Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn

  • rojane
  • 11:07 15 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegeyên li Sêrt û Êlihê tev li pêşhilbijartinê bûn diyar kirin ku wan bi demokrasiyê bersiva qeyûman daye. Ji delegeyan Mete Basmaci anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îro li hemû bajaran ketiye pratîkê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên Meclisa Şaredariyê û Meclisa Giştî ya Bajar 11 jê bajar bi giştî li 90 navendan pêşhilbijartin li dar xist. Li hinek bajaran gel namzetên xwe hilbijartin û li hinek bajaran jî dê îro tura sêyemîn bê lidarxistin. Li Sêrtê encamên sindoqan eşkere bûn û Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, li Êlihê jî Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin. 
 
Delegeyên li Êlih û Sêrtê dengê xwe dayîn têkildarî pêşhilbijartinê axivîn.
 
‘JI BO DEMOKRASIYÊ GAVEKÎ GIRÎNG E’
 
Ji delegeyan Erkan Kumek pêşhilbijartin weke “biryareke di cih de” nirxand û got ku li dijî polîtîkaya qeyûman bersiveke xurt hatiye dayîn. Kumek, wiha domand: “Êdî em bi xwe hevşaredarên xwe hildijbêrin.” Fûat Yildirim jî diyar kir ku ji bo gel bi xwe namzetên xwe hilbijêre, pêşhilbijartin girîng in û ev tişt anî ziman: “Xelk hate vê derê û bi feraseta demokrasiyê dengên xwe dan. Ji bo me ya girîng, tişta bi navê demokrasiyê hatiye kirin e. Ji ber ku nêrîn, daxwaz û fikra gel pir girîng e. Tiştekî pir şefaf bû.” 
 
‘KESÊN HATIN TAYÎNKIRIN NIKARIN NÛNERTIYA GEL BIKIN’ 
 
Bi domdarî Yildirim got ku dê şaredariyê bi ferqekî mezin bi dest bixin û wiha pê de çû: “Em ê careke din ders bidin qeyûman. Her ku ew qeyûman tayîn dikin, em ê bêhtir deng bidin. Em ê tu caran dev ji têkoşînê bernedin. Berxwedan, di cewhera me de heye. Weke gelekî bindest em tenê mafên xwe dixwazin. Gel bi xwe hevşaredaran hildibijêre ji ber ku ev kes nûnertiya gel dikin. Anku kesên hatine tayînkirin tu caran nikarin bibin nûnerên gel.” 
 
‘DÊ QEYÛM BÊN ŞANDIN’ 
 
Serdar Batur jî got ku pêşhilbijartin ji bo demokrasiyê gavekî girîng e û ev nirxandin kir: “Ji sibê ve em ê derî bi derî bigerin û ji bo qeyûman bişînin dê hesaba xwe bikin. Em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Hêvîdarim ev sepan bandorê li hemû partiyan bike û namzetên hemû partiyan hilbijêrên wan bi xwe diyar bikin.” Hurînaz Tay jî got ku biryara pêşhilbijartinê pir girîng bû. 
 
‘MÎNAKA SIYASETA ŞEFAF E’
 
Abdullah Ertan jî biryara pêşhilbijartinê ya DEM Partiyê weke “siyaseta pak” şîrove kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de tişta jê re dibêjin demokrasiya yekser ev e. Em bi saya têkoşîn, ked û bedelên gelê xwe heta vê rojê hatin. Tiştekî gelek hêja ye. Hêvîdarim ku ji bo pêşerojê, gelê me tiştên heq dike bi dest bixe û ev sepan mayînde bibe. Ez ji vê bibawerim. Bi qasî ku em di vê de biisrar bin dê ji cîhanê re bibin mînak.” 
 
‘DEMOKRASIYA XURT RÊVEBERIYA XURT’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk ku hilbijartin li Êlihê dişopand jî ev tişt anî ziman: “Biryarekî dîrokî bû û veguherî tecrûbeyeke dîrokî. Encamên derketin holê hêviyê dide. Gelê kurd her tim pêşengtiya demokrasî û têkoşîna demokrasiyê kiriye. Dîsa wisa bû. Demokrasiya xurt, bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêkan e. Xwebirêxistinkirina rêveberiyên herêmî ya bi vî awayî û diyarkirina namzetan jî vê hêzê mezintir dike.” 
 
‘DERSA DEMOKRASIYÊ HATE DAYÎN’
 
Eleqeyeke zêde ya gelê Êlihê ji bo hilbijartinan hebû. Delegeyên ku hêj di saetên zû yên serê sibehê de hatin, encamên hilbijartinê bicoş pêşwazî kirin. Ji delegeyan Bahoz Ozsunal got ku gelê kurd dersa demokrasiyê daye Tirkiye û cîhanê. Ozsunal, wiha dom kir: “Gel, ji bo sûdekî bigihîne demokrasiyê herikî vê derê. Bi demokrasiyê bersivê didin pratîka qeyûm. Israra d demokrasiyê de pir girîng e.” 
 
‘DIVÊ DI HER QADÊ DE GEL BIPARÊZE’
 
Ciwanê bi navê Bîlal Toy jî anî ziman ku ji bo diyarkirina vîna xwe çûye ser sindoqê û wiha got: “Ji bo hilbijartina kesên ku îradeya me heq dikin û bikarin nûnertiya wê bikin em hatin vê derê. Em ji bo kesên ku xwedî li zimanê me, çanda me derdikevin û daxwazên gel bi cih bînin hatin vê dreê. Ciwanên me bi tiryakê re rû bi rû ne. Êdî mirov nema dikare li taxên veder bijî. Ji bo vê divê xebat bên kirin û têkoşîneke çalak hebe. Ji bo van jî pêşhilbijartin pir girîng in.” 
 
Hazar Demîr jî got ku ji bo yekitiya gelê kurd ev pêşhilbijartin girîng in û wiha pê de çû: “Divê hevşaredar di navbera kesan de cihêkariyê nekikn û li dijî gel şefaf bin. Qeyûm, xespkirina îradeya gel e. Em dixwazin ev xesp bi dawî bibe. Divê têkoşîn tenê bi şaredariyê neyê bisînorkirin. Divê ji bo azadiya gel têkoşîn hebe.” 
 
‘ŞÊWEYÊ RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK KETE MERIYETÊ’ 
 
Mete Basmaci jî got ku tevlibûna zêde ya gel bersiveke xurt a li dijî sepanên antîdemokratîk e û wiha bi dawî kir: “Gelê me helwesta xwe ya li dijî rejîma qeyûm a xespker nîşan da. Yên îro hatin vê derê ji bo ku sûdekî wan bigihije têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan hatin vê derê. Paradîgmaya demokrasiyê ya birêz Ocalan îro li gelek bajaran kete meriyetê. Ev gelek girîng e. Şêweyê rêveberiya demokratîk kete meriyetê. Ji bo gel xwe bi xwe birêve bibe ev biryar gelek girîng e.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman 
 

Sernavên din

16/01/2024
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye