'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’

  • rojane
  • 13:05 29 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Endamên Partiyê yên greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê didomînin, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê bidawîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin û di roja 64’an berdewam dike re, li avahiya xwe greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 5’an de didome. 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Enqereyê Fahrettîn Durmaz, Hevserokê Etîmesgutê Mehmet Yanar, rêveberê navçeyê Şeref Ozakdag, Hevserokê Navçeya Mamakê Mûstafa Kartal û rêveberê navçeyê Nûrettîn Bîlîr têkildarî grevên birçîbûnê axivîn. 
 
‘TECRÎD LI DIJÎ FIKRÊN OCALAN HAT PÊŞXISTIN’
 
Fahrettîn Durmaz got ku di tevahiya dîroka komarê de her tim gelê kurd û rêberên wan hedef hatine girtin û wiha domand: “Carnan li qada şer carnan jî li girtîgehan hedef hatin girtin. Herî dawî jî bi dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan di sala 1999’an ve polîtîkaya tecrîdê tê ferzkirin. Dixwazin kurdan bê serok bihêlin. Ji bo ku kesek îlhamê ji felsefe, paradîgma û polîtîkayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negire, tecrîdê ferz dikin. Me jî xwest bibin dengê çalakiyên li hundir û derve hatine destpêkirin. Bi çalakiya xwe me xwest tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bişikînin û bikin rojev. Banga me ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ew e ku xwedî li çalakiyan derkevin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em xwedî wê biryar û îradeyê ne. Em hêza xwe ji birêz Ocalan û girtiyên azadiyê digirin.”
 
‘EV SED SAL IN EM TECRÎDKIRÎ NE’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Etîmesgutê Mehmet Yanar jî diyar kir ku gelê kurd ev sed sal e di tecrîdê de ye û wiha got: “Divê ev zilm êdî bi dawî bibe. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bigihijin encamê. Ji bo bi encamên girantir re rû bi rû nemînin, divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin.” 
 
‘DÊ AŞTIYÊ BÎNE TIRKIYEYÊ’
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Etîmesgutê Şeref Ozakdag da zanîn ku Abdullah Ocalan 35 sal in di tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Tu agahî jê nayên girtin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Lewma me nobet dewr girt. Girtiyan gotin heke encamekî ji grevê negirin dê dest bi greva birçîbûnê ya domdar bikin. Em jî heta tecrîd radibe dê çalakiya xwe bidomînin. Hevdîtinên bi Îmraliyê re dê bi xwe re aştiyê bînin. Dê xwîn, hêsirên çavan û şer bisekinin.” 
 
‘TECRÎD LI DIJÎ HEMÛ BINDESTAN E’
 
Têkildarî mijarê Hevserokê DEM Partiyê yê Mamakê Mûstafa Kartal jî ev tişt anî ziman: “Tecrîdkirina birêz Ocalan, tecrîdkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û gelê kurd e. Her wiha tecrîdkirina hemû kedkar û bindestan e. Lewma me ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dest bi çalakiyê kir. Em hewl didin pêvajoyê bi gel re vebêjin û têkoşînê veguherînin têkoşîneke hevpar.” 
 
‘DIXWAZIN FELSEFEYA WÎ JI GEL QUT BIKIN’ 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Mamakê Nûrettîn Bîlîr jî wiha got: “Ji bo fikr û felsefeya Ocalan ji gel qut bikin, gavek pêşxistin. Lê fikr û ramanên wî her tim bi me re ne û em vê têkoşînê didomînin. Tecrîdeke ku ev 35 meh in didome heye. Weke gel em vê tecrîdê qebûl ankin. Heke em têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin dikarin têk bibin. Ji ber ku tenê birêz Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Lewma me dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku tecrîd tê rakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hewl didin ku ev pêvajo veneguhere çalakiya greva birçîbûnê ya domdar.” 
 

Sernavên din

31/01/2024
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê