Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan

RIHA - Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê revandin, komkujî û talankirina xwezayê dewam dike û wiha got: “Darên Efrînê hatin birîn. Daristanên wê hatin tunekirin. 500 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Efrîn a bi dar û ber, kirin çolistan."
 
Welatiyên li Efrîna ku ev 6 sal in ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, her roj bi revandin, destdirêjayî, kuştin, fîdye, tundî û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Kurdên ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi xwerêveberinê kiribûn di sala 2014'an de li Efrînê Rêveberiya Xweser ragihandin û bi gelên din re dest bi pêvajoya avakirina jiyaneke wekhev, azad û adil li ser bingeha Neteweya Demokratîk kirin. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re, kurdên ku têgihiştineke nû ya rêveberiyê ya li ser esasê temsîliyeta wekhev a hemû gelan anîn herêmê, bala hemû cîhanê jî kişandin. 
 
Dewleta tirk ku ji ber xwerêveberiya kurdan û feraseta Neteweya Demokratîk aciz bû di 20’ê Çileya 2018’an de tevî komên paramîlîter êrişî Efrînê kir. Di encama êrişên 2 mehan de dewleta tirk di 18'ê adara 2018'an de Efrîn dagir kir. Kurdên li Efrînê piştî dagirkeriyê ji ber zext, tundî, revandin û kuştinê neçarî koçberiyê bûn. Li şûna kurdên ku neçarî koçberiyê bûn ereb û tirkmenên ji derve hatibûn bicihkirin. Li Efrîna ku beriya dagirkeriyê piraniya wê kurd bûn û weke bajarê Kurdan dihat naskirin, di serdema dagirkeriya 6 salan de gelê ereb ji gelê kurd zêdetir bû. Li Efrîna ku her meh bi binpêkirinên mafan û komkujiyan tê rojevê, di meha Sibatê de jî gelek revandin, komkujî û binpêkirina mafan pêk hatin. Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de li Efrînê pêk hatin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
LI EFRÎNÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN DIDOMIN
 
Şêxo diyar kir ku di meha sibatê de jî gelek binpêkirinên mafan li Efrînê pêk hatinê û ev tişt gotin: “Welatiyên li Efrînê dijîn di meha Sibatê de jî rastî revandin û kuştinê hatin. Di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şêrewa û êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 1 jê zarok 6 jê jin bi giştî 27 welatî hatin revandin. 600 darên fêkî û 200 darên zeytûnan hatin birîn. Ji 27 welatiyên ku hatibûn revandin hinek jî ji wan bi fîdyeya dolar û zeran hatin berdan û yên nehatin berdan jî em nizanin li ku ne û di çi rewşe de ne. Lê em dizanin ku hinek ji wan ji bo fidyeyê hatine hiştin.”
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DIDOMIN'
 
Şêxo di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên Tirkiyê yên li ser navçeya Şêrewa de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Çend roj berê welatiyek di nav zeviya xwe de di encama êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da. Roja Pêncşemê li gundê Soganakê jineke 19 salî birîndar bû. Her wiha malên welatiyên li gund dijîn jî ji ber êrişên dironê zerar dîtin. Tirkiye xwezaya Efrînê talan dike. Efrîna daristan niha bû çolistan. Bi hezaran dar hatin birîn û daristan hatin tunekirin. Zêdeyî 500 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Gelek qadên daristanî ji ber şewatê hatin hilweşandin. Talankirina xwezayê hê jî didome."
 
'TENÊ 150 HEZAR KURD LI EFRÎNÊ MAN'
 
Şêxo da zanîn ku piştî 6 salan hejmara kurdan li Efrînê daketiyê 150 hezarî û got ku Efrîna sedî 90'ê wê kurd bû niha hejmara ereban ji ya kurdan zêdetir e. Şêxo destnîşan kir ku planên Tirkiyeyê yên ji bo guhertina demografiya Efrînê berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran kurd neçar man koç bikin. Malbatên ereb, tirkmen û filistînî anîn şûna kurdan bi cih kirin. Li şûna kurdên ku neçar man malên xwe biterikînin, ereb û tirkmen ji bajarên din anîn û li wan xaniyan bi cih kirin. Her wiha zêdetirî 7 hezar cihên kar ên li navenda Efrînê ku yên kurdên koçber kirinê bûn niha di destê ereb û tirkmenan de ne." 
 
'CINDIRÊSE WERAN BÛ'
 
Şêxo anî ziman ku navçeya Cindirêse ku ji erdhejên 6'ê sibatê yên navenda wan Mereş bû bandor bû gelek welatî ji ber bê xanî man koçber kirinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 250 xanî bi temamî wêran bûn, bi hezaran xanî jî xesara giran girtinê. Bi sedan welatî bê mal man. Malzemeyên alîkariyê yên komeleyên ku ji gelê Cindirêse re şandin jî ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin. Alîkariyên hatin desteserkirin ne li gelê Cindirêsê, li Ereban hatin belavkirin. Welatiyên ku bê mal mane ji ber ku tu alîkarî nedan wan neçar man koç bikin. Cindirêse weran bû. Li Cindirêse tu kes nemaye. Beriya erdhejê gelek welatî ji ber zextên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê koçber bûn lê piştî erdhejê kes nema. Hesin û xirbeyên ku di nava xirbeyên xaniyên hatine hilweşandin de ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin. Xwediyên xaniyan jî destûr nedan ku nêzî malên xwe yên wêranbûyî bibin.”
 
MA - Mahmût Altintaş
 
 
 

Sernavên din

06/03/2024
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin