Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin

img
RIHA  - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna gel a li navçeya Xelfetiyê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û got: "Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari beşdarî hevdîtina gel a li navçeya Riha Xelfetiyê bû. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Riha yên DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Mûslûm Baran û Ayten Kaya, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn.
 
Hatîmogûllarî û heyeta pê re di ketina navçeyê de bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi karwanî çûn navenda navçeyê. Welatiyan li kolanên ku karwan tê re derbas bû, bi nîşaneyên serkeftinê piştgiriya xwe dan der. Bi sedan kes tevli hevdîtina li ber buroya hilbijartinê ya DEM partiyê bû. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî bi gotina "Silav li welatên ku roj careke din lê hiltê. Cejna Remezanê pîroz be. Meha Remezanê bibe sedema aştî û biratiyê" dest bi axaftina xwe kir. Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de 33 rêwiyên xewnê yên ku li Pirsûsê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku dema dixwestin pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re hatin qetilkirin bi bîr anî û got: "Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Difikirin ku em ê li hemberî zextan çokê bişikînin. Li Pirsûsê du roj berê 17 hevalên me hatin girtin. Ji wan tirê em ê çokê deynin erdê. Divê baş zanibin em ê 31'ê Adarê diyarî hevalên xwe û Îmraliyê bikin."
 
'DEMILDEST DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN'
 
Hatîmogullari bi bîr xist ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û got: "3 sal in tecrîd li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ji bo bidawîbûna vê Nobedên Edaletê hene û ji bo bidawîkirina vê meşa azadiyê hat lidarxistin. Rawestgeha dawî ya vê meşê Xelfetî bû.  Ne tenê hevalên me meşiyan. Bi milyonan kes meşiyan. Sedema van çalakiyan jî ew bû ku meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bû. Dema em dibêjin aştî, ev desthilat bi tanq û topan êrişî me dike. Dibêjin em ê terorê hilweşînin, sînor kilît bikin. Lê gava hatibûn gotibûn divê em ê nehêlin di navbera me û cîranên me de pirsgirêk çêbibin. Lê gelan wan dîwarên dabeşkirinê dîtin. Gel ev qasî feqîr e, ciwan hewil didin biçin derve. Lewma hûn nikarin pereyanji bo SÎHA'yan, ji bo taqn û topan xerc bikin. Ev pirsgirêk ne tenê ya kurdan e, pirsgirêka hevpar a hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Heya ev pirsgirêk çareser nebe em ê li her derî dengê xwe bilind bikin. Divê demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin, em vê dixwazin û em ê bi ser bikevin. Ger deriyê Îmraliyê bê vekirin dê peyamên aştiyê biherikin."
 
'DEM PARTÎ PARTIYA ÇARESERIYÊ YE'
 
Hatîmogullari bi bîr xist ku HDP'ê di sala 2014'an de li Xelfetiyê şaredariyê bi dest xistiye, lê qeyûm tayinî wê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Di sala 2019'an de jî polîtîkaya qeyûm dewam kir û hilbijartinê dizîn. Bi leşker û polîsên ji derve anîn vê yekê kirin. Pêwîst e em di 31'ê Adarê de vê yekê têk bibin. Herin cem her kesê ku dengê xwe nedaye me û bêjin ku divê çima dengê xwe nedin diz û qatilên kurdan. Bang li hemû xelkê Halfetî yên li derve bikin û ji wan re bibêjin biçin avahiya navçeyê ya DEM aprtiyê. Dema hûn şaredariyê bi dest bixin, dê Xelfetî xizmeta divê bê kirin bibîne. DEM Partî, partiya çareseriyê ye." 
 
Hevdîtina gel bi govendgerandinê bi dawî bû. 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan