Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin

img
ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Karaman di Doza Kobanê de parastina xwe kir û bal kişand ser hincetên ji hêla îktîdarê ve ji bo rewakirina zextên li ser siyaseta demokratîk û siyasetmedarên kurd û îllegalîzekirina wan û wiha got: “Dema mijara behsa xeberê bû kurd, êdî her tişt jê re rewa tê dîtin.” 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 
 
‘KCD JI BO PÊŞXISTINA DEMOKRASIYÊ HATE AVAKIRIN’ 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Karaman parastina xwe kir. Karaman, bal kişand ser bêhiqûqtiyên ji pêvajoya lêpirsînê ve dest pê kirin û bersiv da tawanbariyên derheqê wê de. Karaman, got ku xebatên wê yên di bin sîwana KCD’ê de tên krîmînalîzekirin û ev tişt anî ziman: “Li civînan guhdarî kirine. Li gorî îdiayê, yek ji kesên tev li bûye jî ez im. Jixwe min bi berfirehî vegot bê ka KCD çawa ji bo pêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê hatiye avakirin. Hatin û çûna wê derê û tevlibûna xebatên weke sûc nayê qebûlkirin. Ev xebat ji bo başiya civakê hatine kirin. Di hiqûqê de tê gotin ku tu xebatên ji bo başiya civakê tên kirin sûc nînin. KCD’ê jî xebatên rewa meşand.” 
 
‘BINGEHA ÎDIAYÊN DOZGER NÎNIN’
 
Karaman, anî ziman ku guhdarîkirina civînên KCD’ê derhiqûqtî ye û wiha domand: “Mijar ne mijara destûrgirtinê ye. Heke di xebatên KCD’ê de talûkeyek bihata dîtin, heta niha dê mudaxile lê bihata kirin. Navnînaş û fatûreyên wê eşkere ne. Hêj niha jî xebatên xwe didomîne. Ji ber KCD’ê yekitî û hevgirtina gel xera nebû û ji dewletê çi parçe nehatin veqetandin. Anku tu bingeha îdiayên dozger nînin.” 
 
BIRYARA GURBET KAÇAR
 
Karaman, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê gotin ku tevahiya delegeyên KCD’ê sûcdar in. Tevahiya xebatên KCD’ê li ber çavên çapemenî û raya giştî hatin kirin. Her kes jî hate vexwendin. Heta burokratên demekî di nava dewletê de cih digirtin û rayedarên AKP’ê jî hatin vexwendin. Li ser pirsgirêkên kurd, jin û ekolojiyê nîqaş hatin kirin. Lewma bangî her derdoran kirin. Hinek biryarên cezakirinê hene lê bi qasî dinyayê biryarên beraetê jî hene. Di nava delegeyan de mînaka Gurbet Kaçar heye. Hatiye darizandin lê bi sedema ‘delegetiya KCD’ê sûc nîne’ beraet kiriye. Heke xebatên KCD’ê rewa nehatibûna dîtin dê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle neşandibûna Îmraliyê. 
 
EV 20 SAL IN DI NAVA SIYASETA DEMOKRATÎK DE CIH DIGIRIM 
 
Dozgeriyê tu delîlên maddî yên îdiayên wî şênber bike nedîtin lewma bi operasyonên lîstina bi binhiş re xwestiye vê valahiyê dagire. Tu delîlek di destê dozgeriyê de nîne ku pêdankerê çalakiyên li gelek deverên welêt hatin lidarxistin ez bim. Di rûpela 95’an a mutalaayê de dozger nîşan dide bê ka çawa li qada demokratîk dinêre. Siyaseta demokratîk û siyasetmedaran terorîze dike û ji bo saziyên demokratîk jî dibêje ‘saziyên weke legal xuya dikin lê îllegal.’ Ev gotin jî xizmetê ji vê re dike. Artêşa propagandayê ya îktîdarê jî tevahiya derfetên xwe bi kar tîne û ji vê re xizmetê dike. Heman operasyon li ser dozên min ên berê ji hêla dozger ve tên kirin. Di demên berê de artêşê her 10 salan carekê darbe dikir û digot; ‘kirasê demokrasiyê ji bo me teng tê.’ Ev hincet diafirandin. Mekanîka darbeyê her tim zindî ye. Sedema vê jî cihê hêzên îktîdarê lê disekinin e. 
 
DOZGER EM JI KIRDEBÛNÊ DERXISTIYE
 
Di dawiya dawî de dozger em ji kirdebûnê derxistiye û têkildarî şahidên nepen ên amade kirin wiha dibêje; ‘Bi serê xwe nikarin yek biryarekê jî bidin, tevahiya biryaran j hêla kesên bi navê KCK’ê tev li MYK’ê dibin ve tên dayîn.’ Ev îdiaye gelek caran vala hatin derxistin. Yek bi yek di şexsê me de qada siyaseta demokratîk a kurd û qada siyasetê û tevahiya aktorên wê bi vê nêzikatiyê ji kirdebûnê tên derxistin. Li rexekî terorîze dikin li rexa din jî dibêjin ‘hûn tu tişt nînin.’ Ev nêzikatî pir bi zanebûn tê pêşxistin. Tu kes ji bo civînên MYK’ê yên CHP an jî AKP’ê nabêje rêxistinên îllegal tev li bûne. Lê dema mijara behsa xeberê dibe kurd, her tişt rewa tê dîtin. Di belgeyên fermî de eşkere ye bê ka em kengî weke PM û MYK hatine hilbijartin. Dewletê jî mohra xwe li ser vê daye. Dê bibêjî qey ez ji ber asîman hatime MYK’a HDP’ê. Cihgirtina min a di nava siyasetê de bi HDP’ê dest pê nekir. Ev 20 sal in ez di nava siyaseta demokratîk de cih digirim.”
 
Piştî parastina Karaman, navbera hate dayîn. 
 

Sernavên din

10/02/2024
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin