Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?

img
ÎZMÎR - Di demekî şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê berdewam dikin de li Rojhilata Navîn cepheyên nû vedibin. Li Sûriyeyê, Yemenê, Lubnanê û Iraqê hedefgirtina komên ku Îran piştgiriya wan dike, îşaret bi şerekî nû yê li herêmê dike. 
 
Şer û pevçûnên di 7’ê cotmeha 2023’yan de di navbera Filistîn û Îsraîlê de dest pê kirin, piştî ku artêşa Îsraîlê bi operasyoneke bejahiyê kete Xezayê bû sedemê bîlançoyeke giran. Li gorî bilançoya dawî ya di 30’ê çileyê de têkildarî şerê Îsraîl û Filistînê hate aşkerekirin, herî kêm 26 hezar û 751 filistîniyan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî milyonekê jî filistînî ji cih û warê xwe bûne. Li Xezayê dibistan û nexweşxane hatin bombekirin û jîngeh bi temamî ji holê hatin rakirin. 
 
Di demekî ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomîne de şerê li Rojhilata Navîn jî belav dibe. Destdayîna keştiyên bazirganî yên Behrasor ên Husiyan a li Yemenê, êrişên biroket ên li dijî Îsraîlê ji Lubnanê tên kirin û herî dawî hedefgirtina Îranê îşaret bi derketina şerekî herêmî kir. Hûsiyan di 31’ê cotmeha 2023’yan li peravên Yemenê diyar kir ku dest danîna ser keştiyên bazirganî yên girêdayî şîrketên Îsraîlê û li dijî hin keştiyan jî bi fuzeyan êriş kirin. Ji ber vê yekê hedefa ewil bû Yemen. Amerîkayê bi hinceta ku bazirganiya behrê ya navnetewî ketiye xetereyê di 18’ê kanûna 2023’yan de ligel komeke welatan di bin navê “Operasyona Mûhafizên Refahê” fîloyeke pir netew ava kir. Di pêşengtiya Amerîka û Ingîlistanê de li dijî herêmên di bin kontrola Hûsiyan ên li Yemenê de êrişên hewayî didomin. Yemenê jî di 2’yê sibatê de ragihand ku li dijî herêma Eilatê ya Îsraîlê bi gelek fuzeyên balîstîk êriş kirine. Amerîkayê jî herî dawî di 4’ê sibatê de li 13 herêmên Yemenê li dijî 36 hedefên Hûsiyan êrişeke hewayî pêk anî. 
 
ÎRAN TÊ HEDEFKIRIN
 
Wezîrê Karên Derve yê Ingîlistanê Davîd Cameron di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên Yemenê de bi gotinên: “Ez difikirim ku vê yekê peyameke aşkere daye Hûsiyan û di heman demê de Îranê jî” Îran weke hedefa nû diyar kir. Li aliyekê bi êrişên di 22’yê kanûna 2023’yan de bi êrişên sîberê îstasyonên benzînê hedef hatin girtin, li aliyê din jî yek ji fermandarê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Seyîd Razî Mûsavî di êrişa hewayî ya 25’ê kanûna 2023’yan hate lidarxistin de hate kuştin. Di êrişa bombeyî ya di 4’ê çileyê de li dijî bîranîna salvegera kuştina fermandarê Mûhafizên Şoreşê Kasim Suleymanî hate kirin de jî 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Piştî vê pêvajoyê di êrişên li dijî Îranê hatine destpêkirin hêzên wê yên li Iraq û Sûriyeyê bûn hedef.
 
QADA PEVÇÛNÊ BERFIREH BÛ
 
Ji aliyê Îsraîlê ve di 4’ê çileyê de li paytexta Iraqê Bexdayê li dijî yek ji serokên Tevgera Nûceba ya hêza milîsên Şîî Ebû Takva es-Saîdî êrişeke SÎHA’yê hate lidarxistin. Di nava 10 rojan de li Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê li dijî gelek hedefan êriş hatin lidarxistin. Di yek ji van êrişan de li Beyrûdê yek ji serokên siyasî yê Hamasê Salîh el-Arûrî û şandeya pê re hedef hate girtin û hate kuştin. Piştî van êrişan Îranê jî di şeva 15’ê çileyê de li dijî Iraq û Sûriyeyê û di şeva 16’ê çileyê jî li dijî Pakîstanê êrişên hewayî li dar xistin. Pakîstanê jî li dijî van êrişan di 17’ê çileyê de ragihand ku di 17’ê çileyê de li herêma Sîstan-Belucistanê li dijî noxteyên terorê êriş pêk anî ye. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ MÛHAFIZÊN ŞOREŞÊ 
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdûllahiyan ê tev li Forûma Aboriyê ya Cîhan a di 17’ê çileyê de li Davosê hate lidarxistin bû, got ku heke şerê li dijî Xezayê xelas bibe êrişên li dijî Îsraîlê jî dê xelas bibin. Li ser vê axaftinê Îsraîlê careke din hêzên girêdayî Îranê hedef girtin. Di 20’ê çileyê de li Sûriyeyê li navenda Şamê li semta Mezze ku saziyên fermî, konsolosxane û restoranên luks lê ne bi balafiran êrişî avahiyekê kir. Di êrişê de Cîgirê Fermandarê Hêzên Qudsê yên girêayî Mûhafizên Şoreşê Mîrlîwa Sadik Omîdzade, cîgirê wî Hac Golam û subayên Mûhafizên Şoreşê Hossein Mohammadî, Muhammed Emîn Samadî û Saîed Karîmî hatin kuştin. 
 
BIDEN: ÊRIŞ DÊ BIDOMIN 
 
Di 28’ê sibatê de li dijî baregeheke Amerîkayê ya bi navê Kule 22 ya li Urdunê bi Balafirên Bêmirov (ÎHA) êrişek hate lidarxistin û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê mirin û 40 leşker jî birîndar bûn. Serokê Amerîkayê Joe Biden ê piştî êrişê daxuyanî da, ragihand ku dê bersivê bidin Îrana ku ji êrişê berpirsyar girt û wiha got: “Em dizanin ku ev êriş ji aliyê komên mîlîtanên radîkal ên li Sûriyeyê û Iraqê ne û Îran piştgiriya wan dike ve hatiye kirin.” Piştî vê daxuyaniyê di 2’yê sibatê de Îsraîlê li navçeyên Elbûkemal û Meyadîn ên li bajarê Dêrazor ê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 11 noxteyên aydê komên Îran piştevaniya wan dike ku di nava refên artêşa Sûriyeyê de cih digirin êriş pêk anî. Di van êrişan de yek ji fermandarên Mûhafizên Şoreşê Sayîd Alîdadî jiyana xwe ji dest da.”
 
Artêşa Amerîkayê herî dawî di 3’yê sibatê de li Iraq û Sûriyeyê li dijî 85 hedefan êrişên hewayî pêk anîn. Di êrişên Amerîkayê de sivîl jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest da. Di van êrişan de noxteyên Mûhafizên Şoreşê yên Îranê û komên milîs ên girêdayî wan ên li Sûriyeyê hedef hatin girtin. Piştî van êrişan Serokê Amerîkayê Joe Biden, daxuyand ku dê ev êriş “li cih û demê ku di hilbijêrin de” dê berdewam bikin. 
 
ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN BI DAWÎ NABE
 
Têkiliyên Amerîka û Îranê yên bi şerê Filistîn û Îsraîlê re dîsa teng bû, îşaret bi berfirehbûna şerê li Rojhilata Navîn kir. Heta niha êrîşên li dijî komên alîgirê Îranê yên li Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyeyê nîşan dan ku li gel êrîşa Pakîstanê dibe ku rasterast Îran were hedefgirtin. Daxuyaniya Îranê ya “Em mafê bersivdayînê veşartî dihêlin” weke kûrbûna aloziya li Rojhilata Navîn tê şirove kirin.
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

05/02/2024
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû