Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn

  • rojane
  • 14:49 17 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Xizmên Windakiriyan di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz, Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan ên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û xwestin ku faîlên Abdulkerîm Vardar ê hatiye qetilkirin jî were darizandin. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan pirsîn û xwestin ku faîlên wan bên darizandin. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 784’an de bi şîara “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wêneyên windakiriyan û pankart hate vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20’ê sibata 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê bi darê zorê hatiye windakirin hate pirsîn. 
 
Beriya daxuyaniyê, Sekretereê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Saman, ji ewil bal kişand ser karesata madenê ya li Licikê û berpirsyarên wê. Her wiha Saman got ku ew bi Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci re ne û peyama piştevaniyê da. 
 
Piştre jî serpêhatiya Akdenîz ji hêla Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. 
 
Akdenîz, wiha got: “Li gorî şahidî û gotinên Mehmet Mehdî Akdenîz a bi navê Mevlude Akdenîz bûyer wiha ye; leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê di 20’ê sibata 1994’anm de bi ser gundê Gevranê yê Pasûrê ku malbata Akdenîz lê dijiya de girtin. Di dema serdegirtinê de şêniyên gund bi darê zorê hatin derxistin. Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî jî li mezraya Gerger a girêdayî gund hate girtin û anîn gund. 
 
LI NAVERASTA GUND ÎŞKENCE HATE KIRIN
 
Leşkeran tevahiya jin, zarok, kal û pîr li meydana gund kom kirin. Piştre jî leşkeran mal şewitandin. Leşkerekî ji kaxizekî navên 6 kesan xwendin. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şîrîn Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî di lîsteyê de bûn. Ev kes li pêş çavên hemû gundiyan rastî tundiyê hatin. Piştre jî leşkeran ev her 6 kes bi xwe re birin navçeya Pasûrê. 
 
Ji binçavkiriyan Halît, Îrfan, Mehmet Şîrîn û Ziya 18 roj piştre hatin berdan û hatin gundê xwe. Lê belê Ziya Çîçek dema hatî berdan şandin leşkeriyê. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Amedê. Her 4 kesên din gotin ku di 5 rojên binçavkirinê de Mehmet Mehdî Akdenîz jî li gel wan li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê hatiye ragirtin, îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û piştî ku Mehmet Mehdî Akdenîz birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê jî êdî agahî jê negirtine. 
 
Li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê dihat ragirtin, hefteyek piştre birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. 
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ BÊENCAM MA
 
Her wiha li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li gel Kuddusî Adiguzel û Mîrza Ateş ên di binçavan de hatine windakirin re bi hev re hate dîtin. Ji vê dîrokê û şûnde jî tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nehatin girtin. Malbata wî di demên cuda de serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) da. Gelemperî bersiva daxwaznameyan nehatin dayîn. Lê belê di 11’ê gulana 1994’an de bersiva daxwaznameyekê bi nivîskî hate dayîn û wiha hate gotin; ‘Navê wî di nava binçavkiriyan de nehatiye dîtin.’ Tevî ku li pêş çavê bi dehan mirovan hate bipnçavkirin jî, binçavkirina wî hate redkirin. Malbata Akdenîz piştre gelek serlêdan kir lê tevek jî bêencam man. Piştî ku ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexistin, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji bo vê jî biryara binpêkirinê hate dayîn.” 
 
 ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 620’an de li pêşiya Bîdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Çalakvanan wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî li vir axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn dê li qadan bin. Elçî, di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan ên di 1’ê adara 2001’ê de hatin binpçavkirin û êdî agahî jê nehatine girtin xwend. 
 
Elçî, ev agahî parve kirin: “Li gorî qeydan; di 1’ê adara 2001’ê saet di 12.30’an de li ser Cadeya 15’an, li rex pasaja Japonê û li pêşberî Banga Dovîzê ji hêla kesên cilên reş li xwe kilrin û bêtêl li gel wan bûn ve hatin binpçavkirin. Piştre jî li wesayîta bi plakaya 72 AF 678 hatin siwarkirin û birin. Xizmên Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan di 2’yê adara 2001’3e de serî li Walîtiya Êlihê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê û Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê dan. Li ser vê yekê jê re hat gotin ku xizmên wan ji hêla cendirmeyan ve hatine binçavkirin û li Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan a Êlihê tên ragirtin. Lê tevî hemû lêgerînên malbatan jî têkildarî wan tu agahî nehatin bidestxistin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, di hefteya 110’an de domandin. Çalakî, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen ve hate xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulkerîm Vardar ê di 15’ê tebaxa 1993’yan de li mala xwe ya li Taxa Esentepe ya Geverê ji hêla leşkeran ve hatiye qetilkirin hate pirsîn. 
 
‘HETA KLU AQÛBET TÊ ZANÎN DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’ 
 
Şen, da zanîn ku Abdulkerîm Vardar li pêş çavên zarokên xwe hate qetilkirin û xwest ku lêpirsîneke baş were destpêkirin û berpirsyar bên darizandin. Şen, wiha bi dawî kir: “Em ê li her derê aqûbeta windakiriyan bipirsin û nehêlin weke cînayetên kiryarnediyar bimînin.” 
 

Sernavên din

18/02/2024
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin