Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!

img

COLEMÊRG - Agirê Newroza Colemêrgê li quntarê Çiyayê Simbî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat vêxistin û peyama “Hûn dê li ser vê xakê tu serên tewandî nebînin” hate dayîn. 

Newroza Colemêrgê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li qada Otogara Teksenê hate pîrozkirin. Bi hezaran kes di saetên serê sibehê de herikî ber quntarê Çiyayê Simbî. 
 
Jin bi kiras û fîstanan û zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Her wiha li qadê flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û pankartên “Têkoşîna jinan a li dijî tacîz, destdirêjî, cînayet û îstîsmarkirina zarokan li her derê ye” û “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve” hate xemilandin. 
 
Welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qada Newrozê. 
 
AGIRÊ NEWROZÊ BI DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ HAT VÊXISTIN 
 
Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Vezîr Parlak, Ozlem Bartin, aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê agire Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. 
 
Komîteya Amadekar a Newrozê piştre peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di Newrozên berê de xwend. Peyam gelek caran bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” û bi tililî û çepikan hate qutkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn axivî, gel silav kir û bal kişand ser hilbjartinan. Şahîn, anî ziman ku gelê kurd gelekî xwedî bawerî û birûmet e û dê bersiva herî baş li ser sindoqan bide. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Colemêrgê gel silav kirin. Namzet Viyan Tekçe got ku wan soz daye gelê xwe û dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Namzet Mehmet Siddik Akiş jî got ku Newroz cejan gelê kurd e û da zanîn ku dê bi coşa Newrozê biçin ser sindoqan. 
 
'DÊ JIN TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’
 
Piştî namzetan, aktîvîsta TJA’yê Zeynep Sîpçîk girtiyên jin ên siyasî silav kir. Sîpçîk, bi domdarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt anî ziman: “Ji dîrokê heta niha jinên kurd her tim xwedî sekn bûn. Gelek Îskender û Dehaq li ser vê xakê derbas bûn. Lê jinên kurd û gelê kurd tu caran serî li ber wan netewand û dê netewînin. Jinên kurd bila di 31’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin. Em ê bi  têkoşîna xwe ya bibiryar re tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bikin.” 
 
'COLEMÊRG RONAHIYA TÊKOŞÎNA GELÊ KURD E’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî got ku li Kurdistanê her qad bûye qada Newrozê. Sakik, bal kişand ser hilbijartinê, tayînkirina qeyûman û veguhestina dengên leşker û polîsan. Sakik, bertek nîşan da û wiha got: “Dixwazin vîna gel xesp bikin. Lê hûn xelkê Colemêrgê nas nakin; xelkê  Colemêrgê ronahiya têkoşîna gelê kurd e.” 
 
'HÛN DÊ LI SER VÊ XAKÊ TU SERÊN TEWANDÎ NEBÎNIN’
 
Sakik, bi domdarî got ku divê daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema mijar dibe kurd, hemû partiyên din tifaqê çêdikin. Heke ew li dijî me tifaqan çêbikin, wê demê em jî dê bibin yek û bi ser kevin. Li vê erdnîgariyê dibe ku we serên jêkirî dîtibin lê hûn dê tu caran serên hatine tewandin nebînin. Heke daxwazên girtiyan bên qebûlkirin dê aştî were vî welatî. Divê hûn xwedî li dengên xwe derkevin.” 
 
Piştî axaftinan jî koma muzîkê ya Lawje derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşma “Newroz pîroz be” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

19/03/2024
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye