Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan

  • rojane
  • 10:40 11 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Dayikên ku bi şaxên zeytûnan meşvanên azadiyê pêşwazî kirin, mohra xwe li roja 10’emîn a “Meşa Mezin a Azadiyê” dan. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin 10 roj li pey xwe hişt. Meş, dê di 15’ê Sibatê de li gundê Amara yê Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye dê bi dawî bibe. Meşê, di nava gelê kurd de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Baskê meşê yê Wanê ku piştî Şirnexê derbasî Mêrdînê bû, duh li Qoser û Dêrikê bi gel re hate gel hev. 
 
Meşvan ji ewil hatin navçeya Artuklu ya Mêrdînê û bûn mêvana malbata Veysî (bubo) Taş ku di 12’ê çileya 2023’yan de li dijî tecrîdê xwe şewitand. Malbatê, Meşvanên Azadiyê bi wêneyên Taş pêşwazî kir. Keça Taş, Havva Taş di serdanê de axivî û got: “Dê azadî ji bo me tevan bê.” Bi vê gotina xwe aliyê civakî ya daxwaza azadiya Abdullah Ocalan jî anî ziman. 
 
LI KOLANÊN QOSERÊ MEŞA AZADIYÊ 
 
Meşvanên Azadiyê ku piştre derbasî Qoserê bûn, bi def, dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Di dema silavkirina li Otogara Qoserê de coşa welatiyan bi strana “Berxwedan jiyan e” derket lûtkeyê. Piştî govenda li vê derê hatiye gerandin, bi tevlibûna hezaran kesan ber bi navenda navçeyê ve meş hat lidarxistin. Meşa ku bi sirûda "Herne Pêş" dest pê kir, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin berzkirin û dirûşman li kolanên  Qoserê olan dan. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li meşa ku li ser Cadeya Nexweşxaneyê ya Kevin hatiye lidarxistin bûn. Eleqeya mezin a zarok û ciwanan, coşa meşê jî hêj bêhtir zêde kir. 
 
UGUR KAYMAZ Û BAVÊ WÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN 
 
Meşvanên Azadiyê, Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di sala 21’ê Mijdara 2004’an de tevî bavê xwe li pêşiya mala xwe bi 13 guleyan hatiye qetikirin jî ji bîr nekirin. Li ser rêgeha meşê, li Bûlwara Ugur Kaymaz bîranîn hat lidarxistin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li meşê bûn û eleqeyeke zêde ya gel ji bo meşê hebû. Welatiyên ku di şaneşîn û pacên malên xwe de dîmen digirtin, bi nîşaneyên serkeftinê jî meşvan silav dikirin. Qoser bi berxwedana xwe tê zanîn û di peyamên li vê derê de hat xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin. Girse bi dirûşma “Bijî Serok Apo” keta Meydana Azadiyê û li vir daxuyanî da. Gotinên “Ev meş dê heta serkeftinê bidome” yên Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hate pêşwazîkirin. 
 
NURO’YÊ QOSERÊ BI KAMERAYA XWE DI MEŞA AZADIYÊ DE YE 
 
 
NÛRO’YÊ QOSERIYAN 
 
Li gel rojnamegerên ku meş dişopandin, her wiha Nûroyê (Nûrûllah)ê Qoseriyan jî bi inyeta kamerayê şûşeyê pet girtibû destê xwe û meşvan dikişand. Bi îşaretên dest ku li esnafan dikir re agahiya meşê dida û dema polîsan girse asteng dikir jî şûşeyê pet ê di destê xwe de weke kamera bi kar di anî. Balkêş bû ku Nûroyê me wêneyê wî kişandî tenê di dema îxtîmala êrişa polîsan de kameraya xwe rakir û bi vê yekê êriş û zilma polîsan a di binhişê wî de ava kirî vedigot. 
 
‘SOZA TÊKOŞÎNÊ’ DAN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN 
 
Rawestgeha din a meşê jî gorên kesên di çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de jiyana xwe ji dest dayîn bû. Ji şoreşgerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Ferhat Kurtay ku di 17’ê Gulana 1982’yan de li Zindana Amedê bedena xwe da ber agir, Mehmet Halît Oral ku piştî derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir, xebatkarê Çapemeniya Azad Ahmet Araç ku di sala 2006’an di serhildanên li bajarên Kurdistanê de hate qetilkirin, Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di sala 1993’yan de hate qetilkirin û Medya Çinar ku di çalakiyên  greva birçîbûnê yên sala 2019’an de li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest dayî jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn û soza têkoşînê hate dayîn. 
 
LI DÊRIKÊ BI ŞAXÊN ZEYTÛNAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Meşvanên Azadiyê piştre jî derbasî navçeya Dêrikê bûn. Jinên dêrikî, bi kitanên xwe meşvan pêşwazî kirin. Di nava kesên meşvan pêşwazî kirin de zaroka bi navê Zîlan jî hebû ku di şaxên zeytûnan û qurnefîlan meşvan pêşwazî kir.  Zîlana biçûk di meşê de baleke mezin kişand ser xwe. Di meşa ji Dortyolê heta Meydana Dêrikê de coş û biryardariya jinan rengîniyeke mezin da meşê. Di daxuyaniya li Dêrikê de careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qîriyan. Meşvanên Azadiyê di heman demê de 21 welatiyên di qezaya TIR’ê ya di 20’ê tebaxa 2022’yan de jiyana xwe ji dest dayîn ji bîr nekirin, li cihê komkujiyê bîranîn li dar xistin û soz dan ku heta faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
BASKÊ WANÊ DÊ DERBASÎ RIHAYÊ BIBE
 
Meşvanên Azadiyê îro dê li nvaçeyên Serêkaniyê û Wêranşarê yê Rihayê bin. 
 
LI ÊLIHÊ COŞA CIWANAN
 
Baskê meşê yê Qersê jî duh ji Farqîn a Amedê derbasî naveya Hezo ya Êlihê bû û bi gel re civiya. Meşvan, li Farqînê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û bi dirûşm û çepikan meş hat lidarxistin. Meşvanan, piştî meşê ji lehengên gelê kurd Rindêxan bi bîr anîn û qurnefîl danîn cihê  ku di dema serhildana Şêx Seîd de ji bo nekeve destê leşkerên tirk xwe di pirê de avêtibûyê û jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Yek ji cihê ku Meşvanên Azadiyê herî zêde bi girseyî lê hatin pêşwazîkirin jî navçeya Hezo ya Êlihê bû. Ciwanan, bi dirûşm û pankartan meşvan pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkirinê de pankartên “Tenê kesên ku dilê wan bi germahiya agir û azweriya serkeftinê lê dide dikarin bi me re bimeşin”, “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” û “Hezo, meşvanên azadiyê silav dike” hatin vekirin. Di pêşwazîkirinê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Ciwanên ku kolanên navçeyê bi dirûşmên xwe hejandin, pêşengtiya meşê dikirin. 
 
DÊ BASKÊ QERSÊ LI SÊRTÊ BE 
 
Baskê meşê yê Qersê dê îro biçe navçeyên Ziyaret û Misircê yên Sêrtê û bi gel re bê gel hev. 
 
MA / Emrûllah Acar - Bêrîvan Altan 
 

Sernavên din

13/02/2024
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin