Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!

  • rojane
  • 09:13 19 Çile 2024
  • |
img
ŞEHBA - Welatiyên efrînî ku ji ber êrişên dewleta tirk neçar man koçberî Şehbayê bibin anîn ziman ku li benda roja vegera li Efrînê ne û wiha gotin: "Di cîhanê de çi çek nîn e ku ji vîna mirov bi hêztir be. Vîna ma ji çekên NATO'yê bihêztir in."
 
Di şerê ku li Sûriyeyê du sala 2011'a de dest pê kir de gelek bajar wêran bûn, bi hezeran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes koçber bûn. Li Efrînê ku bi aramiya xwe dihat nasîn, jiyaneke hevpar ava kir. Avakirina vê jiyanê tirs xist dilê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û di 20'ê Çileya 2018'an de êrişî bajarê Efrînê kir. Piştî êrişên Tirkiye û hevkarên wê, ji 300 kesî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dastan û nêzî 400 hezar kes neçar man ku koçber bibin. Koçberên ku li Şehbayê di kampan de bi cih bûn, li hemberî hemû zehmetiyan jî jiyanek nû ava kirin û li benda roja xwe ne ku vegerin Efrînê. Lê li hemberî vê yekê rejîma Sûrî, li herêmê ambargoyêk giran daya pêş xwe û nahêle mazot, derman, şîrê zarokan û hwd. derbas bibin. 
 
Şêniyên Efrînê ku neçar man koçberî Şehbayê bibin di kampa Serdemê de jiyan xwe berdewam dikin. Ji şêniyan Muhammed Reşît û Newroz Haşîm di salvegera êrişê de axivîn. 
 
'LI BENDA ROJA VEGERÊ NE'
 
Newroz Haşîm a ku di Komîteya Perwerdeya Kampê dê cih digire anî ziman ku piştî êrişên dijwar neçar man ku ji Efrînê derkevin û got: "Dema em hatin Şehbayê jî em rastî êrişan hatin. Em bi berxwedanê li Şehbayê man. Cîhan li hemberî êrişan kerr, lal û kor ma. Ji bo ku em ê rojêkê vegerin Efrînê em li Şehbayê man. Roja ku em vegerin pir nêz e. Em di vê baweriyê de ne. Em li Şehbayê 6 sala li ber xwe didin. Her roja me di nava berxwedaniyê de derbas dibe. Her roj êriş çêdibin. Ji bo em ji Şehba derkevin rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk çi ji destê wan tê dikin."
 
'ME HEMÛ TIŞT DA BER ÇAVAN' 
 
Haşîm, bal kişand ku di sala 2023'yan de ji aliyê dewleta tirk ve 8 hezar û 992 êriş li herêmê hatine kirin û wiha axivî: "Li hemberî êrişa berxwedaniyeke dîrokî heye. Li hemberî êrişa hemû kêmaniyên Şehbayê bi hevre li ber xwe didin. Vîna gel xurt e û wê vîna gel bi ser bikeve. Gelê Efrînê ji roja ewil ve li benda roja vegera li Efrînê ye. Rojekê ji ev biryar û xwestek kêm nebû. Kesê li Şehbayê mane hemû tişt dane ber çavan. Li hemberî me ji berxwedana pêştir çi rê tune ne."
 
'ZAROK BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDÊ DIBIN' 
 
Haşîm, anî ziman ku zarokên li Şehbayê bi zimanê dayikê perwerde dibînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rejîma Sûriyeyê xwest asteng bikin lê bi ser neket. Niha li Şehbayê zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin. Ji bo ambargoyê me astengî kişandin. Pirtûk û materyal bi destê me neketin. Me bi hev re li ber xwe da û me bi hevre ye yek astengî li pişt xwe hiştin. Daxwaza herî mezin a zarokan vegera Efrînê ye. Em bi bawerin ev bêrîkirina wan dê di rojeke nêzde bi dawî bibe. Li Efrînê bi destê dagirkeran kurdî hatiye qedexekirin. Niha li dibistanan perwerde bi zimanê tirkî ye. Li Efrînê tirk nîn in lê navê kolana bi tirkî ye. Demografyaya herêmê hat guhertin. Bişaftin ketiye astek bilind. Lê çibikin bila bikin nagihin armanca xwe." 
 
Newroz Haşîm zehmetî ye mayîna li kampê vegot û ev tişt anî ziman: "Zivistan e zehmetî zêde dibin. Rojê 2 saet ceyran heye. Bihayê mazotê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve her roj tê zêdekirin. Dixwazin gel û rêveberiya kampê werin li hemberî hev. Lê çi bikin ji gel bi rêveberiya xwe re tevdigere."
 
'ERIŞ 6 SALIN BERDEWAM DIKIN' 
 
Muhammed Reşît (68) ê ku li Efrînê hatî dinê û mezin bûyî bibîr xist ku êriş 6 sal in bênavber berdewam dikin. Reşît bal kişand ser vîna gel û wiha got: "Gel bi felsefeya Serok Apo li ber xwe dide. Çiqas êriş bikin bila bikin wê encam nestînin. Sûcê şer her roj tên dubarekirin lê cîhan bêdeng e. Di êrişa da leşkerê Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest didin lê rejîm bêdeng e." 
 
Reşît anî ziman ku piştî ku li Zapê kuştiye artêşa tirk zêde bûn dîsa êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û axaftina xwe wiha domand: "Rejîma tirk ji bo kuştiyê xwe û nerazîbûna gel veşêre êrişan zêde dike. Dixwazin nîjadperestan keyfxweş bikin. Ji bo vê herêmê sivîl tên bombebarankirin. Lê çi bikim bila bikin nikarin kuştiyên xwe yên li Zapê veşêrin."
 
'VÎNA GEL JI ÇEKAN BIHÊZTIR E'
 
Reşît, bal kişand ser pisgirêkên tenduristiyê û axaftina xwe wiha qedand: "Li herêmê tenê nexweşxaneyek heye û xizmet dide sedhezaran kesî. Ji bo ambargoya Şamê ceyran tune ye. Li nexweşxanê gelek beş jiber vê yekê girtî ne. Her roj pisgireke tenduristî zêde dibin. Derman tune ye. Ji ber vê yekê zarok jiyana xwe ji dest didin. Êrişên dewleta tirk, ambargoya Şamê, lîstikê Rûs û Îranê, bêdengiya cîhanê dibe sedema kuştina zarokan. Berpirsyarên hemû komkujiyan ew in. Lê bila vê bizanin ku vîna gelê Efrînê ji hemû çêkên wan bihêztir e. Hê jî vîna gel hêztir çekek ne hatiye afirandin. Çi dikin bila bikin em ê jiyana nû ava bikin. Em ê vegerin Efrînê."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

21/01/2024
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan