Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê de careke din daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê di çalakiyên nobetê de bi skeça xwe ya “Dadger-Girtî” henekên xwe bi pergala darazê kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 mehan e tu agahî jê nayên wergirtin hatine destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam dike.
 
Di çarçoveya kampanyayê de malbatên girtiyan li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê bi çalakiyên Nobetên Edaletê dane destpêkirin. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 34’yemîn de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdana çalakgerên nobetê. 
 
Ji Çalakgeran nobetê Fatma Çig destnîşan kir ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû girtî û civak di bin tecrîdê de ne. Çig da zanîn ku ew mirinê naxwazin, aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Em azadiyê dixwazin. Azadiya Rêberê xwe û hemû girtiyan dixwazin. Em ê heya Rêberê me azad dibe têbikoşin.”
 
Xizmên girtiyan bi listika xwe ya “Dadger-Girtî” tinazên xwe bi pergala darazê ya tirkan kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nebe” berz kirin. 
 
MÊRSÎN  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin jî 34 roj in didome. Di çalakiya ku gelek dayikên aştiyê tev li bûn de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bilêv kirin. 
 
Di çarçoveya Nobetê de dê îro panela “Em bi têkoşerên li dijî tecrîdê re, tecrîdê diaxivin” were organîzekirin. Dê di panele de wek axiver Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey û parêzera endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Rezan Sarica cih bigire. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê didome di roja 25’emîn de ye. Xizmên girtiyan îro jî pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û dest bi nobetê kirin. Di eywana çalakî lê tê lidarxistin de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng.” hate daliqandin. 
 
Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberên Rêxistnên navçeyên Fatîh û Zeytînbûrnû hatin serdana çalakgerên nobetê. Di serdanê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Di serdana nobetê de ji bo ku zûtir encam werin girtin banga tevlîbûnê li rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hate kirin. 
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de didome. Endamên Şaxa Platforma KESK’ê ya Wanê, rêxistina DEM Partiyê ya Artemêtan û gelek welatî piştgirî dan çalakiyê. 
 
 
Di çalakiya nobetê de Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Wanê Fîgen Çolakoglû axivî û hestên piştevaniyê parve kir. Rêveberê navçeya Artemêtan ê DEM Partiyê Îlhan Hannarîncî jî wiha axivî: “Di vê pêvajoya zehmet de dewletê wek siyasî gelek êriş kirin lê belê tu encam bi dest nexist. Ji ber tu encam bi dest nexist, berê xwe da hevalên me yên li zindanan. Piştre berê xwe da partiya me û gelê me. Em di pêvajoya van êrişan de dayikên ku Nobeta Edaletê didomînin û têkoşerên zindanan pîroz dikin.” 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 34’an de berdewam kir. Ji bilî malbatên girtiyan gelek kes tev li nobetê bûn. Welatiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.
 
Parlametera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya berê Meral Daniş Beştaş, Şaxa Sendîkaya Tenduristî û Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê hatin serdana çalakgerên nobeta edaletê. 
 
Yasemîn Uçer a hatiye sedanê wiha axivî: “Heya tecrîd tê rakirin, heya daxwazên girtiyan pêk tên em ê neçin tu deran. Em ê heya dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Em bi diruşma “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîgehan” li vir in û dê li vir bin.” 
 
Di nobetên de stran hatin gotin, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û ser giringiya yekitiyê û girîngiya têkoşînê hate sekinîn. 
 
 

Sernavên din

07/01/2024
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!