Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin

img
ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê diyar kirin ku dê gel di 31'ê Adarê de bersivê bide kesên ku vîna gel desteser dikin û gotin: "Em ê di sindoqê de şeqameke wisa li van bixin ku êdî şerim bikin ku li Qilebanê bikevin hilbijartinê. Em ê şaredariya xwe diyarî hevalê Ehmed Gun bikin." 
 
 
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirin. Bi diyarkirina namzetên şaredariyan, namzet daketin qadan. Yek ji van partiyên siyasî DEM Partiyê li bakurê Kurdistanê pêşhilbijartin pêk anî û bi dengê gel namzetên xwe diyar kirin. Niha jî armanca DEM Partiyê ew e ku bajêr, navçe û bajarokên Kurdistanê yên ku AKP'ê bi dengdêrên ku ji derve anîne desteser kiribûn di vê hilbijartinê de bi îradeya gel bi dest bixe. Yek ji van navçeyan jî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. Navçeya Qilebanê di herêma Botanê de navçeya ku herî zêde bi xwezaya xwe balê dikşîne li ser xwe ye. Çiyayên Heftanîn û Kêla Memê çiyayên herî bilind ên navçeyê ne û her wiha navçe bi zozanên xwe jî balê dikişîne. Navçeya ku piraniya wan ji hilbijêrên DEM Partiyê pêk tê di hilbijartinên xwecihî yên di sala 2019'an de bi veguhestina dengên leşker, polîs û cerdevanan ên ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin. Niha jî DEM Partî hewl dide ku şaredariya wan a ku hatiye desteserkirin bi vîna gel bi dest bixin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeyê Ferîde Ender û Alî Urek der barê projeyên xwe û polîtikayên ku li ser navçeyê tên meşandin de axivîn. 
 
20 SAL IN BÊNAVBER TÊDIKOŞE
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qilebanê Ferîde Ender a ku di sala 1977'an de li Qilebanê hatiye dinê, 20 sal in bi awayekî çalak di nav xebatên partiya xwe de cih digire. Di van 20 salan de di nav komîsyonên taxan de cih girt, endamtiya meclisa şaredariyê kir û hevserokatiya HDP'ê ya navçeyê kir û bi hevalên xwe re mil bi mil bi dixebite. 
 
PROJEYÊN JI JINÊN QILEBANÊ RE
 
Ender a diyar kir ku heta niha ji jinên Qilebanê yek qadek ji aliyê şaredariya AKP'ê ve nehatiye vekirin, anî ziman ku yekem xebata wê jî dê ji bo jinan vekirina qadan be û projeyên xwe wiha vegotin: "Şaredariya pergalê ya heyî heta niha ji bo jinan tiştek nekiriye. Di van 5 salan de jin bi rehetî neçûne şaredariyê û derdê xwe ji wan re negotine. Xwe weke biyanî dibînin. Ji ber ku jin weke şaredariya xwe nabînin. Heke ku tiştek kiribin jî ji aligirên xwe re kirine. Bi hişmendiya, 'ev nêzikî min e û ev ne nêzikî min e' tevgeriyane. Ji ber ku bi vîna vî gelî nehatine hilbijartin. Ji ber wê jî dema ku em hatin hilbijartin xebata ku em destpêkê bidin pêşiya xwe ji jinan re vekirina qadan e. Em ê ewilî şêwirmendiya jinê vekin. Pirgirêkên jinan çi ne, çi dixwazin û rastî kîjan cûreyê tundiyê tên em ê ewilî van tespît bikin. Li gel vekirina şewirmendiya jinê dê jin xwe bînin ziman. Piştî guhdarkirina jinan em ê pêwistiyên wan û daxwazên wan yek bi yek guhdar bikin û çareser bikin. Yek ji projeyên me jî vekirina parqên jinan e. Her wiha qadên aboriyê ji jinan re vekin. Dîsa em ê atolyeyên jinan vekin û em ê di her taxekê de tekstîlên jinan vekin."
 
'EM Ê ŞAREDARIYÊ BIKIN MALA JINAN'
 
Ferîde Ender, bi lêv kir ku ew ê li gorî daxwaz û pêşniyarên jinan dest bi xebatên xwe bikin û wiha berdewam kir: "Li navçeya me jin di malê de hatine hepskirin. Dema ku em hatin ser kar em ê vê hişmendiyê bişkînin û jinan di malê de derbixînin û têxin nava civakê da ku bi awayekî rehet bikaribin bijin. Îro jineke Qilebanê jî nikare bi rehetî biçe deriyê şaredariyê lêbixe û pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe vebêje. Lê dema ku em hatine ser kar em ê wî deriyî ji jinan re vekin. Heke ku daxwazeke wan hebe û pêşniyareke wan hebe em ê bi her awayî guhdar bikin û ji wan re çareseriyê peyda bikin. Em ê şaredariyê bikin mala jinan. Şaredariya me dê nebe şaredariya şexsan dê bibe şaredariya gel."
 
'DEM DEMA JINAN E'
 
Ender, daxwaz ji şeniyên Qilebanê kir ku hişyar bin û xwedî li vîna xwe derbikevin û ev bang kir: "Banga min a ji gel re, bila gelê me hişyar be û careke din nehêlin ku vîna wan desteser bikin. Bi sozên vala bila neyên xapandin. Beriya niha hilbijêrên ku ji derve anîn Qilebanê bandoreke mezin li ser şaredariyê kir. Lê divê ku vê hilbijartinê de gelê me neyê xapandin. Gelê me yê Qilebanê niha bi dil û can bi partiya xwe re ye. Dilê me jî ji wan re rehete, dem dema jinan e û dem dema serkeftinê ye." 
 
30 SALAN PIŞTRE VEGERIYA 
 
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Qilebanê Ali Ûrek jî di sala 1970'yan li gundê Helêtê yê girêdayî navçeya Qilebanê tê dinê. Ûrek, heta sala 1993'yan li gund dimîne lêbelê li gel polîtîkayên dewletê yên ewlekariyê gundê wan jî tê valakirin û bi malbata xwe re nêçar dimîne û koçî Ewropayê dikin. Urek piştî 30 salan, ji bo ku di nav xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de cihê xwe bigire berê xwe da Qilebanê û weke namzetê hevşaredariyê hate hilbijartin. Urek, derbarê namzetbûna xwe de hestên xwe wiha anîn ziman: "Dema ku ez li Ewropa jî ez her tim bi hesreta welat jiyam. Bedena min li wir bû lê rihê min her tim li vir bû. Her tim dilê min li vir bû. Min nedixwest ku ez li wir keyfxweş û gelê min li vir di bin vê zordestiyê de bin. Şaredariya me bi awayekî nehiqûqî hate desteserkirin. Ji ber wê jî min soz da û min got, 'ev neheqiya ku li ser axa min tê kirin ez qebûl nakim' û min berê xwe dîsa da axa xwe. Hatina min a vê derê ew bû ku di hilbijartinê de alikariya hevalên xwe bikim. Partiyê jî ez layiqî namzetiyê dîtim û ev peywîr da min."
 
'AKP'Ê JI XERABKIRINÊ PÊVETIR TIŞTEK DIN NEKIRIYE'
 
Urek, got ku şaredariya AKP'ê li navçeyê pêşiya texrîbatên mezin vekirine û got ku ew ê bajar bi gel re jinûve ava bike û ev tişt got: "Heta niha şaredariya AKP'ê ji Qilebanê re tiştek nekiriye. Ji xerabkirinê pêvetir tiştek nekiriye. Li Qilebanê her 5 metreyan carekî mirov rastî kaniyan tê lêbelê li navendê av nîne. Her wiha bi destûra şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî saetên ceyranê yên gel anîne derve. Deriyên seatên ceyranê her tim vekirine û ev jî ji bo zarokan xetere ye. Ev pêkanîn ne li Stenbolê heye, ne li Enqereyê û ne jî li Ewropayê heye. Lê ev pêkanîn li Qilebanê heye. Çimkî bawerî bi gel nayînin. Dema ku me şaredarî qezenc kir em ê peşiyê de wan qabloyan jê bikin û ez ê wan qabloyan jî bi destê xwe bibirim. Her wiha pirsgirêka avê jî em ê çareser bikin. Her wiha li Qilebanê pirsgirêka parkên wesayitan heye. Em ê parkên wesayitan çêbikin."
 
'EM Ê ŞAREDARIYÊ DIYARÎ HEVALÊ EHMED BIKIN'
 
Urek, da zanîn ku dê Qileban di 31'ê Adarê de bersivê bide kesên ku vîna wan desteserkirine û got ku ew ê şaredariyê diyarî endamê DEM Partiyê Ehmed Gun ê ku hatiye qetilkirin bikin û ev tişt anî ziman: "Gundên Nêrweh, Kiror, Bejûh û Roboskê herêmeke ku AKP'ê kolandine ne. Bi lêgerîna komir û madenê ev herêmên me hemû xerab kirine. Ne ajal dikarin bijîn û ne jî mirov dikarin bijîn. Lêbelê tapoya vê derê ya erdan beyî ku pirsê ji gelê navçeyê bikin bi awayekî bêhiqûqî li ser navê xwe çêkirine. Çawa dibe ku tu diçî erdê xelkê li ser navê xwe qeyd dikî? Em hatine ku vê pergalê bigûherînin. Herêma me gelek dewlemend e û her derê wê çavkaniyên madêne ye. Lê ev nayê wê wateyê ku wêran bikin. Em ê di sindoqê de şeqemeke wisa li van bixin ku êdî şerim bikin ku li Qilebanê bikevin hilbijartinê. Heqê vî gelî xwarine. Em ji wan qebûl nakin. 10 sal in şaredariyê bi rê ve dibin lê kevirek nedanîne ser kevirekî. Bi sala ne ku ne li ser erdê û ne jî bin erdê tiştek nehiştin. Em amade ne û ew ê nikarin hêza me bişkînin. Em ê şaredariya xwe qezenc bikin û diyarî heval Ehmed Gun bikin. Em ê vê şaredariyê bikin şaredariya hevalê Ehmed. Em ê diyarî gelê xwe yê koçber ê ku niha li wargeha Mexmûrê dijin bikin."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

09/03/2024
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin