Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye

img
ŞIRNEX - Qeymeqamê Elkê Kemal Ulku beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî, li gel bûka namzetê hevşaredariyê yê AKP’î Kamîl Durmuş û Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Sevîlay Ataman mal bi mal digere û alîkariyan belav dike. 
 
Îktîdara AKP’ê ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê Adarê de bên lidarxistin, serî li her cureyên hîleyan dide û hemû derfetên dewletê bi kar tîne. Di heman demê de peywirdarên cemaweriyê jî ji bo namzetên AKP’î seferber bûne. 
 
AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi rêya veguhestina hilbijêran, şaredariya navçeya Elkê ya Şirnexê bi dest xist. Heke gotin di cih de be, xebatên hilbijartinê yên namzetê AKP’ê yê navçeyê Kamîl Durmuş ji hêla qeyemeqamê navçeyê û Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) ve tên meşandin. 
 
Durmuş, di demên berê de zext li eşîrên piştgiriyê nadin wî kiribû û bi vê yekê bûbû rojev. Ji ber ku kesekî nêzî îktîdarê ye, tevahiya îhaleyên saziyên fermî ji hêla malbata Durmuş ve tên girtin. Malbata wî îhaleyên weke berîqet, bariyer û çêkirina rêyên qelekolan digire. Durmuş, bandora xwe ya li ser saziyên fermî îcar di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bi kar tîne. 
 
Xebatkarên Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya girêdayî qeymeqamtiyê, Seroka Baskê Jinan a AKP’ê ya Elkê Sevîlay Ataman û bûka Durmuş bi hev re mal bi mal digerin û alîkariyê belav dikin. Navê Sevîlay Ataman di nava lîsteya endamên meclisê ya ji hêla Serokê AKP’ê yê Elkê Hulusî Adiyaman eşkere kirî de cih girtibû. 
 
PÊŞMALKÊN WEQFÊ LI XWE KIRIN Û ALÎKARÎ BELAV KIRIN 
 
Ataman û bûka Durmuş li gel ku tu eleqeya wan bi weqfê re nîne jî pêşmalkên weqfê li xwe kirin, alîkarî belav kirin û wêneyên wan jî li ser hesabên medyaya dijîtal ên fermî yên qeymeqamtiyê hatin parvekirin. 
 
QEYMEQAM JÎ TEV LI BÛ
 
Di xebateke belavkirina alîkariyan de qeymeqamê navçeyê Kemal Ulku, serokê weqfê Uçar, Ataman û bûka Durmuş jî cih girtin. Di parvekirina hesaba X’ê ya fermî ya qeymeqamtiyê de jî wiha hate gotin: “Qeymeqamê me birêz Kemal Ulku tevî Midûrê SYDV’ê birêz Alî Uçar serdanên xwe yên malan didomînin. Qeymeqamê me di serdanan de bi welatiyan re sihbet kir û li daxwaz û pêdiviyên welatiyan guhdarî kir.” 
 

Sernavên din

19/03/2024
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye