Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên

img
ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajaroka Dêrgulê ji bo ku bi projeyên xwe pirsgirêkên bajarokê bi awayekî mayinde çareser bikin, li benda 31'ê Adarê ne. 
 
Li bajaroka Dêrgûlê ku li xaçerêya çiyayên Cûdî, Gabar û Çiravê yên Şirnexê dikeve, ji bo hilbijartina herêmî kelecaneke zêde heye. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku dixwazin di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li bajarokê ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e, bi ser bikevin, bênavber dixebitin. Li bajarê ku namzeta herî ciwan a Tirkiye û Kurdistanê lê hatiye diyarkirin, eleqeya hilbijêran a ji bo namzetên DEM'ê pir zêde ye.
 
Di hilbijartinên herêmî yên ku di sala 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi rêjeya ji sedî 43,9'ê dengan şaredariyê bi dest xist û di hilbijartinên 2014'an de jî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi rêjeya 45,5'ê bi ser ket. Lê belê di 6'ê çileya 2017'an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de AKP’ê ji derve hilbijêr veguhest navçeyê û şaredarî bi dest xist. Li bajarê ku nifûsa wê nêzî 10 hezar e, dê li derdora 5 hezar û 600 kes biçin ser sindoqan.
 
NAMZETA HERÎ CIWAN
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gullu Dûrak namzeta herî ciwan a rêveberiyên herêmî ye. Her çend 21 salî be jî, di qada siyasetê de hêviyê dide. Dûrak a ji beşa Pêşxistina Zarokan mezûn bûye, diyar dike ku ew wekî jineke ciwan dixwaze bibe dengê jinên ku bi rolên zayendiya civakî hatine dorpêçkirin û dibêje ji ber vê di rêveberiyên herêmî de berpirsiyariyê hîs dike. 
 
Durakê got: “Li jinan tenê wekî xwedîkirina zarokan û kirina karên nav malê tê nihêrîn. Jin ji jiyanê tên dûrxistin û tenê li malê tên girtin. Ji bo jinan ne kar û ne jî qada jiyana civakî heye."
 
‘DÊ JIN DI RÊVEBERIYÊ DE XWEDÎ GOTIN Û BIRYAR BIN'
 
Dûrakê diyar kir ku piştî ku şaredariyê bi dest bixin dê qada rêveberiyên herêmî ji jinan re bê vekirin û wiha got: “Em ê ji bo ku jinan tev li jiyanê bikin projeyan ava bikin. Beriya her tiştî jin dê di rêveberiya bajêr de bibin xwedî gotin û biryar. Di hemû xizmetên ku ji bo bajêr bên kirin de wê serî li nêrînên jinan bê xistin. Her wiha ji bo jin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin em ê qadên kar vekin. Em ê bi avakirina qadên wekî atolyeyên tekstîlê, çandiniya serayê û xalîçeçêkirinê karibin jin bikevin jiyana karsaziyê. Em ê keda jinê bidin xuyakirin. Bêyî ramana jinê jiyan nabe. Em ê li malê, li kar, li şaredariyê û li her qada jiyanê gotin û ramanên jinan serdest bikin. Ji bo jiyanê em ê bixebitin." 
 
GUNDUZ: EM Ê DÊRGULÊ JI NÛ VE AVA BIKIN
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Asker Gunduz (35) ji Beşa Aboriyê ya Fakûlteya Zanîngeha Şirnexê mezûn bûye. Gunduz ê ku bi cotkariyê re mijûl e, her çend du salan li bajêr mamostiye biheq kiribe jî, ji bo xizmeta gelê bajêr ji DEM Partiyê serlêdana namzetiyê kir. Gunduzê ku bi dengê gel wekî namzet hat diyarkirin, ji projeyên ku amadekirine anîmasyonek jî amade kiriye.
 
Gunduz diyar kir ku bajaroka Dêrgulê xwedî dîrokeke 300 salî ye û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a bajêr plansaziya îmarê ye. Gunduz da zanîn ku hema hema tu malên li bajêr xwedî ruxset nîn in û got ku nebûna plansazîya îmarê bajarvanîya bêplan bi xwe re anîye. Gunduz anî ziman ku dema dest bi wezîfeyê bikin dê ji bo pirsgirêka îmarê çareseriyeke radîkal pêk bînin û wiha got: “Em ê avahiyên nû ji qadên çandiniyê dûr bixin û em ê bibin qada hinekî bilind û çiyayî. Yek ji çavkaniyên girîng ên debara gelê me çandinî ye. Ji ber qada çandiniyê dikeve ber îmarê debara gel roj bi roj kêm dibe. Em ê pêşî li vê yekê bigirin."
 
PROJE
 
Gunduz anî ziman ku pirsgirêkeke din a girîng a bajêr ava paqij e û wiha got: “Li bajarê me her çi qas çem hebin jî gel bi hesreta ava paqij e. Bi taybetî ji ber xebatên madenê yên li herêmê, şêniyên bajêr nikarin ava paqij bi dest bixin. Ji çaran sê parên rojê bi qutkirina avê derbas dibe. Gava em bên, em ê yek ji pirsgirêkên sereke yên bajarokê çareser bikin, xwegihandina ava paqij be." 
 
Gunduz bal kişand ser pirsgirêkên binesazî û avahîsaziyê yên li bajêr û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên me yên girîng nebûna qadên hêşîn e. Cihekî ku gelê me lê bêhna xwe vede û bi malbatên xwe re bigere tune ye. Em ê qadeke mesîreyê ya layiqî bajarê xwe ava bikin. Ji ber ku niştecihên bajêr ji bo ku bi malbatên xwe re pîknîkeke piçûk bikin, bi qasî saetekê rêwîtiyê dikin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, em ê qadên ku gelê me karibe bêhna xwe vede û li bajarê xwe bi malbatên xwe re dem derbas bike ava bikin. Her wiha em ê li her taxê ji bo zarokan parkên bi qadên lîstikan ava bikin.”
 
Gunduz da zanîn ku ji bo rê li ber koçberiya welatiyên bajêr a ber bi bajarên cuda ve bigirin dê ji bo pirsgirêka îstîhdamê çareseriyeke mayinde peyda bikin û wiha got: “Em ê li vir bi sepandina çandiniya nûjen ji mirovan re derfetên kar biafirînin. Em ê mêşvanî, dewar û sewalvaniyê jî teşwîq bikin. Dema em van bikin, em ê pirsgirêka bêkariyê ya gelê xwe çareser bikin û gelê me dê bigihêje asta ku li ser axa xwe têra xwe bike. Bi vî awayî em armanc dikin ku rê li ber koçberiya gelê me yê herêmê ya ber bi cihên din ve bigrin." 
 
Gunduz anî ziman ku ew dixwazin bi nêrîneke nû bajêr bi rê ve bibin û wiha got: “Em ê hemû gelê bajêr hembêz bikin û bi yekîtî û hevgirtinê bajarê xwe bi rê ve bibin. Ev erdnîgariya me ye. Em li vir dijîn û em ê ji bo xwe biryara herî baş bidin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku gelê me, me bîne ser vê wezîfeyê da ku em bi gelê bajarokê re bajarê xwe bi rê ve bibin."
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan