Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan

ŞIRNEX – Şahidên Newroza 1992’yan ya li Şirnexê ku gelek kes lê hatibûn qetilkirin, destnîşan kirin ku tevî hemû qedexe û astengiyan dest ji pîrozbahiyê bernedan û wiha gotin: “Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”
 
Îsal yek ji navendên pîrozbahiyên Newrozê ku dê bi dîrûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin jî Şirnex û navçeyên wê ne. Şirnex, bajarekî ku bi Newrozê re wekehev bûye. Sedemê vê yekê jî, komkujiyên li qadên Newrozên 1990’an pêk hatine û berxwedan e. Tevî hemû qedexe û astengiyan cardin jî agirê Newrozê li Şirnex û navçeyên wê nehate vemirandin. Bi piranî Newroza 1992’yan ji bîra mirov naçe. Li Şirnexê û navçeya wê Cîzîrê di 21'ê Adara 1992’yan de dema ku bi hezaran gel xwest pîrozbahiyê bikin, bi panzêran ser gel de çûn. Û ji aliyê polîsên tîmên taybet ve gûle hatin reşandin, li Cîzîrê herî kêm 57 û li Şirnexê jî 47 kes hatin qetilkirin.
 
TIŞTA KU DI ROJA NEWROZÊ DE HATE JIYÎN
 
Mahmut Kulter (57) ku şahid û beşdarvanê Newroza Şirnexê ya navendê bû, tiştên wê demê jiyane, vegotin. Kulter da zanîn ku berî pîrozbahiya Newrozê wan tevahî amadekariyên xwe kiribûn û wiha got: “Ji gundê Avgamasya, Milga Şantiyê, Nerex, Heştan, Biryan û Dehlabiyê bi beşdarbûna gundiyan re pîrozbahiya Newrozê li navenda bajêr bihata lidarxistin. Roja Newrozê wê pîrozbahî li parka ku em bi navê  Heykel nav lê dikin bihata kirin. Paşê me ber bi navendê ve dest bi meşê kir. Lê li qada Omer Kabak pêşiya hevalên me hate birîn. Em jî ber bi wir ve meşiyan. Dema ku em meşiyan ji aliyê leşkeran ve gûle bi ser me de hatin barandin. Pêşî herkes bi milekî ve belav bû. Paşê careke din gihiştin hev û dest bi meşê kirin. Dema ku em gihiştin qadê careke din êrîşî me kirin. Yek ji wan derketibû ser banekî û rast e rast berê çekê dabû nava gel û gûle li gel direşand. Li wir hinek hevalên me şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn.”
 
Kulter, îşaret kir ku danê êvarê careke din leşkeran gûle bi ser gel de barandin û wiha destnîşan kir: “Wê demê cîranekî min jî birîndar bû. Min ew li wesayîtekê siwar kir û xwest bibim nexweşxaneyê. Lê bi guleyan êrîşî wesayîta me jî kirin. Paşê yek ji panzêrê daket ku em nas dikirin, xwest em birîndarê xwe rahêjin û bibin. Me jî birîndarê xwe rahiştê, pêşî bir Mêrdînê, paşê jî bir Amedê. Dawiyê min tu agahî ji wir wernegirt.”
 
‘DAWIYA DAWÎ EM Ê BISERKEVIN’
 
Kulter da zanin ku li hember êrîş û pêkutiyan gelê kurd tu gav bi paş ve neavêtiye û wiha domand: “Kurdan di hovitiya 1992’an de hatibû kirin jî tu gav bi paş ve neavêt, ji niha pêde jî dê qet tu gavan bi paş ve neavêje. Di salên 90’î de gelek mirovên me di îşkencexaneyan de hatin qetilkirin. Gelek tişt anî serê gelê me lê gelê me tu gav bi paş ve neavêt. Îro jî êrîş dikin lê dawiya dawî dê gelê kurd serbikeve. Ev têkoşîn berdêlên pir mezin dixwaze. Me gelek berdel dane û em ê hîn jî bidin, lê dawiya dawî jî em ê biserkevin.”
 
‘ME QET BI PAŞ VE GAV NEAVÊT’
 
Ahmet Gokalp (57) ê ku di Newroza 1992’yan de ji gundê Nerexê ji bo pîrozbahiyê hate navendê wiha got: “Hewa sar bû, berf li erdê bû lê me cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo pîrozbahiyê hatin navendê. Hinek ji me bi meşê, hinek jî bi wesayîtan ketin rê. Bi def û zirneyê em beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dema ku em gihiştin navenda bajêr leşkeran pêşiya me girt û nehişt em bigihin, koma ji me û wê de. Ji çar aliyan ve gel herikî navendê. Leşkeran jî êrîş dikir. Hinek ji me hatin qetlkirin û hinek jî hatin birîndarkirin. Lê kesek ji me bi paş ve venegeriyan.”
 
Gokalp di berwedamiya axaftina xwe de anî ziman ku di her demê de Newroz pîroz kiriye û got “Ji wê rojê heta niha me tu gav bi paş ve neavêtiye. Tu hêz nikare li pêşiya pîrozbahiya Newroza gelê kurd bigire. Newroz ji bo me cejneke mezin e, şahiyek e. Dema ku Newroz tê em dikevin kelecanekê. Gelê kurd wê bi Newrozê biserkeve.”
 
‘NEWROZ ZIMAN E, NASNAME YE’
 
Yek ji şahidê wê demê Şahîn Barkin (75) jî anonsên wê demê hatin kirin bi bîr xistin û wiha axivî: “Newroz hate pîrozkirin û mirov hatin qetilkirin. Dema dane nîvro dewletê anons kir. Bang kir ku divê herkes deriyê xwe veke û herin pêşiya walîtiyê. Dema ku em derbasî wir bûn kefiyên li dora stûyê me ji me wergirtin û şewitandin. Em tevahî gelê Şirnexê li wir kom kirin. Berê panzêrên xwe dabûn gel. Û mal bi mal dest bi lêgerînê kirin.” 
 
Barkin, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji tevahî gundan gel ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Şahiyek pir mezin hate lidarxistin. Newroz ji bo me rojek pir girîng e. Cejn e, serhildan e. Her sal beriya Newrozê bi kelecan em cil û bergên xwe amade dikin. Gelê kurd tu carî dev ji Newrozê ber neda. Dema ku ez diçim gund, bi tenê bim jî cardin bi şev agir pêdixim û Newrozê pîroz dikim. Demên berê ji gund bi seatan dimeşiyam û diçûm qada Newrozê. Gelê Kurd bi xwedîderketina Newrozê re li xwe xwedî derdikeve. Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”
 
 
 

Sernavên din

17/03/2024
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan