Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed 140 roj in agahî nayên girtin. Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed bertek nîşanî bêdengiyê da û xwest agahiyekî ji kurê xwe bigire. Parêzer Nêrîman Ehmed Reşîd jî got ku PDK qanûnên Iraq û Başûr binpê dike. 
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 140 roj in ku agahî jê nayê girtin.
 
Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.
 
Gumanên der heqê jiyana Ehmed de her ku diçe zêdetir dibin. Parezerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd û dayika wî Sultane Ehmed axivîn.
 
‘NAHÊLIN EM NAVEROKA DOSYAYÊ HÎN BIBIN’
 
Parezerê Ehmed Nerîman Ehmed Reşîd, diyar kir ku PDK her carê hewldanên wan ên ji bo hevdîtinê asteng dike û wiha axivî: “Ji bo hevdîtina bi Ehmed re gelek hewldanên me çêbûn. Me xwest naveroka dosyayê hîn bibin û me ji bo vê jî gelek hewl da. Lêbelê PDK û Asayîşa wê asteng dike û nahêle ku em xwe bigihînin dosyayê. Her çiqasî bi muwekîle xwe re hevdîtin kirin heqê me jî be nahêlin ku em pê re hevdîtinê bikin.”
 
‘PDK RÊ NADE KU EV BÊQANUNÎ YE BI DAWÎ BIBE’ 
 
Reşîd, bi lêv kir ku PDK û asayîşa wê qanûnen bingehîn ên Iraqê binpê dike û ev tişt anî ziman: “Me heta niha jî nezaniye bê ka bi kîjan sedemê tê ragirtin. Girtina wî hinceteke siyasî ye û çi pirsgirêkên Silêman Ehmed nînin. Di qanûnê de jî tiştek wiha tune ye. Bi awayeke fermî derbasî rojavayê Kurdistanê bûye û bi awayeke fermî jî vegeriyaye. Heta niha jî hinceta ragirtina wî negotine û bi raya giştî re parve nekirine. Rê nadin ku ev bêqanûnî jî ji holê rabe. Li gorî qanûnên Iraqê û başûrê Kurdistanê her binçavkiriyek divê di demekî zû de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û parêzer bikarin li dosyayê binêrin. Asayîş tenê dibêje, ‘li gel me nîne.’ Heta niha me deh caran serlêdan kiriye lê me asteng dikin. Ruxmî ku ew bi xwe îlan dikin ku ne li gel wan e. Lê agahiyên zelal destê me de hene ku ew ji aliyê wan ve hatiye binçavkirin. Der heqê tenduristiya wî û rewşa wî de jî tu agahî destê me de nînin. Keseke ku di zindana asayîşê de dimîne rewşa wî nebaşe. Ji ber ku zindan li gorî mafê mirovan nehatiye çêkirin. Bangawziya me jî ew e ku hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên navdewletî û parlamenteriya Iraqê li ser vê dosyayê bisekinin. Ji ber ku ev yek destdirêjiyeke li mafên mirovan e.” 
 
DAYIKA EHMED BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
 
Dayika Ehmed Sûltane Ehmed jî bêdengiya heyî rexne kir û wiha got: “Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim. Bila agahiyekî bidin min bê ka rewşa wî çawa ye, baş e, nebaş e. Heke girtî be bila bêjin girtî ye. Dilê min dişewite. Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim. Herkes xwe bêdeng dike kesek dengê xwe dernaxîne. Ez dixwazim bêm wê derê ku kurê xwe bibînim.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan