Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê

  • rojane
  • 12:20 11 Çile 2024
  • |
img
AMED - Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê bi kargoyê di qutiyê de hatibûn radestkirin, ji ber îfadeyên şahidan 9 meh in girtî ye. Parêzera Aksoy got ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzî miwekîla wê dibin û ji bo danişîna dozê ku dê sibe bê lidarxistin banga piştevaniyê kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Halîse Aksoy (57) ku hestiyên kurê wê Agît Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û 3 sal piştre bi rêya kargoyê di qutiyekê de radestî wê hatibûn kirin jî di 25’ê nîsana 2023’yan de hatibû girtin. Aksoy, ev nêzî 9 meh in ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin û duyemîn danişîna doza wê dê sibe li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Parêzera Aksoy, Zeynep Karayilan beriya danişîna dozê bersiva tawanbariyan da û got ku li dijî miwekîla wê “hiqûqa dijminatiyê” di meriyetê de ye. 
 
Karayilan, da zanîn ku nêzî 200 kes li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatine binçavkirin û ji van hinek jê hatine girtin. Karayilan, diyar kir ku sedema girtina miwekîla wê jî îfadeya şahid a “mala wê ji bo endamên rêxistinê cihekî biewle bû” ye. Karayilan, got ku di çarçoveya vê îfadeyê de derheqê miwekîla wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatiye amadekirin û wiha got: “Di danişîna ewil a dozê ya di 6’ê cotmeha 2023’yan de li ser SEGBÎS’ê li şahid hate guhdarîkirin. Lê îfadeyên wî yên dawî û yên berê hev negirtin. Tevî vê yekê jî şandeya dadgehê bi hinceta îfadeya şahidekî nepen biryara domandina rewşa girtî da.” 
 
Bi domdarî Karayilan anî ziman ku tu bingeheke hiqûqî ya biryara girtinê ya di danişîna ewil de tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku gelek kesên bi heman hincetan hatin binçavkirin û girtin û piştre hatin tehliyekirin û heta beraet kirin. Di hiqûqa cezayê de ya esasî darizandina bi awayekî negirtî ye. Darizandina bi awayê girtî weke çareya dawî tê bikaranîn. Lê hêj ji destpêka darizandinê ve di çarçoveya hiqûqa cezayê ya dijminatiyê nêzî Halîse Aksoy bûn. Rêgezên sereke yên hiqûqê hatin binpêkirin.” 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN HEV NAGIRIN
 
Di berdewamê de Karayilan bi lêv kir ku di îdianameyê de ji bilî şahidê eşkere yê heyî şahidekî din jî yê eşkere heye û ji ber ku şandeya dadgehê nekarî xwe bigihîne vî kesî, dev ji guhdarîkirina wî berda ye. Karayilan, wiha got: “Her wiha şahidekî nepen heye. Ev her sê şahidên behsa xeberê jî îfadeyên eleqeya wan bi hev re nînin didin. Îfadeyên yek ji wan îfadeyê yê din nagire. Her wiha şandina hestiyan a di qutiyê de û bi rêya kargoyê jî di îdianameyê de hatiye nivîsandin û ev jî di hincetê de cih digire. Ev xisûs bi tena serê xwe nîşan didin bê ka li dijî Halîse Aksoy bêhiqûqiyeke çawa di meriyetê de ye.” 
 
JI BER PIRGIRÊKÊN XWE YÊN TENDURISTIYÊ BIGAZINC E 
 
Parêzer Karayilan destnîşan kir ku nexweşiyên weke tansiyon, şekir, dil û qelewbûnê yên miwekîla wê hene û wiha pê de çû: “Ji ber şert û mercên girtîgehê ev nexweşiyên wê girantir bûne. Got ku ji ber vê yekê gelek caran rakirine nexweşxaneyê. Di demên ewil de digot ku mîdeyê wê diêşe. Lê belê tedawiya pêwîst di dema xwe de nehat kirin. Beriya bikeve girtîgehê jî gelek caran ji çavên xwe emeliyat bûbû. Di hevdîtina me ya dawî de ji ber çavên xwe bigazinc bû. Digot ku her tim çavên wê birondik dibin, ji ber vê rewşê çûye revîrê lê guhertinek çênebûye.” 
 
JI BO TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ BANG KIR
 
Herî dawî jî Karayilan got ku dê danişîna dozê sibe saet di 09.35’ê de bê lidarxistin û bang li hemû saziyên jinan û saziyên demokratîk kir ku tev li danişînê bibin. 
 

Sernavên din

13/01/2024
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be