Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye

img
ENQERE - Serowekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin mimkin nîne li Tirkiyeyê pergaleke bitendurist bê avkirin. Temellî got ku çareserî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye.” 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê rojevên heyî nirxand. 
 
‘TIRKIYE DI ENDEKSA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE DI RÊZA 165’AN DE YE’ 
 
Temellî ji ewil bal kişand ser 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin û got ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Temellî diyar kir ku mimkin nîne li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê were kirin.” 
 
Bi domdarî Temellî qetilkirina yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê û wiha dom kir: “Ev ne komkujiya ewil ne jî ya dawî bû. Piştre jî li Parîsê sê siyasetmedar hatin qetilkirin. Her wiha di 6’ê çileya 2016’an de Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Şirnexê hatibûn qetilkirin. Ev komkujiyên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam in. Sedema van komkujiyan jî zîhniyeta ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike ye.”
 
‘SEPANÊN DERHIQÛQÎ’
 
Bi domdarî Temellî ev tişt anî ziman: “Ev komkujî ji bo xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd hatin kirin. Her roj li ser tv’yan qala operasyonên MÎT’ê tê kirin. Lê ev suîqest li dijî siyasetmedarên kurd û sivîlan e. Ev yek weke serkeftineke mezin tê nîşandan. Lê sepanekî derhiqûqî ye. 
 
MEZINTIRÎN PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA KURD E 
 
Tirkiye ya ku pirsgirêka kurd çareser nake ber bi têkçûnê ve diçe. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê avakirina pergaleke bitendurist mimkin nebe. Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Yên ku nedixwestin ev pirsgirêk were çareserkirin, komkujiya li parîsê pêk anîn. 
 
Pirsgirêka kurd bi diyalogê dikare were çareserkirin. Bêguman yê ku dikare vê çareseriyê pîne jî birêz Ocalan e. Hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatine kirin, gavên ji bo çareseriyê hatin avêtin hêj di bîra me de ne. Yên ku ji çareseriyê direvin, îro pergala tecrîdê li welêt ferz dikin. Tecrîda li Îmraliyê, yek ji pergalên herî tarî yên cîhanê ye. Ev tarîtî li hemû welat belav bûye. Di bingeha hemû sepanên dewletê de ev tarîtî heye. Tê dîtin bê ka neçareserkirin pirsgirêkê welêt ber bi ku de dibe.” 
 
‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ’
 
Di berdewamê de Temellî bal kişand ser deklarasyona rewşenbîr, hunermend û nivîskaran a ji bo aştiyê û wiha derbirî: “Bangawaziya rewşenbîran girîng bû. Dema wê ye ku em bibin dengê aştiyê. Divê ji bo aştiyê liv û tevger bên destpêkirin. Ji bo sekinandina şer divê her kes înîsiyatîfê li xwe bigire. Heke em nekarîn vê pêk bînin, dê ev hilweşîn bidome.” 
 
‘NAVÊ VÊ DERBE YE’
 
Temellî, biryara AYM’ê ya ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay bi bîr xist û helwesta Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind weke darbe bi nav kir û got ku binpêkirina destûra bingehîn e. Her wiha Temellî Doza Kobanê weke mînak nîşan da û got ku li holê krîzeke darazê û ya dewletê heye. 
 
HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ HEZAR Û 600 KES DERBAS KIR 
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bedela vê  krîza dewletê jî civak dide. Girtiyên nexweş didin. Hejmara girtiyên nexweş a li girtîgehan hezar û 600 kes derbas kiriye û ji van 500 jê divê bi lezgînî bên berdan. Lê belê Wezareta Dadê di vê mijarê de tu tiştekî nake.” 
 
KAOSA KU PERGALA HEYÎ RÊ LI BER VEDIKE 
 
Temellî, anî ziman ku yek ji encamên din ên krîza dewletê jî qeyûm in û wiha got: “Em dibînin ku vîna gel tê xespkirin. Vê pergala çêker bi xwe re kaosek aniye. Tekane rêya bidawîkirina vê kaosê jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Her wiha divê aştiya civakî bê cîbicîkirin. Ji bo vê jî divê ji ewil destûreke bingehîn a demokratîk bikeve meriyetê.” 
 
HILBIJARTIN
 
Sezaî Temellî qala hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî kir û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin girîng in. Em ê ne tenê şaredaran û endamên meclisên şaredariyan hilbijêrin. Em ê biryarê bidin bê ka dê demên pêş ên Tirkiyeyê veguherin tiştekî çawa. Lewma ev hilbijartin girîng in. Em li namzetên hatine ragihandin dinêrîn û dibînin ku îktîdar dixwaze rantxwiriyê bidomîne. 
 
WEKE DEM PARTIYÊ EM Ê JI BI MAFÊN BAJARÎ TÊBIKOŞIN 
 
Weke DEM Partiyê em ê ji bo mafên bajarî têbikoşin. Em bibiryar in ku qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Li cihekî qeyûm lê hene mirov nikare qala mafên bajarî û demokrasiyê bike. Tirkiye tenê dikare bi demokrasiya herêmî demokratîk bibe. Bi vê zanebûniyê em têkoşîna li dijî qeyûman mezin dikin. 
 
Em di wê baweriyê de ne ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Ev serkeftina me dê ji bo veguherandina Tirkiyeyê jî girîng be. 
 

Sernavên din

10/01/2024
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin