piştre jî ev tişt anî ziman: “Zû yan jî dereng, dê kesên aştîxwaz, kesên xwe birêxistin dikin, azadiyê diparêzin û bedel didin bigihijin armanca xwe. Gotina min a dawî dê ji bo rêza ez ji bo têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindestan digrim be. Bijî xwişk-biratiya gelan, bijî têkoşîna azadiyê ya gelan. Bijî têkoşîna xweser, serbixwe û birêxistinkirî ya jina. Herî dawî jî Jin, Jiyan, Azadî...” 
 
AYNÛR AŞAN: GOTINA ME YA DAWÎ XELAS NABE
 
Di danişînê de ji siyasetmedar Aynûr Aşan jî gotina dawî hat pirsîn. Aşan, got ku ji bo wan gotina dawî tune ye û destpêk û gavên nû hene. Aşan, wiha domand: “Gotina me ya dawî tu caran xelas nabe. Lewma ji bo me rawestîn tune ye. Em ê her tim têbikoşin. Dixwazim têkildarî vê dozê çendek tiştan bibêjim. Min nivîsandiye. Di dîroka Tirkiyeyê de rûpeleke nû yê bêedaletiyê vekir. Ev doz, doza Sokrates e. Sokrates digot; ‘Darizandina min tenê pêşkeşiyeke. Pêşkeşiyeke ji bo esilzadeyên Atînayê ye.’ Darizandina me jî wisa ye. Mimkin nîne hûn bizanin ku kesên li vir tên darizandin bêguneh bin. Di vê dozê de îradeyeke we hebû lê we ev nekir. Me heta niha her tiştekî ku divê bihata gotin got. Lewma jî ez naxwazim ne dema we ne jî dema hevalan bigirim. Dixwazim herî dawî jî vê bibêjim; li ku derê dibe bila bibe dê têkoşîna azadiyê ya jinan bidome. Em ê bidomînin. Hêvîdarim ku qada vê têkoşînê zindan nebe. Hêvîdarim ev qad qadên mitîng û kolanan bin. Di vê çarçoveyê de dibêjin bijî yekitiya gelan. Spasiya her kesên îro li vir in dikim.” 
 
AYŞE YAGCI: EM BI ADILANE NEEHATIN DARIZANDIN
 
Piştre jî siyasetmedar Ayşe Yagci axivî û di serî de malbata xwe, parêzer û hemû kesên ew bi tenê nehiştin silav kir. Yagci, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku gotina dawî ye ez ê gelek dirêj nekim. Min duh jî got; hêvîdarim biryara hûn didin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê biryareke girîng be. Biryar çi dibe bila bibe hêviya min azadiya min û hevalên min e. Ji ber sûcekî min nekirî ev 4 sal in girtî me. Em adilane nehatin darizandin. Me tevahiya bêhiqûtiyan derxistin holê. Ez ê van bi dûvdirêjî venebêjim.” 
 
PARMAKSIZ: GOTINA MIN A DAWÎ JI BO GELÊN KURD Û TIRK E 
 
Siyasetmedar Bulent Parmaksiz jî got; “Gotina xwe ya dawî diyarî gelên tirk û kurd dikim” û wiha domand: “Ez baş di ferqê de me ku wekhevî û azadiya di navbera gelan de tenê bi xwişk-biratiya çîna  pêkan e. Lewma jî dixwazim ku ev yekitiya dîrokî ya di navbera her du gelan de veguhere biratiya çînî. Her wiha axaftina xwe diyarî bavê xwe dikim ku min du sal berê winda kir. 
 
ALIYÊ ME NAZIM HÎKMET E
 
Aliyê me aliyê ku Nazim Hîkmet qala wê kiriye ye. Em li gel mirovan, bindestan, kedkaran û gelên bindest in. Sosyalîzm, dahatûya mirovahiyê ye. Ez ji dil û can bi vê bawerim. Em vê baweriyê jî ji hêza xwe ya dîrokê û ji mafdariya xwe digirin. Ji Karmatiyan heta Serhildana Mezin a Oguzan, ji Babaiyan heta Şêx Bedrettînan, ji Mûstafa Suphiyan heta Hîkmet Kivilcimli, Behîce Boran, Hayrî Durmuş û Denîz Gezmîşan, têkoşîna maf û edaletê ya bindestan didome û dê bidome. Misilman, nemisilman, tirk an jî netewpewerên kurd ên sed û deh sal berê ji zext û zilma Abdulhamîdê Duyemîn êş dikişandin, bi hev re dirûşmekî diqîriyan. Di roja me de jî hewldan heye ku Abdulhamîdê Duyemîn dîsa nûjen bikin. Lewma ez jî mîna wan niha li vir diqîrim û dibêjim; ‘Bimre îstîbdat, bijî azadî.’ Bijî têkoşîna azadiyê ya jinan, bijî biratiya tirk û kurdan, bijî sosyalîzm.” 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin