Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin

ERDEXAN - Namzetê Hevşaredariyê yê Mêrdînîkê yê DEM Partiyê Serkan Yilmaz diyar kir ku 20 sal in li navçeya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin tu xizmet nayê kirin û got: "Eger em bên hilbijartin, tiştên ku di 20 salan de nnekirine, em ê di 5 salan de bikin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bidestxistina şaredariya navçeya Mêrdînîka Erdexanê ku 20 sal in di destê AKP'ê de ye, dixebite. Navçeya ku bi salan e tu xizmet lê nehatiye kirin, rêyên wê bûne qulên xiltan. Şêniyên navçeyê êdî dixwaze ji rêveberiya heyî rizgar bibe. Ji bo vê yekê DEM Partî ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi hemû coş û kelecana xwe didomîne, vê carê gelekî nêzî bidestxistina şaredariyê ye.
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Mêrdînîkê yê DEM Partiyê Serkan Yilmaz di temenê xwe yê biçûk de di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Yilmaz dema ku bi xebatên siyasî re mijûl dibû, di pîşesaziya otomotîvê de jî dixebitî. Yilmaz anî ziman ku DEM Partî partiya gelên bindest, kesên tune tên hesibandin û tên înkarkirin e û diyar kir ku tişta ku şaredariya AKP'ê di nava 20 salan de nekiriye, dê di 5 salan de bikin.
 
‘JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN PROJEYÊN ME AMADE NE'
 
Yilmaz bi bîr xist ku Şaredariya Mêrdînîkê 20 sal in di destê AKP'ê de ye û wiha got: “Lê belê li navçeyê xizmet nayê kirin. Mehên zivistanê li vir dirêj in. Wekî ku di dîmenan de jî tê dîtin, rê di rewşeke xirab de ne. Ji ber ku rê nayên paqijkirin gel di meşê de zehmetiyê dikişîne. Her ku berf dihele, kolan vediguherin deryaya heriyê. Ji ber ku rê bi asfalt û parket nayên çêkirin. Bajar di nava çopê de ye, cihê ku zibil lê tê rijandin nêzî bajêr e û dema ev zibil dişewite dûman û bêhna wê digihîje bajêr. Meseleya avê jî heye. Li navçeyê gihaniya nava bajêr tune ye. Otogar û nexweşxane ji bajêr dûr in û xizmetguzariya çûnûhatinê tune ye. Ji ber ku ji bo heywanên li kuçeyan xebatek tune ye, heywan an dimirin an jî ji birçîna êrişî mirovan dikin. Ji ber ku pîşesaziyeke birêxistinkirî tune ye, ji xeratan bigire heta qeynaqçiyan û hesinkaran hemû li navenda navçeyê kom bûne. Dema em bên hilbijartin yek ji xebatên me yên pêşîn jî dê lêkolînek li ser van pirsgirêkan be. Projeyên me amade ne."
 
‘NAVÇE VEGUHERIYE QADA RANTÊ'
 
Yilmaz diyar kir ku roja bên hilbijartin dê ji bo ciwanan projeyên wekî kompleksên werzişê, hewz û qadên çand û hunerê ava bikin û got: "Em ê bi gelê xwe re vê yekê pêk bînin." Yilmaz anî ziman ku bajar her diçe ji nasnameya xwe dûr dikeve û wiha got: “Li navçeyê pirsgirêkeke mezin a îmarê heye. Li navçeyê xaniyên ku divê herî zêde ji 4 qatan bên çêkirin, di van salên dawî de heta 6 qatan tên çêkirin. Çawa ku AKP'ê di bin navê veguherîna bajaran de Tirkiye û Kurdistanê kir qada rantê, ev der jî kir cihê rantê." 
 
‘EM Ê MECLISÊN JINAN Û KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'
 
Yilmaz diyar kir ku ji bo keda jinan xuya bibe ew ê hewl bidin kooperatîfeke jinan ava bikin û got: “Ji ber ku çavkaniya bingehîn a debarê li vir xwedîkirina sewalan e. Em ê bi pêşengiya jinan ji bo şîr û şîrên li vir tên hilberandin kooperatîfekê ava bikin. Em ê meclisên jin û ciwanan ava bikin. Têgihiştina AKP'ê ya şaredariyê têk çû. Li navçeya me bi salan e pirsgirêka avê heye. Li gelek deveran an pergala paqijkirina avê tune ye an jî yên heyî ne çalak in. Navçeya me ya ku havînan bi sewalkariyê debara xwe dike, havînan gelek eks koçî wê dikin. Koçber gazinan dikin ku ji ber ava vir ne paqij e. Armanca AKP'ê li vir ne xizmet e. Karûbarê wê bi tevahî li ser rant û kedxwariyê ye. Ji bo xizmetên giştî pere tê, lê xizmet tune ye. Pereyê ku tê tenê ji hin kesan re diçe. Şaredarî veguheriye şîrketeke malbatî."
 
‘DÊ TEVÎ GEL BIRYAR BÊ GIRTIN'
 
Yilmaz anî ziman ku gel ji şaredariya AKP'ê bêzar bûye û got: "Nêzîkatiya şaredarîvaniyê ya partiya me her tim li ser esasê gel e. Em ciwan û dînamîk in. Biryar dê her tim bi gel re bên dayîn. Pirsgirêkên gel çi dibin bila bibin em ê bi hev re rûnin û çareser bikin. Siyaseta li ser rantê di partiya me de cih nagire. Em bi xwe bawer in û tişta ku desthilatê nekarî di 20 salan de bike, em ê di 5 salan de bikin, di vî warî de em bi israr in. Gel dê dahat û lêçûnên xwe bi zelalî bibîne. Werin em bi hev re xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin û navçeya xwe biguherînin."
 

Sernavên din

14/03/2024
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne
15:58 Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe
15:38 Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin
15:35 Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn