Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên DEM Partiyê ku tempoya xebatên hilbijartinê bilind kirin, ji bo "şaredarîvaniyeke gelparêz" li welatiyan doza piştgiriyê kirin. 

 
Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bi welatiyan re hatin cem hev.
 
SÊRT
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xizxêra Sêrtê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Rêveber û namzetên DEM Partiyê bi konvoyeke mezin ji navendê derbasî navçeyê bûn li wir ji hêla rêveberiya navçeyê ve hatin pêşwazî kirin. Dû re girse bi meşekê heta ber deriyê buroya hilbijartinê meşiya û li wir govend gerandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetê hevşaredariyê yê Xisxêrê Mûstafa Songûr, namzetê Tiloyê Kasim Yildiz, hevserokên navend û navçeyê yên DEM Partî û DBP û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. 
 
‘EM XWEDIYÊ VÊ AXÊ NE’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku mesele ne bidestxistina şaredariyê ye, mesele ew e ku ew xwediyê vê axê ne. Tekîn, destnîşan kir ku divê xwedî derketinek ji bo vê axê hebe û wiha got: “Mesele çand, ziman û axa me ye. Em birayên hev in, hilbijartin tên û diçin û di vê navçeya de em bi hev re dijîn. Tercîha gelê Xizxêrê çi be li ser serê me û çavê me. Lê namzetê AKP’ê hemû hêzên dewletê daye pişt xwe û bi me re ketiye di nava yarişekê. Ji vê re jî dibêjin ‘yarişa demokratîk ya hilbijartinê’. Ne tenê Xisxêr li hemû cihan heman tişt heye. Qeymeqam, emniyet, walî, notirvan, midûrên saziyên kamuyê hemû ji bo AKP dixebitin. Ev yek ji edaletê dûr e û divê hemû partî weke hev xebatên xwe bimeşîne. Her wiha gelek hilbijêr jî veguhestine navçeyê.”
 
‘DEM PARTÎ PARTIYA GELAN E’
 
Dû re parlementer Sabahat Erdogan Saritaş axivî û da zanîn ku xwezaya Xisxêrê talan dikin ku gelê Xisxêrê ji vir koç bikin. Saritaş, bi bîr xist ku li vir hêza dewletê û hêza berjewendiyê heye û ev tişt got: “Ji bo gel tiştek nîne. Ji bo berjewendiyên xwe ti xizmetê ji bo gel  nakin û hêza dewletê dane pişt xwe ku dixwazin îradeya gelê me bin pê bikin.  Lê va ye DEM Partî li vir e û partiya kurdan e. Partiya kesên ku rastiyê neheqiyê hatine, rastiyê, xwezayê, jinê, civakê, wekhevî, demokrasî û pirzimaniyê diparêze ye. Ev partî partiya gelan ne. Lê yên ku li vir ji bo berjewendiyên xwe bi aqlê dewletê yê qirêj tevdigerin jî dizanin dê rojekê ew jî bên li ser rêya rastiyê. Em li vir bang li wan dikin, dev ji berjewendiyên biçûk berdin û werin tev li vê meşa azadiyê bibin, serfiraz û serbilind bimeşin.”
 
‘HEMÛ PARTÎ LI DIJÎ KURDAN DIBIN YEK’
 
Saritaş, bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê jî û wiha berdewam kir: “Gava pêvajoya hilbijartinê dest pê dike, hemû partî li hember kurdan dibin yek. Sedem jî ewe ku gelê kurd sernekeve, nebe hêz û ji gelan re xizmetê neke. Ev du car in vîna gelê kurd li Kurdistanê tê desteserkirin. Sedem çiye? Hemû hevşaredarên me niha li der ve ne. Yek tiştî ku bikin hincet nikarin bibêjin, nikarin bibêjin diz in, talanker in, berjewendiyên xwe diparêzin. Lewma dibêjin ev ji bo demokrasiyê têdikoşin û ev yek jî ji bo wan astengî ye. Hêzên ku zimanê me, çanda me, wêjeya me qedexe dike dê têk biçin.”
 
‘MAFDARIN KU JI ME BITIRSIN’
 
Herî dawî namzetê hevşaredariyê yê Xisxêrê Mûstafa Songûr jî xêr hatina girseyê kir û got ku Xisxêr bi rastî jî di xetereyekî mezin de ye. Songûr, anî ziman ku ew ê tirsa desthilatê bişkînin û wiha got: “Em hêzekî xurt in, heke em hêzekî xurt nebûna partiya desthilat û partiyên muxalefetê hilbijêr neveguhestin van bajaran. Lê ew bi maf in ku ji me bitirsin.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û şandeya DEM Partiyê serdana esnafên navçeyê kir. 
 
Piştre şande derbasî bajaroka Bêdarê ya girêdayî Xisxêrê bû û li vir jî bi coşeke mezin buroya xwe ya hilbijartinê vekir. 
 
DÎLOK 
 
Rêxistina Dîlokê ya DEM Partiyê li navenda navçeya Şahînbeyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer û Namzeta Hevşaredariyê ya Kirkamişê Dîlan Coşkûn û gelek endamên partiyê yên jin di merasîma vekirinê de amade bûn. 
 
Beriya vekirinê Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer axivî û diyar kir ku buroya hilbijartinê ya hemû jinan e.
Namzeta Hevşaredariyê ya Karkamişê Dîlan Coşkûn diyar kir ku wan hêviyê li kuçe û taxan birêxistin kiriye û got: “Jinbûn ji bo her desthilatdariyê xetere ye. Em kurd bindestî û êşê baş dizanin. Lê belê em berxwedana li hemberî vê jî baş dizanin. Jina kurd nûnera herî baş a têkoşîna li ser rûyê erdê ye."
 
Piştî axaftinan buro bi çepik û tilîliyan hat vekirin.
 
RIHA
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Namzetên Hevşaredariyê yên Karakopru ya Rihayê Rezzan Ayhan û Ridvan Yavûz, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Odeya Dermanfiroşan a Herêma 27'an kirin û der barê projeyên xwe de agahî dan.
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphi Yilanci serdana dikandarên li ser rêya 24 Metreyê kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Eyyubiyeyê Adalet Eriş û Halîl Akbaş jî li Taxa Şêx Meqsûdê bi welatiyan re hatin cem hev.
 
CÛRNÊ REŞ
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen, li navçeya Cûrnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kir. Erkmen ku tevî Namzetên Hevşaredariyê yên navçeyê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş esnafan ziyaret kir, li pirsgirêkên esnafan û pêşniyazên wan ên ji bo xizmetên rêveberiyên herêmî guhdarî kir. Erkmen diyar kir ku divê êdî şaredarî ji tekela malbatan derkevin û got: "Dem hatiye ku gel bi îrade û hêza xwe xwe bi rê ve bibe."
 
Paşê buriya hilbijartinê hat vekirin. Merasîma vekirinê bi gerandina govendê ya li ber stranên kurdî yên Hozan Servan bi dawî bû.
 
WÊRANŞAR
 
 
Li Wêranşarê Namzetên Hevşaredariyê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn esnafan li Taxa Golbaşi, Kolana Eskî ya Rihayê û Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ziyaret kirin. Parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar li gel namzetan amade bû. Esnaf eleqeyeke mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.
 
SERÊKANİYÊ
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Serêkaniyê îro ji du baskan xebatên xwe yên hilbijartinê li dar xistin. Namzetê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman serdana welatiyên erdên wan li Cîsseya li Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê (TÎGEM) ziyaret kir.
 
Namzeta hevşaredariyê ya din Rahşan Yazar jî çû serdana koçerên gundê Arbitê. Yazar bi taybetî rastî coşa jinên koçer hat. Piştre Yazar di civînên li navenda navçeyê de bi gelê navçeyê re hat cem hev û serdana malan jî kir.
 
XELFETÎ
 
Li navçeya Xelfetiyê Namzetên Hevşaredariyê yên DEM partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan îro li gundên Gogana Mezin, Kantarma, Kinik, Nuxrut xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Parlementerê Rihayê Omer Ocalan jî beşdarî serdanên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyê bûn. 
 
BÊRECUK
 
Li navçeya Bêrecûkê Namzetên Hevşaredariyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manas esnafên Meydanê ziyaret kirin û di civîna gel de bi welatiyan re hatin cem hev.
 
PİRSUS
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Mûslûm Baran û Ayten Kaya esnafên Sîteya Pîşesaziyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê piştre bi jinan re 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re li nêzî sînorê Kobanê pîroz kirin û govend gerandin.
 
SÊWEREG
 
Li Sêweregê (Namzetên Hevşaredariyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak bi rojnamevanên ku di çapemeniya herêmî de dixebitin re hatin cem hev û sozên ragihandin. Piştre namzetên hevşaredariyê çûn serdana Komeleya Astengdaran, Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Sêweregê û Odeya Xwarinê ya Sêweregê û doza piştgiriyê kirin. 
 
HEWAG
 
Li navçeya Hewagê Namzetên Hevşaredariyê Aygul Kapliyakali û Îsmaîl Yildiz xebatên xwe yên hilbijartinê li gundên Hacîler  û Saxûcakê berdewam kirin. Namzetan derî bi derî geriyan û piştgirî ji welatiyan xwestin. 

Sernavên din

06/03/2024
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin