Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin

  • rojane
  • 16:09 17 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiya Nobeta Edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku divê hemû derdor li dijî tecrîda roj bi roj belav dibe, toreke xurt a têkoşînê ava bikin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 75’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edelatê tecrîdê bişkînın, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu got ku divê her kes bibe dengê grevên birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Em aştiyê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên bindest dixwazin. Ya ku îro li Kurdistanê bi serê me tînin, îsraîlê jî bi serê Filistînê ne anîne. Bi sala ye nekarîn vî gelî bêdeng bikin û îradeya wan bişikînin. Em axwazin tu kes hêsiran bibarîne.” 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 17’an de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana nobetê. Di serdanan de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Ji welatiyan Mevlûde Onat di çalakiyê de axivî û xwest ku hemû derdor ji bo rakirina tecrîdê li her deverê belav bûye toreke xurt a têkoşînê ava bikin û ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin jî her kes bihestiyar tevbigere. 
 
Ji welatiyan Şukriye Acar jî got ku zext û zilm li gelê kurd tê kirin û ev tişt anî ziman: “Bi xwedîderketina li ziman, çand, hebûn û nirxên xwe em dikarin li dijî vê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe ava bikin dê bihêztir bibin.” 
 
Nobet, bi gotina stranan û dirûşman berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 76’an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleyê û welatî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakî bi stranên dayikan berdewam kir. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya li AATUHAY-DER’ê li Edeneyê hatiye destpêkirin jî di roja 76’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 75’en de dom kir. Rêveberên Şaxa OHD’a Wanê û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dikeve meha 4’an. Weke OHD’ê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Heta ku tecrîd tê şikandin û rêyên hiqûqî tên vekirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”, stran û serdanan berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Çalakvanên ji navçeya Dêrikê hatin serdanê, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li nobetê bûn. Perwerdeya zimanê kurdî ya di nobetê de îro jî berdewam kir. 
 
NÎQAŞ HATIN KIRIN
 
Di nobetê li gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, her wiha azadiya jinê jî hate nîqaşkirin. Têkildarî derketina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û jineolojiyê nirxandin hatin kirin. 
 
Di çalakiyê de her wiha dayikan daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Aştiyê Hamdiye Kiran got ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re çalakiyê li dar dixin. Kiran, got ku heta digihijin armanca xwe jî dê çalakiya xwe bidomînin. Ji Dayikên Aştiyê Hulya Tekîn jî diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, gelê kurd yekitiya xwe ava bike û bi hev re rabe ser pêyan. 
 
Piştre jî di nobetê de derbasî xwendina çîrokên kurdî bûn. Di vê beşê de “Çîroka Keçka Kuştî” hat xwendin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatiye destpêkirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê dom kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo avakirina aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
‘GELÊ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE YE’
 
Rêveberên KAYY-DER, ANYAKAYDER û Sendîkaya Teqawidên Şoreşger hatin serdana nobetê. Hevseroka KAYY-DER’ê Bîlsen Ozdogan li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Têkoşîna dayikên me ji bo me gelek binirx e. Divê hemû rêxistin piştgiriyê bidin. Yek ji sedema têkçûna aboriyê şer e. Ji ber ku bûdçe ji bo şer tê veqetandin. Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye. Gelê kurd di tecrîdê de ye. Gel û rêberên me di girtîgehan de ne. Em ji bo piştgirî û piştevaniyê li vir in. Em vê weke berpirsyartî dibînin.” 
 
 
 

Sernavên din

18/02/2024
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin