Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin

  • rojane
  • 12:53 25 Çile 2024
  • |
img
AMED - Endamê Komeleya Alimên Amedê Mela Mehmet Şen, lêdana mele ya li navçeya Pasûra Amedê ya ji ber xutbeyê qewimî şermezar kir û got: “Divê xutbe bi zimanê civakê be ku emrên xwedê yên tên vegotin ji hêla civakê ve bên fêmkirin. Lê ji civaka kurdan re bi tirkî xutbeyan dixwînin û ev yek ne îslamî ye, ne însanî ye. Bi ti şeklî nayê qebûlkirin.” 
 
Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller di 19’ê çileyê de çû Mizgefta Kubayê ya li navenda navçeya Pasûrê û bi hinceta ku Mela Mahsûn Koçaga xutbe kêm xwendiye bi mîkrofonê mela derb kir. Hat hînbûn ku Akeller dema li Koçaga dixist heqaret jî li wî kirine. Piştî vê yekê Koçaga ji nexweşxaneyê rapora derbê girt û qeymeqam gilî kir. Piştî bûyer bi rêya çapemeniyê di nava gel de belav bû, bertekên mezin hatin nîşan dan û Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Têkildarî bûyerê endamê Komeleya Alimên Amedê, Mela Mehmet Şen ji ajansa me re axivî û derbkirina Mela Mahsûn Koçaga şermezar kir. 
 
Şen, anî ziman ku ti eleqeya van kesên ku ev bûyere pêk aniye, bi ola îslamê re nîne. Şen, diyar kir ku mela tê wateya kesê ku di warê olî, siyasî, zanebûnê de pêşketî û qeymeqamê ku mela derb kiriye şermezar kir. Şen, bal kişand ser wateya xutbê jî û wiha got: “Xutbe, tê wateya xîtabetê û hefteyê carekê tê dayîn. Xutbe, di nava hefteyê de çi çêbûye û pêdiviya civakê bi çi hebe, li ser wan tiştan û li gorî olê tê dayîn. Her wiha divê xutbe jî bi zimanê civakê be ku emrên xwedê û hadîsên tên vegotin ji hêla civakê ve bên fêmkirin. Lê ji civaka kurdan re bi tirkî xutbeyan dixwînin û ev yek ne îslamî ye, ne hiqûqî ye, ne însanî ye. Bi ti şeklî nayê qebûlkirin.”
 
‘TI ELEQEYA WAN BI OLÊ RE NÎNE’
 
Bi domdarî Şen destnîşan kir ku ev tişta li cemaeta Mela Mahsûn Koçaga hatiye kirin, li hemû kurdan hatiye kirin. Şen, bi lêv kir ku li ber çavê cemaeta mizgeftê seydayê ku rûspiyên civakê ne, hatiye derbkirin û gelek nîjadperest jî piştgiriya vê yekê dikin. Şen, da zanîn ku ev yek ji ola îslamê dûr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Empatiya herî mezin di îslamê de heye û divê mirov empatiyê bike. Divê misilmanên tirk empatî bikin û tiştê ji bo xwe dixwazin ji bo hevalê xwe jî bixwazin. Tiştê ku xweşiya mirov neçe, xweşiya hevalê mirov jî naçe. Em wisa fêm dikin ku ti eleqeya van kesan bi ola îslamê re nîne. Heke xeletiyek li holê hebe û dewlet jî dewleteke hiqûqê be, herin bi sazî û dezgehên peywirdar re bibêjin. Li ber çavê cemaetê rûmeta mela şikandin şermeke gelekî mezin e.”
 
‘OLA ÎSLAMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNIN’
 
Şen, bang li gelan kir û da zanîn ku bila gelê kurd bizane ka kî misilman e û kî ne misilman e. Şen, destnîşan kir ku bila gel bizane li ser navê ola îslamê mirovan dixapînin û olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Şen, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû kes empatiya di îslamê de heye bike. Em di vî warî de bang li tirk, ereb û farisan jî dikin. Heke hûn bawermend û misilman bin, tiştê ji bo we xweş tê ji bo me jî xweş bibînin, tiştê ji bo we xweş neyê ji bo me jî xweş nebînin. Ji xwe wisa bê kirin dê xwişk û biratî çêbibe.”
 

Sernavên din

28/01/2024
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan