‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’

  • rojane
  • 15:38 17 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî gotin ku li dijî girtiyên nexweş nêzikatiyeke dijminane di meriyetê de ye û xwestin ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran Salman Yildiz, Serhat Karsu û Ufuk Keskîn bên berdan. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş  Azadî li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F’yê” li dar dixe. Çalakî di hefteya 621’an de li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serhat Karsu yê li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin. Her wiha wêneyên girtiyên nexweş û dovîz hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin berzkirin. 
 
Daxuyanî ji hêla endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Ferît Barût ve hate xwendin. Barût got ku tevî hemû hewldanan jî rewşa girtiyên nexweş jinedîtî ve tê, tehliyeya wan tê astengkirin û wiha domand: “Li gorî serlêdanên ji bo komeleya me tên kirin, rayedarên girtîgehan, hinek bijîşkên revîr û nexweşxaneyan û xebatkarên tenduristiyê jî di dema muayeneyê de li dijî etîka tipê tevdigerin û bi nêzikatiyeke dijminane nêzî girtiyan dibin.”
 
BINPÊKIRINÊN XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ
 
Di berdewamê de Barût anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê li dijî etîka tipê tevdigerin û wiha domand: “Di serlêdanan de hat gotin ku dema girtiyên nexweş ên ji bo muayeneyê girtin odeya Nexweşxaneya Kampûsa Sîncan a Enqereyê, cendirmeyan kelemçeyên di destê wan de derxistine lê bijîşk gotiye; ‘hûn çawa beriya min kelemçeyan vedikin?’ Di serlêdaneke din de jî hate gotin ku girtiyekî xwestiye di dema muayeneyê de kelemçeya di destê wê de were vekirin lê bijîşk jê re gotiye; ‘divê tu hêviyan ji min bikî û bibêjî ji kerema xwe dikarî kelemçeyan vekî.’ Ev mînake nîşan didin ku li dijî girtiyên nexweş nêzikatiyeke neyînî heye û hinek xebatkarên tenduristiyê li dijî etîka tipê tevdigerin. Bi vê yekê re jî mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin. Her wiha nîşan dide ku nexweşxane ji bo girtiyan veguherîne girtîgehan û veguherandine malên mirinê.” 
 
‘NÊZIKATIYEKE DIJMINANE HEYE’
 
Barût, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di berpirsyartiya rayedaran de ye û wiha bal kişand ser rewşa tenduristiyê yê girtiyê nexweş Serhat Karsu: “Di astekî zêde de nexweşê ulser û refluyê ye. Lê nikare mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bîne. Her wiha bijîşk jî nêzikatiyeke dijminane li dijî Serhat Karsu raber dikin û rêgezên bijîşktiyê binpê dikin. Yek ji sedema xerabûna rewşa wî ya tenduristiyê jî diranên wî yên kurmî ne û dema ji bo tedawiyê çûyî nexweşxaneyê, bijîşkî jê re gotiye; ‘Heke ez bizanim tu dê ji ber êşa diranên xwe bimrî, wê demê dikarim çêbikim.’ Bi vî awayî jî nêzikatiyeke dijminane raber kiriye û nehiştiye tedawî bibe.” 
 
DEST DANIN SER NAMEYAN
 
Bi domdarî Barût bi lêv kir ku malbata Karsu di nava fikareke mezin de ye û wiha pê de çû: “Birayê wî got; ‘Tekane daxwaza min ew e ku birayê min bi awayekî baş bê tedawîkirin û rewşa wî baş bibe. Dema ew li wir êşê dikişîne, em nikarin li vir bi rehetî razên. Rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Lê weke ku ev jî têr nekin, hewl didin têkiliya wî ya bi malbatê re qut bikin û dest danin ser nameyên wî. Jixwe li girtîgehê ye, qet nebe bila bê tedawîkirin.’ Divê Serhat Karsu tavilê were berdan û înfaza wî were taloqkirin.” 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du ehfteyan carekê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyê dide û daxuyaniya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê da. Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc, dimirin” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ufuk Keskîn ê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Şakran a Îzmîrê tê ragirtin. 
 
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin û ya tirkî jî rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Firat Canoglû ve hate xwendin. 
 
MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN ZÊDE DIBIN
 
Gumuş, anî ziman ku îşkenceya tecrîdê ya li girtîgehan bi serê xwe veguheriye pirsgirêkeke tenduristiyê û wiha domand: “Ji ber ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin, girtî jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet jî di demên dawî de mirin zêde dibin. Ji ber ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin, nexweşiyên cuda li girtiyan peyda dibin.” 
 
RAPORA WÎ YA JI SEDÎ 90 ASTENGDAR E HEYE
 
Gumuş, da zanîn ku girtiyê nexweş Ufuk Keskîn heta niha li 15 girtîgehan hatiye sewqkirin û di vê demê de nexweşiya wî gelek pêş ketiye. Gumuş, got ku li gel raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) her wiha rapora ku Keskîn ji sedî 80-90 astengdar e heye. Gumuş, diyar kir ku nexweşiyên weke Tîp1 qelewî, sorikên li tevahiya laşê wî belav bûn û alerjiya dermatis hipotifermisê, fitqên pişt û stû, fenemonea raynaud, gastrît, alerjiya toz û kifkîtiyê û hwd. ên Keskîn hene. 
 
Gumuş, got ku nexweşiyên Keskîn pêş ketine û her roja wî ya di nexweşxaneyê de xetereyeke li ser jiyana wî. Gumuş, xwest ku di şexsê Keskîn de hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Piştre jî Gumuş, agahiyên bavê Keskîn, Fahrettîn Keskîn têkildarî rewşa kurê xwe dayîn vegot. 
 
ENQERE 
 
Endamên Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî jî di hefteya 493’yan de li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş Salman Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin hate vegotin. 
 
‘DI ÊRIŞA DAIŞ’Ê DE BIRÎNDA BÛ’
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salman Yildiz. Yazmaci, da zanîn ku Yildiz dema di şerê Kobanê de alîkariya mirovî dibir Kobanê rastî êrişa DAIŞ’ê hatiye û birîndar bûye. Yazmaci, wiha domand: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hate tedawîkirin û piştre şandin Êlihê. Dema tedawiya wî didomiya hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Li vir tedawiya wî baş nehat kirin û salek piştre hate berdan. Di sibata 2022’yan de li ser îxbatê hate binçavkirin û bi îdiaya ‘gumana revê heye’ hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê. 5 meh piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê kirin. Li vir jî demekî kin di hucreyê hate ragirtin û ji ber rewşa xwe ya nebaş a tenduristiyê xwest bê sewqkirin. Li vir derbasî Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê. Tevî ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşê epîlepsiyê jî li vir di odeya yekgirtî de hate ragirtin. Di dawiya mijdara 2023’yan de jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hate kirin.” 
 
‘MEHÊ 3-4 CARAN NOBETÊ DERBAS DIKE’
 
Yazmaci, got ku ji ber dema birîndarbûnê xesareke mezin gihiştiye mejiyê Yildiz û wiha pê de çû: “Lewma felcê lê da û destê wî yê çepê nagire. Nikare dest û piyên xwe bi kar bîne û tevbigere. Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike, biçe daşirê, cil û bergan li xwe bike û xwarinê bixwe. Di heman demê de nexweşê epîlepsiyê ye û mehê 3-4 caran nobetê derbas dike. Dema li girtîgehê, nexweşxaneyên Riha û Êlihê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dane. Tevî parêzerên xwe serlêdana tehliyeyê kirin lê nehatin qebûlkirin. Çendek meh berê jî ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.”
 
DAXWAZA TEHLIYEKIRINÊ 
 
Yazmaci, daxuyand ku rewşa aborî ya malbata Yazmaci baş nîne lewma nikarin biçin serdana wî û wiha bi dawî kir: “Daxwaza wan a sewqkirina Êlih û bajarên derdorê jî nehat qebûlkirin. Rewşa Yazmaci roj bi roj xerabtir dibe û divê tavilê were berdan.” 
 

Sernavên din

18/02/2024
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan