Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn

  • rojane
  • 16:46 29 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di vekirinên buroyê yên li gelek navendan xebatên xwe yên hilbijartinê lezandin. Di vekirinên hatin kirin de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê hate dayîn. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
MÛŞ
               
DEM Partiyê li navçeya Gimgim a Mûşê buroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirinê buroya li ser Cadeya Mûşê bi alên partiyê hate xemilandin. Li ber buroya ku bi sedan welatî hatin bahev li ber dahol zirneyê govend hate gerandin. Endamên partiyê di ketina navçeyê de li benda parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û rêveberiya rêxistina bajêr ku dê tev li vekirinê bibin sekinîn. 
 
Piştî hevdîtinê bi konvoyê tûr hate avêtin û hatin ber buroyê. Komeke endamên partiyê yên li ber Mizgefta Haci Kaya kom bûn jî bi meşê hatin cihê ku buro dê lê were vekirin. 
 
‘EM Ê QEYÛM BIŞÎNIN’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Gimgimê Gulbahar Kaya ya di vekirinê de axivî, wiha got: “Gelê Gimgimê bi salane vîna xwe deyne holê. Em vî qeyûmî qebûl nakin. Vîna vî gelî bi xwe dê qeyûman bişîne.” Namzetê din ê hevşaredariyê Giyasettîn Aydemîr jî anî ziman ku 7 sal in şaredarî di bin pergala qeyûm de ne û wiha axivî: “Vîna we bi darê zorê ji destê we hate wergirtin. Di her hilbijartinê de vîna gelê me zelal e. Ez bawer dikim ku dê di vê hilbijartinê de jî bi awayekî zelal vîna xwe deynin holê. Hûn ê dengê xwe bi awayekî xurt derxînin. Em ê van qeyûman bişînin. Em ê ji van pergala qeyûman re bêjin na.”
 
‘EM Ê JI KESÊN KU KURDÎ ÎNKAR DIKIN RE BIBIN BERSIV’ 
 
Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz a bi silavkirina girseyê dest bi axaftina xwe kir, îşaret bi hilbijartinên herêmî yên ku 31’ê adarê bên kirin, kir û  anî ziman ku divê bi awayekî xurt tev li xebatên hilbijartinê bibin. Boz Meşa Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin bi bîr xist û got: “Gelê Gimgimê çawa ku xwedî li Meşa Azadiyê derket dê di heman demê de xwedî li vîna xwe jî derkeve. Em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinan qezenc bikin û ji qeyûman re bibin bersiv. Em ê di vê hilbijartinê de ji kesên kurdî înkar dikin re bibin bersiv. Ev rêya me rêyeke birûmet û pîroz e. Em ê dest ji rêya xwe bernedin.”
 
Vekirina buroyê bi tilîlî, çepik û stranan hate vekirin. Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Elcewaz a Bedlîsê li navenda navçeyê buroya hilbijartinê vekir. Dora buroya hilbijartinê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Namzetên hevşaredariyê yên Elcewazê Dîlek Akdag û Cesîm Tusun û Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan tev li bûn. 
 
‘EM Ê TIŞTÊN AYDÊ GEL LI GEL VEGERÎNIN’
 
Ji namzetan Dîlek Akdag anî ziman ku dê navçeyê tevî gel birêve bibin û wiha got: “Em ê meclisên gund û taxan û kooperatîfan ava bikin. Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re ji vê çerxê re bibêjin bes e. Em ê rê nedin wan kesên navçeya me mîna şîrketa malbatê birêve dibin. Em ê tiştên aydê gel dîsa li gel vegerînin.” 
 
‘EM DIXWAZIN BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’
 
Namzet Cesîm Tusun jî da zanîn ku dê cihêkariyê nekin û Elcewazê bi hev re birêve bibin. Bi domdarî Tusun ev tişt anî ziman: “Partiyên din navçeya me veguherandin dojehê. Banga me ji bo her kesên pêşeroja zarok û ciwanên xwe difikirin ew e ku dengê xwe bidin me. Ev der veguherandine cihê rant û nelirêtiyê. Ji bilî talan, deyn û firotinê tu tiştek ji bo xelkê navçeyê nekirine.” 
 
‘WE ÇIMA DI 22 SALAN DE XIZMET NEKIR?’ 
 
Parlamenter Huseyîn Olan jî di axaftina xwe de wiha got: “Rêyên vê derê tije korik in. Gaza xwezayî heye lê li Elcewazê nîne. Dibêjin; ‘Serokê AKP’ê yê Bajar Elcewazî ye, dê xizmetê bîne Elcewazê.’ Ev 22 sal in partiya te îktîdar e û heta niha ji vî gelî re çiqas xizmet kiribe, dê serokê te jî ewqas xizmetê bike. Erdogan jî dibêje; ‘divê herêm û navend ji heman partiyê bin da ku xizmet biçe.’ Wê demê em jî dipirsin, ev xizmet di nava 22 salan de çima neçû? Divê mirov hesaba vê bipirse.” 
 
ERZIROM
 
DEM Partiyê li Qereyazi ya Erziromê jî Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekir. Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Erziromê û namzeta hevşaredariyê ya Qereyaziyê Bahar Goksu tev li vekirina buroyê bûn. Jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Parlamenter Varli di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Me jî bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ starta 8’ê Adarê da. Em dibêjin em jî hene.” 
 
Namzet Bahar Goksu jî got ku heke ew bibin yek û bi hev re tevbigerin dikarin bi ser kevin. Piştî axaftinan jî buro hate vekirin. 
 
DÎLOK
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Ereban a Dîlokê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Dîlokê Selman Tutumlu, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Mehmet Bozgeyîk, rêveberên navçeyê û gelek welatî tev li vekirinê bûn. Girseya ku bi konvoyê hatî cihê vekirina buroyê, ji hêla jin û ciwanên cilên kurdî li xwe kirin û bi govendê hatin pêşwazîkirin. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Erebanê Rifat Dagdelen got ku heta niha tu xizmet ji navçeyê re nehatine kirin û ev tişt anî ziman: “Em şaredarvaniyeke wekhev, durist û civakî dixwazin. Em ê vê pêk bînin.” 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Dîlokê Selman Tutumlu jî anî ziman ku dê destûrê nedin ku şaredarî veguherin navendên rant û nelirêtiyê. Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
SÊRT
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DBP) Keskîn Bayindir, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Sêrtê kir. Bayindir ji hêla hevserokên DBP’ê yên Sêrtê Mûazzez Bûlga û Ferhat Başkûrt, hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Eşref Tekîn û Revşan Arslan, hevserokên navçeyên navendî ve li têketina bajêr hat pêşwazîkirin. Bayindir û şandeya ku ew pêşwazî kirin, derbasî avahiya navendê ya DBP’ê bûn û li wir bi rêveberên DBP û DEM Partiyê re hevdîtin kir. Bayindir û rêveberên partiyê ku li ser rewşa Sêrtê sohbet kirin, serdana şîna malbatekê kirin û piştre derbasî Rêya Guresê bûn. Bayindir, li wir jî serdana dikandaran kir û derbasî buroya hilbijartinê ya jinan bû. 
 
Bayindir ku bi girseya pê re heta buroya hilbijartinê ya Şelaleyê dikandarên li ser Rêya Guresê silav kir, li buroya hilbijartinê ya Şelaleyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bayindir li vir bi gel re govend gerand û kêliyên rengîn derketin holê. 
 
‘SIYASETA ME AŞITÎ, BIRATÎ Û AZADI YE’
 
Piştî gerandina govendê Bayindir axaftinek kurt ji girseyê re kir û ji girseyê re got ku ew dê bi pêşengtî û alikariya girseyê di hilbijartina 31’ê Adarê de serbikevin. Bayindir, da zanîn gelê me û gelê Sêrtê bi salane di bin zilma qeyûm ku vîna gel bin pê kiriye, de ye û diyar kir ku lê ew dê di hilbijartinê de van qeyûman bişînin Enqereyê. Bayindir, bi domdarî wiha got: “Bi alîkariya we em ê wan bişînin Enqereyê. Vî gelî li hember zilm û zordariyê ti caran serî netewandiye û ji niha pê ve jî natewîne. Em ê vê yekê di 31’ê Adarê de nîşanî dostê xwe jî dijminê xwe jî bidin. Em weke gelê kurd û dostên û hezkiriyên gelê kurd ku li Sêrtê gelê ereb jî heye, em hertim dibêjin siyaset û tevgera me aşitî, azadî û biratî ye. Em li vir ankû Sêrtê jî destê biratiyê, azadiyê û aşitiyê dirêjî herkesî dikin. Em dibêjin ku cihê we ev der e, keremkin werin û di nava siyaseta me de partiya me de cihê xwe bigirin ku em Sêrtê bikin baxçeyê gulan, gula Botanê û mizginiya biharê.”
 
‘DÊ SERKEFTIN YA GELÊ KURD Û EREB BE’
 
Di berdewamiyê de Bayindir, bi bîr xist ku desthilat bi hemû hêz û derfetên dewletê di ser wan de diçe, lê nikare çok li wan daynin û nikare serê wan bitewîne. Bayindir, da zanîn ku ji ber vê yekê desthilat dest diavêje dek û dolaban û hîleyan û wiha dirêj kir: “Dîsa bi hezaran hilbijêr veguhestine Sêrtê ku dîsa vîna gel desteser bikin. Lê em vê yekê qebûl nakin û dê gelê Sêrtê di 31’ê adarê de zileyekî (tokat) wisa li we bixe ku feleka we şaş bibe. Ti wijdan û ti exlaq vê zilm û zordariyê qebûl nake. Şaredariya Sêrtê heqê gelê kurd û ereb e û dê serkeftin ya her du gelan be. Em bang dikin ku roj roja xebatê, kar e. Em talîbê dengên herkesî ne û deriyê me û dilê me ji herkesî re vekiriye. Divê em mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund bixebitin. Em li ser navê namzetên hevşaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî jî soz didin ku bi hemû hêz û qaweta xwe ji bo gelê Sêrtê xizmet bikin.”
 
Piştî axaftina Bayindir, girse belav bû û dê Bayindir di saet 19’an de li Mala Şînê ya 99 Evlerê bi gel re bê ba hev.
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade