Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan ên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê derketin kolanan, ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li rayedaran kirin. 

 
Parazvanên mafên mirovan bi daxuyaniyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dan, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Zulfu Mûtlûturk, Erdal Boztaş û Gurbuz Topçû û xwestin demildest bên dermankirin û bên berdan.
 
STENBOL
 
Şaxa ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku girtî Zulfu Mûtlûturk ê ji sedî 78 astengdar nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û ji bo parastina mafê jiyanê ya girtiyên nexweş rayedar vexwendin peywîrê. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 615’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtî Zulfu Mûtlûturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin. 
 
Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Zulfu Mûtlûturk were berdan” hatin vekirin de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan lê amade bûn. 
 
JI SEDÎ 78 ASTENGDAR E
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Taylan Bekîn ê vê hefteyê metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku ji ber di sala 2006’an de xwîn çûye ser mejiyê Zulfu Mûtlûturk emeliyat bûye û qala pêvajoya tedawiya wî kir. Bekîn, da zanîn ku lijneya tenduristiyê ya nexweşxaneyê ji ber nexweşiya MS (Multipl Sklaroz) rapora ji sedî 76 astengdar daye Mûtlûturk. Bekîn, bi lêv kir ku ji ber tedawî û lênêrîna Mûtlûturk di şertên girtîgehê de nepêkane jiyan û tenduristiya wî di bin rîskeke giran de ye û ev tişt got: “Mûtlûturk di vê mijarê de daxwaza taloqkirina înfazê kiriye lê hêj bersiveke erênî nedanê.”
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERSIVÊ NADE DAXWAZNAMEYAN
 
Bekîn, agahiyên ku xwişka Mûtlûturk bi komîsyona wan re parvekirin jî wiha ragihandin: “Em çûn cem dozgerê girtîgehê û rewşa kekê min zehmetiyên dikişîne vegotin û raporên nexweşxaneyê nîşanî wan dan. Dozger got divê nexweşekî di vê rewşê de bê berdan, ji ber nexweşiyên wan daxwaznameyan bidin em ê eleqedar bin. Esas kekê min ji bo were berdan ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsandiye. Niha em bi parêzerekê re axivîn, dê daxwaznameya berdanê bide. Hêvî dikim ku were berdan.”
 
Bekîn, anî ziman ku divê Mûtlûturk û hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan û rayedar vexwendin peywîrê û raya giştî jî vexwend ku hestiyar bin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Tedawî maf e nikare were astengkirin” bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Li Îzmîrê jî endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyekê bang li rayedaran kir ku girtiyê nexweş Gurbuz Topçû yê di Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin were dermankirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî jî piştgirî dan daxuyaniya li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hate dayîn. Di dema daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” hate vekirin. 
 
Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ê daxuyanî da derbarê rewşa tenduristiyê ya Topçû de agahî dan û qala nexweşî û dermankirina wî kir. Aydin, da zanîn ku dewlet bûye sedem ku Topçû çavekî xwe winda bike û got: “Heke îhtîmaleke biçûk jî hebe ku Topçû li derveyî welat were dermankirin divê ev yek were nirxandin. Rayedar ji vê berpirsyar in.”
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê jî di hefteya 487’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa nexweşê penceşêrê Erdal Boztaş. 
 
Di daxuyaniya li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate kirin de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” hate vekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen agahî da ku qasî tespîtkirine 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 
 
‘4 MEH IN QET NAYÊ DERMANKIRIN’ 
 
Çevîrmen, qala pêvajoya girtin û dermankirina girtiyê nexweş Erdal Boztaş kir. 
 
Çevîrmen, da zanîn ku Boztaş di 23’yê kanûna 2023’yan de bi malbata xwe re bi telefonê axivî ye û ragihandiye ku 7 meh in nebirine endoskopiyê, randevûyên wan ên endoskopiye hatine betalkirin û 4 meh in qet nehatiye dermankirin û dermanên wî nedane wî. 
 
Çevîrmen herî dawî wiha got: “Ji ber rewşa wî her ku diçe giran dibe, nikare di girtîgehê de bimîne. Em daxwaz dikin ku bila endoskopiya Erdal Boztaş û hemû tetkîkên din ji ber penceşêra mîdeyê û komî ya di zikê wî de bên kirin, dermanên ku pêwistiya wî pê heye bên dayîn, astengiyên li pêşiya serlêdanên wî bên rakirin û sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2’yan a Sîncanê bê kirin ku diyar dike şert û mercên wê baştir in û di vê pêvajoyê de dîsa cezayê lê hatiye birîn bê taloqkirin.”
 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2024
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!