Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike

  • rojane
  • 12:46 30 Çile 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku dê “Meşa Mezin a Azadiyê” di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê bidin destpêkirin. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna Koma Jinan a Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Jinên tev li Nobeta Edaletê bûn û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî tev li civînê bûn. Dayikên laçikspî dovîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Deng bide grevên birçîbûnê” hilgirtin. Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê şermezar kir û got ku ew li gel xelkê katolîk û xiristiyan in. 
 
NOBETÊN EDALETÊ
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Divê ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Dayikan jî ji ber vê yekê dest bi Nobeta Edaletê kirine. Mixabin îktîdar bi çek, tank, top, SÎHA û ÎHA’yan bersivê dide vê daxwaza birûmet a gelê kurd. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan bi sala ye didome. Ji bo protestokirina vê rewşê jî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo piştgiriya vê çalakiyê jî li Tirkiye û Kurdistanê dayik nobetên edaletê digirin. Daxwaza wan jî ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.” 
 
BANGA JI BO ‘MEŞA AZADIYÊ’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de li dar bixin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Meşa Mezin a Azadiyê ku dê di 1’ê sibatê de weke du baskan li Qers û Wanê dest pê bike, dê heta 15’ê sibatê bidome. Armanca vê meşê û ya ji çalakiyên greva birçîbûnê û nobetên edaletê heman e. Armanc, rakirina tecrîdê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Her wiha di vê meşê de her cihê em digihijinê dê bi jin, kedkar û karkeran re hevdîtinan bikin. Weke DEM Partiyê em jî dê cihê xwe di meşê de bigirin. Ne tenê em, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên hêzên demokrasiyê jî dê di vê meşê de li cem me cih bigirin.” 
 
'DIVÊ PÊVAJOYA GUFTÛGOYÊ DEST PÊ BIKE’
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û tecrîd weke “sûcê li dijî mirovahiyê” pênase kir. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partiyê em careke din banga guftûgo û muzakereyan dikin. Tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê ji vî şerî bibandor dibin. Ji bo serî bi kurdan bidin tewandin plana têkbirinê xistin meriyetê. Lê li çar parçeyên Kurdistanê jî ev plan têk çû. Gelê kurd serî netewand û li her çar parçeyan xwe hêj bêhtir birêxistin kir û dikare dengê xwe bigihîne hemû cîhanê. Hûn bi tu awayî nikarin vê berxwedanê têk bibin. 
 
ŞER BERFIREH DIBE
 
Rûsya, Ûkrayna, Îsraîl, Filistîn, Sûriye, Rojava, Iraq, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îran, Pakistan pir tevlihev in. Lûleyên keştiyên li Behra Sor bi cih bûn, li gelan zivirîne. Hewl didin şer berfireh bikin. Herêma bi şerekî dijwar re rû bi rû ye. Tirkiye nikare xwe ji vê hevkêşeyê xelas bike. Lewma em dibêjin pirsgirêka kurd çareser bikin da ku li dijî atmosfera şer em bi hev re bisekinin. Binêrin, heke em bi hev re nebin, em ê li dijî êrişên kûrewî têk biçin. 
 
Bi taybet jî banga min ji bo partiya îktîdarê ye; heke em bi hev re nebin, em ê li dijî êrişên kûrewî têk biçin. Li girtîgehan, nobetên edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê dê dengê demokrasiyê bilind bibe. Dê daxwaza aştiyê derkeve pêş. Werin em bi hev re deng bidin vî dengî. 
 
EM DIKARIN BI HEV RE AVA BIKIN
 
Li dijî aqilê mêr ê banga şer dike, divê em em jin cisareta avakirina aştiyê bêhtir mezin bikin. Banga min ji bo jinên li rojavayê Tirkiyeyê ye; heta ku li welêt şer hebe, zexta li welêt zêde dibe. Demokrasî, mafên jinan, mafên mirovan û mafên xwezayê tên paşguhkirin. Me ber bi rewşekî wisa ve dibin ku em nema dikarin qala wan jî bikin. Jin bêhtir rastî tundiyê tên û cînayetên jinan zêdetir dibin. Îcar ser re jî xizaniya em dijîn heye. Em bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ne. Dema em li dijî vê derdikevin jî ji me re dibêje ‘hûn terorîst in.’
 
BANG LI JINÊN TIRK KIR: WERIN EM BI HEV RE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN 
 
Li vir dixwazim bang li jinên tirk bikim; dayikên kurd destê aştiyê dirêjî we dikni. Dibêjin; ‘werin em bi hev re pirsgirêka kurd çareser bikin.’ Heke em jin bi destê hev bigirin, em dikarin vê dijminatiya li dijî kurdan a hatiye hînkirin bidin aliyekî û aştiyê pêk bînin. Werin em jin di mijara aştiyê de bêhtir bibiryar bin û bêhtir biîrade bin. Em bi hev re çekan binax bikin. Li xakên Anatoliya û Mezopotamyayê bila dara aştiyê mezin bibe. 
 
EM Ê XWE BIRÊXISTIN BIKIN Û BI HEV RE BI SER KEVIN 
 
Hefteyek berê li Nexweşxaneya Yedîkule ya Stenbolê bijîşekî êrişa zayendî li dijî hemşîreyê kir. Tevî hemû delîlan û qebûlkirina faîl jî, hewl dan faîl mafdar derxînin. Çendek roj berê jî Ayşegul li Enqereyê hate qetilkirin. Gelo ma em li benda qetilkirina çend jinan e? Gelo dê hêj mirina çend jinan ji hêla daraza mêr ve bê temaşekirin? Divê ev mijar bibe mijara komxebatan lê li pey mafe nefeqeyê ketine. Jinên hêja em jin bo bijîn hene. Ne ji bo ku ji hêla mêran ve bên qetilkirin. Heke mafê jiyanê nebe, tu wateya mafên din nîne. Em jin dê ji bo jiyana xwe hev bigirin. Em ê xwe birêxistin bikin û bi hev re bi ser kevin. 
 
HILBIJARTINÊN XWECIHÎ
 
Em di erefeya hilbijartina xwecihî de ne. Weke ku hûn jî dizanin me pêşhilbijartineke xurt li dar xist. Gelemperiya namzetên hevşaredarî û meclisên şaredariyan gel bi xwe hilbijartin. Li Amedê bernameya danasîna namzetan hebû. Bi wê coş û enerjiyê hatim. Me li wê eywanê vîna gel dît. Me li wê eywanê dît ku weke DEM Partiyê me demokrasî nîşanî Tirkiye û gelên cîhanê da. 
 
DEM PARTÎ MEZOPOTAMYA YE
 
Dema danasîna namzetan de ji bo me mijareke jêneveger heye ku ew jî xebata xweser a jinan e. Hemû jinan cilên rengîn li xwe kiribûn. Her yek ji wan kevneşopiya xwe temsîl dikir. DEM Partî ev e. DEM Partî Anatoliya ye, Mezopotamya ye, Tirkiye ye. DEM Partî roniya çavên jinan, vî gelî û Tirkiyeyê ye. 
 
EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN
 
Em ê bi saya xwedîderketina gel û jinan qeyûman bişînin. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘di îktîdara me de em li gorî helwesta siyasî nêzî şaredariyan nebûn.’ Erê baş e lê ma ev qeyûm ji fezayê hatine? Yên ku rêzê ji bo tercîha siyasî ya gel nagirin ew in. Dema van derewan dikin jî qet rûyê wan sor nabe. Mereq nekin em ê di 31’ê Adarê de bi serkeftineke mezin bersivê bidin wan. 
 
Banga min ji bo jinên ku DEM Partiyê baş nas nakin ev e; ji kerema xwe yek bi yek hemû xebatên DEM partiyê bişopînin. Hema hema tekane partiye ku ji bo jinan xebatên sosyal dimeşîne. Divê jin bêhtir xwedî li vê partiyê derkevin. DEM Partî dê were dewran dê biguhere. Dirûşma me ya kampanyayê ya nû jî ev e. Em ê bên, jin dê bên, ciwan dê bên, karker dê bên, kedkar dê bin, dayikên aştiyê dê bên.” 
 
 

Sernavên din

31/01/2024
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê