Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin

COLEMÊRG - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajarokê Bajêrgeyê destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke mezin û bênîqaş di hilbijartinê de ser bikevin û wiha gotin: “Em ê ne ji bo rant, mûçe û îhaleyê dê ji bo Erdal Safali, ji bo Dayikên Aştiyê Sûsin Akçelîk û Adalet Safalî û Cîhan Akçelîk ên di her kêliya jiyana xwe de ji bo edaletê têkoşiyane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bi ser kevin.”
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kêm roj man û ji bajarên ku xebatên hilbijartinê bi coş derbas dibin yek jî Colemêrg e. AKP di hilbijartinên sala 2019’an de di bajarokê Bajêrgeya girêdayî navçeye Gever a Colemêrgê de ji 2 hezar û 648 hilbijêrên 950 deng, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 835 deng stendibûn. AKP’a bi ferqa 115 dengan şaredariya bajarokê stendiye di hilbijartinên giştî yên 2023’yan de tenê 226 deng stendibû û Partiya Çepên Kesk jî hezar û 276 deng stendibû û ferqeke mezin xistibû navberê. 
 
Namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên bi hilbijartina gel hatine diyarkirin, tevî hemû veguhestina hilbijêrên derveyî ûsûlê û hîleyên tên kirin, ji bo bi ferqeke mezin Şaredariya Bajêrgeya bi dest bixin amadehiyên xwe dikin. 
 
GULISTAN AKARSÛ: JI BO ŞAREDARVANIYEKE RAST BÛM ENDAM
 
Gulistan Akarsû di sala 1993’yan de li Bajêrgeyê ji dayik bû. Akarsû ji beşa Rêveberiyên Xwecihî ya Zanîngeha Mêrsînê xwendiye û diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike tev li siyasete bûye û da zanîn ku ji ber vê yeke jî DEM Partiyê bûye endam. 
 
Akarsû destnîşan kir ku armanca wê ya herî mezin “Ji bo gel şaredarvaniyeke rast kirin” e û anî ziman ku ji bo Bajargeyê bi pêş ve bibin gelek projeyên wan hene û wiha got: “Li vê derê deriyê sînor heye. En dixwazin bazareke vekirî ava bikin û bi vê yeke jin û ciwanan îstîhdam bikin. Daxwaza gelê me ya herî mezin vebûn û çalakbûna deriyê sînor e. Heke ev astengkirin ji holê rabin dê bejarokê me bibe navendeke bazirganiyê. Heke bazirganî tune be tu wateya deriyê sînor tune ye.”
 
PROJEYÊN JI BO JIN, XWENDEKAR Û COTKARAN
 
Akarsû diyar kir ku ji bo jin bi awayeke xurt bazirganiyê bikin ew ê “Kooperatîfên hêza jinê” ava bikin da ku karibin rasterast hilberînên xwe di bazarên ku ew ê ava bikin de bifiroşin kiryar û wiha axivî: “Em dixwazin ji ciwanan re navendên wek ‘Pirtûkxane û Dersxaneyan’ ava bikin. Di nav projeyên me de çêkirina hewizên avdaniyê, çêkirina serayan, depoyên hewayê sar jî hene.”
 
‘ÊM Ê AKP’Ê BIŞÎNIN’
 
Akarsû bi bîr xist ku dema AKP’ê fêm kir ku ew ê winda bike, planên xwe yên sala 2019’an dê careke din têxe dewrê û wiha got: “AKP’a ku fêm kiriye dê ji gelê Bajêrgeyê deng nestîne dest bi lîstikên qirêj kir. Bi veguhestina hilbijêrên sixte ve plansaziyan dikin.  Li dijî hemû fêlbaziyên AKP’ê tecrûbe û îradeya me ya xurt heye. AKP nikara tiştên dibêje pêk bîne û li şûna wê xizan xizantir, dewlemend dewlemendtir dibin. Gel di hilbijartinên giştî de bersiva pêwîst nîşanî AKP’ê da û anî ziman ku ew AKP’ê naxwaze. AKP’ê me neanî lê belê em ê bişînin. Dê gel biryara rêvebirina herêmê bide, ne xwediyên hilbijêran ji Rîze û Trabzonê tînin.” 
 
SAFALI: EZ JI BO DEYNÊ XWE YÊ GEL RAZÎ BIKIM BÛM NAMZET
 
Namzetê Hevşaredariyê Fatîh Safali jî di sala 1988’an de li gundê Şahê yê girêdayî Bajêgeyê hate dinê û di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji HDP’ê wek endamê Meclisa Şaredariya Geverê hate hilbijartin. Safali di navbera salên 2019’an û 2021’an de di rêveberiya HDP’a navçeya Geverê de cih girt.
 
Safali da zanîn ku bajarokê wan ji bo derbasbûna turîstan ciheke girîng e û bilêv kir ku ew ê ji bo rêwiyên diçin Îranê û ji wir tên, dê  tesîsên bêhnvedanê ava bikin û ev tişt gotin: “Ji ber em cîranê Îranê ne em ê sînora xwe weke fersendekê bikar bînin. Em ê sukekê wek “Bazara Vekirî” ava bikin da ku gelê me hilberînên xwe li ser standan karibin rasterast bifiroşin. Em ê ji bo firotina hilberînên jinan “Bazara Kedê” ava bikin.” Safali destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê, tevî ku  bajarokê wan Bajêrge li ser Rêya Armûşê yê xizan hatiye hiştin,hêj jî ava paqij naçe gelek gundên bajarokê û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku em di demeke pir nêz de pirsgirêkên binesazî, rê, av û avahîsaziyê temam bikin. Herwiha difikirin ku di navbera sînora Îran û Tirkiyeyê de qadeke bazarê ava bikin. Dîsa ji bo xweza, jinan, kedkar, zarok û welatiyên pîr jî projeyên me hene.”
 
‘DÊ LAWIKÊN GEL BI SER KEVIN NE DIZÊN DENGAN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Safali got ku dê AKP bi hilbijêrên veguhestî, di hilbiijartinê de nikara şaredariyê bi dest bixe û wiha domand: “Pir zelal e ku hilbijêrên veguhestî  bi baldarî hatine hilbijartin.  Hezar û 714 dengên gelê herêmê hene. Çi bikin bila bikin, kîjan hîleyan bikin bila bikin, dê winda bikin. Divê yek deng ji gelê Bajêrgehê neçe van dizên dengan. Heke bi serê misqalê rêzgirtian wan hebûya dê ji hezaran kîlometreyan durtir leşkeran nedianîn vê derê û hêviya xwe bi wan ve girê nedidan. Bila her kes zanibe ku dê lawikên gel ser bikevin ne dizên dengan. Ji ber yên li vê derê dijîn, hilberînê dikin û berdêla wê didin em in. Em ê bi awayê herî baş xwedî li dîrok û şaredariyê xwe derbikevin.” 
 
BANG LI GEL KIR:  EM BERSIVA PÊWÎST BIDIN
 
Di dawiya axaftina xwe de Safali got ku ew ê bi ferqeke mezin, bênîqaş şaredariyê bi dest bixin û wiha pê de çû: “Em ê ne ji bo pere, rant, mûçe û Îhaleyê dê ji bo Erdal Safali,dê ji bo Dayikên Aştiyê Sûsin Akçelîk û Adalet Safalî û Cîhan Akçelîk ên di her kêliya jiyana xwe de ji bo edaletê têkoşiyane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bi ser kevin.Çavê hemû malbatan li me ye û ji me diyariyekê dixwazin. Diyariya herî mezin a me dê ji herêmê şandina van diz û talankaran be. Ez bang li gelê me dikim; bi salan in ên derewan dibêjin we, we xizan dikin, deriyên sînor digirin, AKP û nûnerên wê yên li heremê ne û divê hûn di hilbijatinê de bersiva pêwîst bidin. Wekî ku me di 14’ê gulana 2023’yan de pêk anî, em wan bişînin nav çopê dîrokê.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan