Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê

img

STENBOL - Ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sedhezaran kes ji saetên serê sibehê yên zû ve herikîn Qada Yenîkapiyê. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û coşa gel her ku diçe zêdetir dibe. 

Newroza Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidaxistin. Ji 39 navçeyên bajêr ji heft salî heta heftê salî bi hezaran karker, kedkar û jin ji saetên zû yên serê sibehê ve herikîn Qada Yenîkapiyê. 
 
Welatiyên hatin qadê, ji çar noqteyên cuda yên lêgerîn ketin qadê. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn û di destê her kesî de flama û berstûyên kesk, sor û zer û bandaj hebûn. 
 
‘JI PARTIYÊN BURJUVAYÊ RE DENG TUNE NE’
 
Li dika li qadê pankarteke mezin a bi nivîsa “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat daliqandin. Li gelek noqteyên qadê jî ala û flamayên DEM Partiyê û pankarta TJA’yê ya mezin a bi nivîsa “Bi jin, jiyan, azadiyê dem dema berxwedan û azadiyê yê” hate daliqandin. 
 
Li qada Newrozê têkildarî hilbijartinên cihî jî peyam hatin dayîn. Li qada Newrozê pankarta “Ji partiyên burjuvayê re deng tune ne. Ji bo mitehitan deng tune ne. Dengên me ji bo Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne” hate daliqandin. 
 
DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ HAT BERZKIRIN’
 
Li qadê coşeke mezin heye û girse gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike. Her wiha girse ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Kurdistan, bimre koledarî” berz dike.
 
JINAN BI TILILIYÊN XWE COŞA HEYÎ MEZINTIR KIR
 
Bi hezaran kesên qada pîrozbahiyê tije kirin, bi lêxistina muzîkê re dest bi gerandina govendê kirin. Jinên ku bi çepik û tililiyên xwe coşa li qadê zêde dikin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
DÊ DAYIKÊN GIRTIYAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIN
 
Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ku piştî rêzgirtinê derket ser dikê, girse silav kir. 
 
YANGOZ: CEJNA GELÊN TUNE TÊN HESIBANDIN PÎROZ BE 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz derketin ser dikê û girse silav kirin. Yangoz, di axaftina xwe de cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. Mûrat Kalmaz jî ji ewil Newroza gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û got ku Newroz navê azadiyê ye. Kalmaz, diyar kir ku gelê kurd nêzî azadiya xwe bûye û wiha got: “Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku beriya azadiya birêz Ocalan em nikarin qala azadiyê bikin. Heta ku birêz Ocalan nebe, di serî de pirsgirêka kurd dê tu pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nebin. Kurd bi qetilkirinê tune nabin. Bi sala ye serî netewandine. Em îro careke din bi tevlibûna sed hezaran azadiyê diqêrin. Dev ji şerê li dijî kurdan bedin û aştiyê bikin. Çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê paşvegavê neavêjin.” 
 
Piştî axaftina hevserokan, koma Golgedekîler derket ser dikê. Welatiyan li ber stranên komê govendê gerandin. 
 
BERNAME
 
Piştî koma Golgedekîler dê dayikên di Nobeta Edaletê de agirê Newrozê vêxin. Di berdewamiya bernameyê de dê Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, nûnerên EHP, TJA, EMEP û BMG’ê biaxivin. Di heman demê de dê hunermenda tunusî Emel Mathlouthi, Mîkaîl Aslan û Mûrad Demîr jî derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê.... 
 

Sernavên din

19/03/2024
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye