Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin

  • jin
  • 16:57 27 Sibat 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş a di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de hate kirin de axivî, wiha got: “Dengê jinên Kobanê dê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Êlihê û ji wir bigihe Ewropayê. ‘Jin jiyan azadî’ dê li her derê cîhanê ji bo têkoşîna jinan bilind bibe. 
 
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran starta bernameyên 8’ê Adarê hate dayîn û hin çalakî û aktîvîteyên cur bi cur hatin kirin. Jinên di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derketin kolanan, diyar kirin ku dengê “jin jiyan azadî” ku dirûşmeya jinên kurd e ji bo guherîn û veguherînê dê li her derê cîhanê bilind bibe. 
 
EDENE
 
TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê starta çalakî û aktîvîteyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dar bixin bi daxuyaniya çapemeniyê dan. Ji bilî gelek jinan, namzeta hevşaredariyê ya Seyhanê ya DEM Partiyê Sever Ûzûn û namzeta hevşaredariyê ya Yuregîrê ya DEM Partiyê Şukran Eferturk tev li daxuyaniya li Parka 8’ê Adarê ya li Taxa Gulbahçeyê ya girêdayî navçeya Seyhanê hate lidarxistin bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê li ber erbaneyan govend hate gerandin. Di daxuyaniya her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hate berzkirin de metnê çapemeniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya xwend. 
 
Kaya ya qala dîroka berxwedana 8’ê Adarê kir, anî ziman ku jin li dijî pergala serwer a mêr li kolanan, li qadan li ber xwe didin û wiha got: “Em di 8’ê Adarê de dîsa li qadan in. Em li Cîhanê li Rojhilata Navîn li Kurdistanê 8’ê Adareke din di bin siya şer, krîza aboriyê, komkujiyên jinan û ekolojiyê û newekheviyê û berxwedan û têkoşîna li dijî polîtîkayên mersalariyê tên dayîn pêşwazî dikin.”
 
Kaya destnîşan kir ku weke TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê avê, axê, daristanan, xwezayê û qadên jiyanê bi parêzin û wiha got: “Zimanê me yê dayikê, nasnameya me tê înkarkirin, bi polîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakî tê tunekirin. Weke TJA û DEM Partî ji bo zimanê xwe yê dayikê , çand û nasnameya xwe bidin jiyîn di serî de jinên kurd hemû beşên civakê vedixwînin têkoşînê û em soz didin ku di serî de kurdî ji bo hemû ziman bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn em ê têkoşînê mezin bikin.” Kaya ya bi gotinên namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê axaftina xwe domand, anî ziman ku bi hêza ji siyasetmedarên jin ên girtî digirin dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. 
 
Jinan piştî daxuyaniyê bi belavokên belav kirin hem ji bo DEM Partiyê deng xwestin hem jî di çarçoveya 8’ê Adarê de bang li jinan kirin ku derkevin qadan. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê hate dayîn. 
 
Jinên ku bi wêneyên siyasetmedarên girtî û jinên hatine qetilkirin heta Parka Rêyabejahiyê ya Mêrdînê bi erbaneyan meşiyan, cil û bergên netewî li xwe kirin. Parlamenterên bajêr Berîtan Guneş û Salîha Aydenîz jî beşdarî daxuyaniya li vir hate dayîn bûn. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî re ber bi 8’ê Adarê ve” berz kirin. Metna bangê li ser navê TJA’yê Eylem Amakê xwend. 
 
Amak, a bi bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Bi hêza em ji jinên pêşeng ên weke Roza, Sara, Evîn, Zelalan digirin em ê di 8’ê Adarê de li qadan, li kolanan, li meydanan bin.”
 
Parlamentera MêrdînÊ Berîtan Guneş a pişt re axivî, bi lêv kir ku ji îro heta 8’ê Adarê dê dengê jinan li her derê were bihîstin û wiha got: “Îro dê dengê jinên Kobanê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Mêrdînê, Êlihê ji wir bigihe Ewropayê. Ev dengê li her derê cîhanê bilind dibe dê ji bo têkoşîn û doza jinan bilind bibe. Ev deng dengê Nagîhan Akarselê ye. Ev dengê li her derê bilind dibe dê li dijî tecrîdê bibe dengek.”
 
‘EV DER BAJARÊ ME YE’ 
 
Guneş, destnîşan kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 36 meh in agahî nayên girtin û wiha berdewma kir: “Ev tecîd sedemê şer, dijminatiya jinan û komkujiya jinan e. Dengê jin jiyan azadî yê li her derê cîhanê bilind dibe dê bilindbûna wî ji bo guherîn û veguherînê bidome. Îro em li Mêrdînê bi hemû rengên xwe re hatin bahev. Ji bo bibin dengê jinên bi salane tên qetilkirin, windakirin mafên wan ji destê wan tê girtin em li vir in. Ev deng ji aliyê tu desthilatan ve nikare were bêdengkirin. Li Mêrdîna ku bajarê jinan e kes nikare nîşanî me bide ku em ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê an na. Em dizanin em ê li ku daxuyaniyê bidin, em ê biryara vê bidin, ji berk u ev der bajarê me ye. Bila herkes vê bizane. Em ê têkoşîna jinan li vir mezintir bikin. Ez ji vir hemû hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê de Sebahat Tuncelê, Gultan Kişanakê, Ayla Akatê û hemû berxwedêrên azadiyê silav dikin.” 
 
Daxuyanî bi govend û stranan bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

01/03/2024
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin