Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye

img
AGIRÎ - Tevî barîna baran û berfê jî li Bazîdê bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de wiha got: “Peyama birêz Ocalan a di sala 2013’an de şandibû peyama me ye. Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û birêz Ocalan azad bibe.” 
 
Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Dema azadî û serkeftinê ye”, li navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada girtîgeha kevin hate lidarxistin û tevî baranê jî bi hezaran kes herikîn qadê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li pîrozbahiyê bû. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi meşaleyan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Li qada pîrozbahiyê psoterên Qazî Mihemed û Şêx Seîd hatin hilgirtin û pankarta “Em ji bo agirê Newrozê bi agirê ciwanan vêxin hatine” hate hilgirtin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bernameya Newrozê dest pê kir. 
 
‘QESR AMADEKARIYA ŞER DIKE’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de bangî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû. Hatîmogûllari, wiha got: “Peyamên birêz Ocalan ên sala 2013’an, peyamên me ne. Em li vir li Bazîdê bang dikin; peyama 2013’an peyama me ye. Her ku em banga aştiyê dikin, qesr jî amadekariyên şer dike. Ev bi roja ye nûnerên îktîdarê li Iraqê lûtkeyên şer li dar dixe. Ji bo hilbijartinên cihî demekî kin ma ye û ew soza şer didin. Em bang li kesên pirsgirêka kurd veguherandina amûra hilbijartinê idkin; bangawaziya me ya ji bo aştî û guftûgoyê bi qasî nebe amûra hilbijartinê girîng e. Ev 40 sal in li ser vê xakê welatî dimirin û bedel didin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Divê pêvajoyeke guftûgoyê were destpêkirin. Em bi hêza ku ji peyama 2013’an digirin dîsa banga guftûgoyê dikin.” 
 
‘EM Ê PÊKVEJIYANÊ AVA BIKIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari anî ziman ku ew di sedsala nû de ji bo komareke demokratîk têdikoşin û wiha pê de çû: “Ji bo pêkvejiyana li Tirkiyeyê em ê heta dawiyê têbikoşin. Em di ferqa bedelên didin de ne. Em di wê ferqê de ne ku tevî hewldanên me jî li me şer ferz dikin. Lê em tevî vê yekê jî dê di sedsala duyemîn de komareke demokratîk ava bikin. Em ê li ser van xakan pêkvejiyaneke di nava aştî û aramiyê de ava bikin. Yên li qesrê bangawaziyên şer dikin, dê di 31’ê Adarê de bibînin bê ka qêrîna me ya aştiyê çiqas xurt e. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û divê em bi şev û roj bixebitin. Ji we ricaya min ew e ku hûn tevî me ji bo kesên li derveyî bajar bînin hilbijartinê bixebitin. Em bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi 31’ê Adarê ve biçin. 
 
Zanyarê kurd Ehmedê Xanî dibêje ‘her kes mîmarê dîwarê xwe ye.’ Em jî dê dîwarê xwe ji hezkirinê ava bikin. Em ji bo vê dixebitin. Em ê hilbijartinên cihî jî bi serkeftinê tacîdar bikin û rêveberiyên xwe yên herêmî û bajarên aştiyê bi hev re ava bikin. 
 
BILA OCALAN AZAD BIBE
 
Her ku ew tecrîda li Îmraliyê li me ferz dikin, em ê hîn bêhtir bibêjin bila tecrîd were rakirin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê hatine aştiyê û pêvajoya guftûgoyê pir zehmet e. Em bi hev re dibêjin bila tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiyê yan em ê rêyekê bibînin an jî dê rêyeke nû vekin. Ji bo vekirina vê rêyê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in.” 
 
Piştî axaftina Hatîmogûllari, agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Gel, li dora agirê Newrozê govend gerand. 
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin