Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin

  • rojane
  • 17:12 24 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran tev li Nobeta Edaletê bûn gotin ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye û ev tişt anî ziman: “Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin. Heke ji hêla fîzîkî ve azad bibe dê pêşiya azadî û wekheviyê jî bê vekirin.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
STENBOL
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê di roja 43’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  berz kirin. 
 
Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), ANYAKAYDER, MATUHAYDER, DBP, rêxistinên bajar û navçeyanên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Sînem Ozkan li ser navê BMG’ê axivî. Ozkan, diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re dewlet gefê li civakê dixwe. Ozkan, wiha domand: “Nobeta Edaletê, ji bo em dengê girtiyan bidin bihîstin rêbazeke. Grevên birçîbûnê îradeyeke pir girîng in. Em jî dê li dijî êrişên dewletê, bi îradeya xwe ya şoreşger serî netewînin. Em girêdayî îradeya têkoşîna gelê kurd in. Em bi rêhevalên xwe yên li girtîgehê û bi dayikên xwe yên Nobeta Edaletê didomînin re ne. Em jî dixwazin bibin dengê wan û tecrîdê bikin rojev.”
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Ji BMG’ê Mahmût Çîftçî jî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û wiha got: “Di serî de Kurdistanê, tevahiya gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ne. Em tevek dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Bila rêya birêz Abdullah Ocalan bê vekirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve azad bibe, dê rêya azadî û wekheviyê jî bê vekirin. Heta ku rêya Abdullah Ocalan neyê vekirin dê ne li Kurdistanê ne jî li Tirkiyeyê tu kes xweşiyê bi xwe nebe. Ji bo vê jî divê em têbikoşin. Li her çar aliyên cîhanê tê gotin ku rêya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes vê têkoşînê mezin bike.”
 
AMED 
 
Li Amedê jî Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpekirin di roja 51’an de dom kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Farqîn û Xana Axpar û namzetê Hevşaredariya Farqînê Kadrî Esen îro çûn serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser tecrîdê û diyar kirin ku divê Nobeta Edaletê bê mezinkirin. Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di çalakiyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveber û endamên komeleyan jî piştgirî dan. Di çalakiyê de dayikan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Beşdaran daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên komeleyê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
WAN
 
Nobeda Edaletê ku li Wanê di pêşengiya TUHAY-DER'ê de hatiye destpêkirin, di roja 51'an de berdewam kir. Çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya DBP'ê ya Bajar berdewam dike. Îro şêniyên taxên Selîmbey û Yaliyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
Meta girtiyê nexweş Emîn Kurban ku 30 sal in girtî ye, Feyruz Sungur di çalakiyê de axivî û grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê silav kir. Sungur, wiha domand: “Emîn Kurban li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê di hucreyê de tê ragirtin. Nexweşiya wî ya gurçikan heye, ji dilê xwe anjiyo bûye û felc bûye. Piştî salên dûvdirêj rakirin nexweşxaneyê. Ev 30 sal in girtî ye lê nayê berdan. Em dixwazin hemû girtî azad bibin. Ma ev zilm dê heta kengî berdewam bike? Heta ku ev zilm bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Dayikên Aştiyê yên tev li nobetê bûn jî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fanêle resandin. 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” dom kir.
 
MÊRDÎN 
 
Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de berdawam dike. Nobeta ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan dane destpêkirin, îro bi serdana endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê berdewam kir. Endamên komeleyê stran gotin. Welatiyan gotin ku dê çalakiya xwe mezin bikin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. 
 
ÎZMÎR
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin" û “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatibûn daliqandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Rêveberên Jin Bihevre Bihêz in a Îzmîrê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar, ANYAKAY-DER, ESP û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Ji Jin Bihevre Bihêz in Zîlan Tayboga got ku ew li dijî tecrîdê piştgiriyê didin nobetê. Tayboga, got ku ew ji bo mezinkirina têkoşînê hatine serdanê. 
 
Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan jî xwest ku her kes piştgiriyê bide Nobeta Edaletê. Endama ESP’ê Aylîn Aker jî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dê li Stenbolê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Li Îzmîrê jî dê di 31’ê çileyê de, di 1’ê sibatê de û di 2’yê sibatê de li avahiya me ya li Alsancakê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin.” 
 
Nobet, bi stranan dom kir. 
 

Sernavên din

25/01/2024
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir