Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev

  • rojane
  • 09:35 13 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li Amedê ji ewil li Keleha Zerzevanê û yê Qersê jî li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Her du bask jî dê li Amedê bigihijin hev. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Wan û Qersê hatiye destpêkirin bûn. Baskên meşê bajar bi bajar, navçe bi navçe, bajarok bi bajarok geriyan û li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Baskê Wanê di roja 12’an de meşa xwe li navçeya Şemrex a Mêrdînê û li navçeya Xana Axpar a Amedê domand. Meşvanên Azadiyê yên ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê bi rê ketin, 10 km nêzî Şemrexê bi govenda azadiyê hatin pêşwazîkirin. Li ber stranan govend hate gerandin û Meşvanên Azadiyê piştre derbasî navenda Şemrexê bûn. 
 
DAYIKÊN BI FLAMAYÊN KESK, SOR Û ZER BAL KIŞANDIN 
 
Meşvan, li petroleke navçeyê bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Meşvanên Azadiyê yên ku ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin, li vir demekî dirêj govend gerandin. Li Şemrexê ya ku herî zêde bal kişandî ser xwe, Dayika Aştiyê ya 60 salî bû ku bi flamaya kesk, sor û zer Meşvanên Azadiyê pêşwazî kir. Di dema gerandina govendê de Dayika Aştiyê qurnefîlên sor da tevahiya meşvanan û di pêşiya meşê de cih girt. 
 
Meş heta Qada Şemrexê domiya û gelek welatiyên navçeyê di pace, şaneşîn, ber derî û li ser banên avahiyên xwe Meşvanên Azadiyê silav kirin. Gelek welatiyên derdorê jî bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan meşvanan. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Piştî meşê, li pêşiya avahiya partiyê li ber dahol, zirne û defê heta demekî dirêj govend hatin gerandin. Dema li vir govend dihat gerandin, du Dayikên Aştiyê yên tev li meşê bûbûn li vir konsereke biçûk dan û stranên li ser Kurdistanê striyan. Piştî govendê jî xelkê navçeyê kete rêzê û meşvanan yek bi yek silav kirin. Jinan bi coşa xwe kêliyên oxirkirinê veguherandin pîrozbahiyê. 
 
JI EWIL ÇÛN KELEHA ZERZEVANÊ 
Meşvanên Azadiyê yên ji Şemrexê hatin oxirkirin, gihiştin Amedê. Meşvan, ji ewil jî çûn Keleha Zerzevanê ya dîrokî. Keleha ku li navçeya Xana Axpar a Amedê ye, xwedî dîrokeke 3 hezar sala ye. Keleh heta P.Z. sedsala 3’yemîn di Serdema Severusan (MS 198-235) heta sala 639’an jî bênavber hate bikaranîn. 
 
'DÎROK DI ROJA ME DE VEŞARÎ YE’ 
 
Meşvanên Azadiyê yên derketin ser kelehê, li vir ji pirtûkên Abdullah Ocalan beşek xwendin. 
 
Li ser Keleha Zerzevanê ev beşa pirtûka Abdullah Ocalan hate xwendin: “Projeya çareseriya demokratîk a gelê Kurdistanê mirov kelecan dike. Çawa ku kurdan di pêşxistina şarirstaniya civakî ya çînî û bidewlet a Sumeran de roleke sereke lîstibin û sûdekî mezin dabin dîrokê, di roja me de jî di senteza Heleneke nû de nasnameya Rojhilata Navîn dirêsin. Dê ‘Teşî’ya kurdan bigere û Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku ‘nebin xulamên Gilgameş û Îskenderên nû.’ Armanc ew e ku îcar bibin çavkaniya hêviya şaresitaniyê ya tevlibûnên gelan ên bêyî efendiyan. Taybetiyên gerdûnî di hembêza xwe de stare dike û di şeveqa ‘şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gelan de’, dê tîrêjên ewil ên ronahiyê carek ewil bidin. Çîroka çanda mirovahiya îro afirandî di vê xakê de veşartî ye. Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşarî ne.”
 
XANA AXPAR
 
Meşvanên Azadiyê herî dawî jî çûn navçeya Xana Axpar. Meşvan, di ketina Xana Axpar de bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin û li vir govend hatin gerandin. Meşvanên Azadiyê yên ku li Amedê hatin dorpêçkirin, ev rewş protesto kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li pêşiya mertalên polîsan rûnişt û rewş protesto kir. Akça li dijî helwesta polîsan, dorpêça heyî bi ingilîzî jî vegot. Di vê kêliyê de polîsê ku nedizanî bê ka parlamenter çi dibêje şaş ma û nezanî bê ka bikişîne yan na. Tenê li rewşê temaşe kir. Polîsan nehiştin gel parlamenteran pêşwazî bike û welatiyan jî bi dirûşm û tililiyan piştgirî dan meşvanan. Polîsa destûr nedan welatî meşvanan li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Xana Axpar pêşwazî bikin û bi dehan welatiyên derketin ser banê avahiya rêxistina navçeyê,  bi hatina meşvanan re dirûşm berz kirin û bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. 
 
Beriya ku Meşvanên Azadiyê li navenda Amedê meşê li dar bixin, meşvanan li tax û gundên Xana Axpar bi gel re civîn li dar xistin û armanca meşê vegotin. Hem gel hem jî Meşvanên Azadiyê ji ber meşa ku dê îro li Amedê bê lidarxistin gelek bi kelecan bûn. 
 
MEŞVANÊN AZADIYÊ LI AMEDÊ NE 
 
Meşa ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’an de berdewam dike. Baskê meşê yê Qersê duh li Êlih û navçeya Bismil a Amedê bû. Li her du navendan jî meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hevdîtina li Êlihê hem ji hêla pankartan hem jî ji hêla pêşwazîkirinê de yek ji cihên herî rengîn bû. Meşvanên azadiyê bi pankarta ji gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Em ber bi azadiya ku roj lê ava nabe û çîçek lê na çilmisin ve dimeşin” pêşwazî k irin. Piştre jî bi konvoya wesayîtan tura bajar hate avêtin. Piştre jî li navenda bajar bi tevlibûna sedan kesan meş hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel û dovîzên “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin” û “Têkoşîna jinê azad dike” hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de meşale hatin vêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Mîna li her her bajarî, li Êlihê jî nirxên gelê kurd ên hatine qetilkirin nehatin jibîrkirin. Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar û hevalên wî yên di sala 1993’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. 
 
Meşvanên Azadiyê piştî Êlihê hatin navçeya Bismil a Amedê. Meşvan, li cadeya sereke ya navçeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî azadî, bimre koledarî” meşiyan. Destûr nehat dayîn ku gel û meşvan li pêşiya avahiya DEM Partiyê hev bibînin. Dayikên ku di destê wan de qurnefîl hebûn, di nava dorpêçê de bênavber dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyan jî dayikan qurnefîl gihandin meşvanan. Tevî ku navçe hatibû dorpêçkirin jî, parlamenterên DEM Partiyê bi awayekî xwe gihandin gel. Parlamenteran li tevahiya cadeyên navçeyê geriyan û bi hoparlerên gerok bangî kirin. Ji cadeyên sereke heta kolanên herî teng, parlamenter li tevahiya navçeyê geriyan û meşa wan nêzî 3 saetan dom kir. Di meşê de her parlamenterekî li ser mîkrofonê armanca meşê vegot. Meşvan yek bi yek ketin her kargehê û gel silav kir. Welatiyên ku derdiketin pace û şaneşînên malên xwe, bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Di meşê de her 20 deqeyan carekî parlamenterekî hoparlor digirt. 
 
Li her cihê ku parlamenter diçûnê ji bo tevlibûna meşa li Amedê bang hate kirin. 
 

Sernavên din

13/02/2024
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê