Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir

  • jin
  • 09:04 7 Adar 2024
  • |
WAN - Dengbêj Mukaddes a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kilam amade kiriye wiha got: “Di 8’ê Adarê de divê her jineke kurd li kolanan be. Divê qad bi tililî û çepikan werin tijekirin.” 
 
Dengbêj Mukkades Yildirim ku di sala 1983'yan de ji ber zext û zoriyên dewletê ji mecbûrî ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî navçeya Miksê ya Wanê kir, ji zarokatiya xwe ve kilamên dengbêjan dibêje. Yildirim, gava 12 salî bûye bi darê zorê bi hevaleke bavê xwe yê 3 caran zewiciye û 7 zarokên wî hene re hatiye zewicandin. Yildirim piştî zewacê zor û zehmetiyên ku hatine serê wê striya û têkoşîna wê ya dengbêjiyê dest pê kir. Yildirim hewl dide çanda dengbêjiyê bidomîne. 
 
WEK ZAROK HATE ‘ZEWICANDIN’ 
  
Dengbêj Mukkades, bilêv kir ku gava hîn zarok bû û li kuçeyan bi hevalên xwe re dilîst bi zorê hatiye zewicandin û wiha got: "Wê çaxê du kes ji bo tûtinê bifiroşin tên Xîzanê û cendirme jî dane dû şopa wan. Bavê min jî wan tîne malê û vedişêre. Bi vî awayî bavê min û tûtinvan dibin heval. Berî bizewice hevalê bavê min ê tûtinvan dibêje 'Hevjîna min û te her du jî ducanî ne. Heke keç û kur ji wan re çê bibin em ê wan bi hev re bidin zewicandin.' Keçeke tûtinvan çêdibe û diya min jî kurek dibe. Paşê birayê min bi keça tûtinvan re zewicî. Lê piştî hevjîna tûtinvan dimire, ji bavê min re dibêje 'min keça xwe da kurê te û niha jî hevjîna min miriye, dixwazim bi keça te re bizewicim.' Gava bûm 12 salî bi darê zorê bi tûtinvanê 54 salî re hatim zewicandin û her roj tundî li min dikir. 7 zarokên wî hebûn. Hin zarokên wî ji min mezintir bûn. Min bi salan ew xwedî kirin û em bi hev re mezin bûn. Neheqiyeke mezin li min hat kirin. Wê çaxê diviya ez li kuçeyan bûma û min ji xwe re bilîsta, lê min li zarokên ji xwe mezintir nerî û xwedî kir." 
 
‘JINÊN KURD DERDBÊJ LÊ ZILAM DENGBÊJ IN’
 
Dengbêj Mukkadesê bilêv kir ku ji ber sozên her du malbatan jiyana wê hatiye tarûmarkirin. Dengbbêj Mukaddesê diyar kir ku piştî hatiye zewicandin wê êşa xwe bi kilaman vegotiyeû wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji xwe re dibêjim 'derdbêj.' Jina kurd derdbêj, zilamê kurd jî dengbêj e. Ji ber ku jina kurd, tim ji bo tiştên hatine serê wê, ji bo zarokên xwe, ji bo xweza, qedexeyan, welat û zextan tim zêmaran dilewbîne. Ji ber mafê jinê yê axaftinê tune ye, çi bihata serê wê bi kilaman ve vedigot. Ez jî wisa dikim. Heta niha min 23 kasêt çêkirin. Her wiha min gotinên gelek stranan jî çêkirine. Heke nestrêm wê di dilê min de bibin lod. Axirê di çanda kurdî de dengbêjî heye, an yan na em jin me dê çawa derd û kulên xwe bianiya ziman? Divê dengbêjî tim hebe." 
 
‘DI 8’Ê ADARÊ DE JI NÛ VE JI DAYIK BÛM’
 
Bi domdarî Dengbêj Mukaddes zehmetiyên zarokatiya xwe bi gotina “Ez keçik bûm, bi dile şikestî” anî ziman û wiha pê de çû: "Min di gelek mijaran de kilam gotin. Min ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî kilamek amade kir. Her çarîneke vê strana min a 8’ê Adarê tê wateyeke cudatir. Dema em zarok bûn em diçûn pîrozbahiyên 8’ê Adarê, lê belê em bi nezanîna girîngiya wê tev li dibûn. Em diçûn qadê, me xwarinên cur bi cur çêdikirin, govend digerand û stranên xwe digotin. Piştî ku min tevgera kurd nas kir û tê de cih girt 8’ê Adarê ji min re bêhtir xwedî wate bû. Rojek ku wekî ji nû ve dayik bûme, hîs dikim. Piştî ku ez gihiştim vê zanebûnê min biryar da ku der barê 8’ê Adarê û Newrozê de kasetan derbixin. Min stran amade kirin û ez êdî li benda derketina wan im.” 
 
Dengbêj Mukaddesê da zanîn ku dema ji bo dengbêjiyê biryar dayî, hem hevjîn hem jî malbata wê li hemberî vê yekê derketine û got ku ew ji bo dernekeve televîzyonê û dengê wê neyê bihîstin, hatiye astengkirin. Di berdewama axaftina xwe de Dengbêj Mukaddesê bilêv kir ku ew li hemberî feraseta ku jinê di malê de hefs dike derdikeve û destnîşan kir ku vîna jinê ya ku li dijî vê ferasetê hefskirinê derdikeve, her ferasetekê perçe dike û wiha got: “Divê her jineke kurd xwedî li 8’ê Adarê derbikeve û wê rojê li kolanan be. Divê 8’ê Adarê qad bi stran, tililî û çepikan were tijekirin.” 
 
Kilama ku Dengbêj Mukaddesê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade kiriye wiha ye:
 
"8’ê Adarê çawa ne?
Hem bi reng û hem ciwan e
Roja hemû dayikan e
Roja kurd û tirk û hemû kesan e
 
8’ê Adarê rehber e
Ser nivîsîn sed defter e 
Min ji xwe re çêkir ezber e
Min a Feqî û Dîlber e
 
Adar meha nav û deng e
Dê xemlîne hemû reng e
Em naxwazin şer û ceng e
Ji azadiyê re dereng e
 
Dayika kurda dike gazî
Dibêje gelo tu çi dixwazî
Ez çi dibêjim tu nabî razî
Em şehîd în hûn ne gazî
 
Bes e şerê wan sedsalan
Hem dibêjim we hem hevalan 
Pîr bûm ketme ser gopalan 
Bes e halê mecalan
 
Bes e bila xwîn ne rije 
Bira lê dixe bira dikuje
Dinya kêr e tu nabêjî
Min reş bûye hiş û mejî
 
Kelha Wanê li meydane
Qîz û xorta lê vedane
Dibêjin werin berxwedane
Îro roja dayikan e"
 

Sernavên din

09/03/2024
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin