Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin

img
DÊRSIM - Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê çûn serdana Gola Çeto, Ana Fatma û Zinarên 38’ê û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan loqme belav kirin û çira vêxistin. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 8’an de li Dêrsimê bi çendek bîranîn û serdanan berdewam kir. Meşvan, bi boneya meha Xizir çûn serdana Gola Çeto, Ana Fatma û Zinarên 38’an.
 
LOQME JI BO AZADIYA OCALAN HATIN BELAVKIRIN 
 
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Şukriye Ercan di serdana Gola Çeto de axivî û wiha got: “Bila loqmeyên me di meha Xizir de bibin wesîlaya aştiyê. Ez ê dîroka zindanan bi dûvdirêjî venebêjim. Nûner û rêveberên gel di girtîgehê de ne û tên tecrîdkirin. Lê yên divê di hundir de bin niha li derve ne. Rêberê gel xistine girtîgehê û ser re jî tecrîd dikin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘heke derfetê bidin ez ê şer di hefteyekê de çareser bikim.’ Lê guh nadinê. Bila ev meş û loqme bibin wesîleya azadiya birêz Ocalan. Ji bo ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê tavilê azad bibe. Em dayik aştiyê dixwazin. Divê bi hezaran girtiyên siyasî bên berdan.” 
 
Piştî axaftinan jî ji bo aştiyê loqmeya Xizir hate belavkirin û çira hatin vêxistin. 
 
Meşvan piştre jî çûn serdana Ana Fatmayê. Li vir jî çira hatin vêxistin û loqme hatin belavkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren li vir axivî û wiha got: “Em çirayên xwe ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û aştiyê vêdixin. Hêvîdarim ev çira bibin wesîleya aştiyê. Weke dayikan em ji bo meşvanên azadiyê serkeftinê dixwazin.” 
 
 
ÇÎÇEK: DÎROKA KOMARÊ DÎROKA KOMKUJIYAN E
 
Piştre jî meşvan çûn serdana “Zinarên 38’ê” ku di Komkujiya Dêrsimê de herî zêde kes li vir hatibûn qetilkirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Îro axaftina li vê derê ji bo min gelek zor tê. Ji ber ku di Komkujiya Dêrsimê de ji malbata me jî bi sedan kes hatin qetilkirin. Dîroka me ne dîrokeke şexsî ye. Tiştên li vir hatine jiyîn, dîroka gelê kurd e. Hemû kes dizane ku ev komkujî ji bo tirkkirina Dêrsimê hate kirin lê her kes bêdeng e. Di esasê xwe de dîroka komarê dîroka komkujiyan e.”
 
‘DÊRSIM KURT DE Û KURDISTAN E’ 
 
Çîçek, axaftina xwe wiha qedand: “Em li vir careke din dibêjin ku Dêrsim kurd e, Dêrsim Kurdistan e. Dêrsim warê qedîm ê elewiyan e. Em ê bi israr li dijî vê zihniyeta qirker, têkoşîna xwe bidomînin. Ev 3 sal in em ji birêz Ocalan tu agahiyan nagirin. Çawa ku cenazeyên pêşengên kurdan winda kiribin, dixwazin bi girankirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan re qirkirina kurdan bidomînin. Heta ku hesab ji vê zîhniyeta qirker tê pirsîn dê ev doz bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bidome. Em ê teqez bi ser kevin. Em soz didin hemû canên xwe yên me winda kirin û mezinên xwe ku dê ev xak bibin paytexta wekhevî û xwişk-biratiyê. Em ê li dijî vê pergala riziyayî serî hildin û hesaba hemû komkujiyan bipirsin.”
 
Piştî axaftinan jî ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê, qurnefîl danîn Çemê Munzurê. 

Sernavên din

10/02/2024
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin