Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn

 
ŞIRNEX - Rûspiyên ji bo DEM Partiyê li navçeya Qilebanê bi şev û roj xebatan dimeşînin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dijî nelirêtiyan li ser sindoqan de cihê xwe bigirin û wiha got: "Em ê nehêlin ku rayeke me jî bê dizin."
 
Partiyên siyasî beriya hilbijartinên herêmî yên ku di 31’ê Adarê de bên kirin xebatên xwe didomînin.Lêbelê beriya hilbijartinên herêmî yên bên li dar xistin de hin nelirêtî jî di rojevê de ne. Li navçeya Qileban a Şirnexê ku hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi wesayîtên zirxî leşkerên "hilbijêr" biribûn ser sindoqan, niha jî bi heman rêbazî careke din bi hezaran "hilbijêrên" ku ji derve anîne li navçeyê bicihkirine. Navçeya ku 8 hezar û 500 hilbijêran wê hene, AKP'ê 3 hezar û 200 leşker û polîs weke "hilbijêr" li navçeyê bi cih kirine û armanc dike ku careke din şaredariya Qilebanê desteser bike. Lêbelê li dijî vê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rihê seferberiyê li kolan, kuçe, tax û gundên navçeyê digere û bang li gel dike ku di 31'ê Adarê de xwedî li vîna xwe derbikevin. Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeyê di xebatê DEM Partiyê yê hilbijartinê de herî zêde jin, ciwan û kal û pîr cih digirin. Kal û pîrên ku her roj serê sibê bi kincên xwe yên herêmî tên buroya hilbijartinê herî zêde balê dikişînin. Ev kal di heman demê de di komîsyonên qanehkirinê, komîsyonên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Bi roj gund û taxa û bi şev jî yek û yek weke şandeyeke serdana malbatan dikin û nêrîn û daxwazên wan ê der barê hevşaredariyê de digirin. Di heman demê de ev kes dê di 31'ê Adarê de jî weke çavdêr (Mûşahît) cihê xwe li ser sindoqan bigirin.
 
'EM Ê XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE Û HEVŞAREDARÊN XWE DERBIKEVIN'
 
Yek ji van jî Hasan Ûrek e. Ûrek ê ku 60 saliye di her danê sibehê de berê xwe dide buroya hilbijartinê û di nav xebatan de cihê xwe digire. Urek dê di heman demê de di hilbijartina ku dê 31'ê Adarê de bê lidar xistin de jî weke mûşahît li ser sindoqê cihê xwe bigire. Ûrek, diyar kir ku ew ji bo ku îradeya gel careke din neyê desteserkirin di nav xebatan de ye û wiha axivî: "Em ê xwedî li sindoqên xwe derbikevin û dengê xwe bidin zimanê dayika xwe û dengê xwe em ê bidin xwe em nadin dijminê xwe. Em ê dengê xwe bidin çanda xwe û zimanê xwe. Me ti carî xiyanet li partiya xwe nekiriye û em ê nekin jî. Ev doz dozake dûr û kûre em pey dijminê xwe nakevin. Em xwe bi pereyî nafiroşin. Heta ku em saxbin em ê pey vê dozê bin. Em ê xiyanetê zimanê dayika xwe nekin. Îradeya gelê me jî aşkere ye û em ê bi gel re xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Qasî ku ji destê me tê em ê nehêlin ku dengekî me jî bê dizîn. Heke ku me dît ku nelirêtiyek çêbû em ê her aliyê hiqûqî ve serlêdanên xwe bikin. Em ê xwedî li sindoqên xwe û hevşaredarên xwe derbikevin. Gel vê carê ji xwe bi bawer e. Em daxwazên gel guhdar dikin û nêrînên wan jî baş in û em ê serbikevin."
 
'SERÊ ME JÎ BÊ ŞIKANDIN EM Ê SINDOQÊN XWE TERKNEKIN'
 
Yek ji peywirdaran jî Mahmut Tok ê 70 salî ye. Tok jî dê di hilbijartinê de li ser sindoqê be û xwedî li îradeya gel derbikeve. Tok, bi lêv kir ku di roja hilbijartinê de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin û got: "Pêwîste ku em dengê xwe bidin xwe, bidin zimanê xwe. Divê ku her yek ji me li ser sindoqan cihê xwe bigire. Em bizanibin ku dê serê me jî bê şikandin divê ku em sindoqên xwe terik nekin û xwedî li vîna gel derbikevin. Raya me namûs e, şeref e. Ez hatime vî emrê xwe min dengê xwe ji bilî partiya xwe nedaye tu kesî. Ez di nav xebatan de me û ez ê roja hilbijartinê jî bi şandeya ku dibistanan digere û çavderiyê dike re cihê xwe bigirim. Ji bo ku dengê me neyê dizin em ê di nav hewldanan de bin. Roja hilbijartinê em ê li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê ku herkes partiya xwe û dengê xwe xwedî derbikeve." 
 
'WÊ ROJÊ ÇAVÊ ME JÎ Û GUHÊN ME JÎ VEKIRÎ BIN'
 
Abdulkerim Altûrk ê 72 salî ye ku di komîsyona îknakirinê de cihê xwe digire jî anî ziman ku ew ê vê carê rê nedin diziyan û ev tişt anî ziman: "Ez ê 31'ê Adarê li ser sindoqê peywirdar bim. Em ê wê rojê çav vekirî bin û nehêlin ku bi telefonê xwe bikevin kabinê. Em nahêlin ji xeynî kesekî tenê keseke din jî pê re biçe. Heke ku hilbijêrên astengdar hebin wê peyvirdar alikariya wan bikin. Em wê rojê çavê me jî  û guhê me jî vekiribin û nehêlin ku dizî çêbibin. Ev 20 sal in ez tekoşîna vê didim. Ez di komîsyonê de û komîsyona amadekar de cihê xwe digirim. Em dikarin ku hilbijêran qaneh bikin ew hêza me heye. Heke ku wijdana Qilebanê hebe dê raya xwe bide xwe. Ji me re şerme ku em bidin partiyeke din. Em êdî koletiyê qebûl nakin. Heçiyê ku şerim dike dê bide zimanê xwe û hebûna xwe."  
 
'EM NAHÊLIN RAYÊN ME BÊN DIZIN'
 
Tahir Ûrper ê 70 salî ku di nav xebatan de cihê xwe digire jî wiha dibêje: "Dê gelê Qilebanê vê carê xwedî li îradeya xwe derbikeve. Em xiyanetê li gelê xwe nakin. Divê ku em vê carê neyên xapandin. Em ê xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em naxwazin ku vê carê îradeya me bê dizîn. Bila herkes raya xwe bide wijdana xwe. Em nahêlin ku rayên me bên dizin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/03/2024
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan