DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast

  • rojane
  • 11:09 28 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Nûnerên DFG û TGS’ê ji bo Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku 10 meh in girtî ye sibe danişîna wê tê lidarxistina banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Ev danişîn ne tenê ji hêla rojnamegeran ve, ji bo civakê jî girîng e. Ji ber ku Dîcleyê mafê agahîgirtinê yê civakê parast.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû jî hate binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de hate girtin. Muftuoglû dê sibê careke din derkeve pêşberî dadgehê. 
 
Rojnameger Muftuoglû bî îdiayên “avakirin û birêvebirina rêxistinê" û “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û danişîna wê ya sêyemîn dê sibe saet di 10.45’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.
 
Edîtora JINNEWSê û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçuk û nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê Mahmût Oral ji bo piştevaniya Muftuoglû banga piştevaniyê kirin. 
 
‘ROJNAMEGERÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
 
Sekretera DFG’ê Gulşen Koçuk destnîşan kir ku di salên dawî de tim rojnamegerî tê krîmînazîkirin û wiha got: “Ya rastî ya tê darizandin ne tenê Dîcle Muftuoglû ye. Me di darizandina hevalên xwe yên dîn de jî dît bê ka rojnamegerî çawa tê krîmînalîzekirin. Axaftina hevalên me bi çavkaniyên xwe re kirine, cihê ku ji bo çêkirina nûçeyan çûbûnê, gera wan, axaftinên bi malbatên xwe re kirine, dan û standinên wan tevek weke sûc derdikevin pêşberî rojnamegeran." 
 
'DEMA DESTHILAT DIKEVE ZORÊ JI EWIL ROJNAMEGERAN HEDEF DIGIRE’
 
Koçuk, anî ziman ku dema desthilat dikeve zorê ji ewilî rojnamegeran hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me beriya niha jî dît. Kengî ku pêvajoya pevçûnê dest pê kir, kengî ku desthilat bikeve nava krîzê, ji ewil rojnamegeran hedef digire. Ev yek ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li her dereke cîhanê rêbaza yekemîn a a desthilatan e. Dema em li daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) dinêrin, em dibînin ku rewşa Tirkiyeyê ji hêla mafê agahîgirtinê ya rojnamegeran ve nebaş e. Muftuoglû girtî ye, ev yek jî vê mijarê piştrast dike.” 
 
‘DÎCLE MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ CIVAKÊ DIPARÊZ E'
 
Koçuk, bi bîr xist ku Muftuoglû rojnameger e û da zanîn ku sedama girtina wê jî rojnamegerî ye. Koçuk, diyar kir ku danişîna ku sibê dê were lidarxistin ne tenê ji hêla rojnamegeran ve, ji hêla civakê ve jî girîng e û wiha pê de çû: "Dîcleyê di parastina xwe de ne tenê rojnamegerî, mafê agahîgirtinê yê civakê jî parast. Ji ber vê yekê piştevaniya li wê derê tê nîşandan hem ê pîşeya rojnamegeriyê xurt bike hem jî dê mafê agahîgirtinê yê civakê û mafê hînbûna heqîqetê yê civakê xurt bike.” 
 
Koçuk, banga piştevaniyê li hemû rêxistinên pîşeyî, hempîşeyên xwe û raya giştî ya demokratîk kir û vexwend pêşiya Edliyeya Amedê.  
 
ORAL: EM NE LI BENDA RÊZGIRTINÊ ÎKTÎDARÊ NE
 
Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî anî ziman ku girtina Muftuoglû ya di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeriya Azad a Cîhanê de nêzîkatiya desthilatê dide der. Oral, da zanîn ku ew ne li bendê ne ku desthilata li dijî rojnamegeriyê ewqas bêpîvan û xirabiyeke mezin tevdigere, rabe rêzê ji rojnamegeriyê re bigire. Oral bi bîr xist ku wekî Muftuoglû niha 13 endamên komeleya wan jî girtî ne. 
 
‘ARMANC DORPÊÇKIRINA ÇAPEMENIYÊ YE’
 
Oral, anî ziman ku hevalên wan di demên herî afirîner de yan li girtîgehan tên ragirtin an jî li eywanên edliyeyan neçar dimînin ku parastina rojnamegeriyê bikin. Oral, wiha dom kir: "Piştî îktîdara heyî di sala 2002'yan de li ser kursiya desthilatê rûniştî, ji ewil dest pi operasyonên çewisandina çapemeniyê kir. Dema mijara behsa xeberê dibe rojnamegerên kurd, hêj bêhtir bêpîvan, xemsar û bêrehmî tevdigerin." 
 
‘DIVÊ ROJNAMEGERÎ WEKE XEBATEKÎ TERORÎZMÊ NEYÊ DÎTIN’
 
Oral, bilêv kir ku tevahiya tiştên Muftuoglû pê tê sûcdarkirin xebatên rojnamegeriyê ne û wiha pê de çû: "Me gelek caran anî ziman ku divê êdî rojnamegerî li Tirkiyeyê weke xebateke terorîzmê neyê dîtin. Dê sibê careke din danişîna Muftuoglû were lidarxistin. Wek rêxistinên rojnamegeriyê me çendek roj berê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Hêvî dikim bersiva banga me bidin û piştgiriya bi Dîcle Muftuoglû re zêdetir bibe.” 
 
‘ÇAPEMENIYA KURD TU CARAN BÊDENG NEMA’
 
Herî dawî jî Oral ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê zextên ser rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibin. Diyar e ku dê desthilat dest ji van nêzîkatiyên xwe yên bêpîvan bernede lê belê dê nikare rojnamegeran jî biçewisîne. Rojnamegerên di nava çapemeniya kurd de cih digirin, bi dehan hevalên xwe winda kirin. Tevî vê yekê jî bêdeng neman. Ji ber vê yekê bi tirsandinê, bi binçavkirinê, bi girtina saziyan ne pêkan e ku desthilat dengê rojnamegeriyê û rojnamegeran asteng bike. Em wek kes, bang dikin ku her kes piştgiriyê bide hempîşeya me û wek sazî jî bang dikin ku hemû rêxistinên çapemeniyê vê danişînê bişopînin. Divê piştevaniyeke xurt bidin Muftuoglû."

Sernavên din

01/03/2024
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin