7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne

  • jin
  • 16:30 6 Çile 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk a di bîranîna jinên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin de axivî, wiha got: "Têkoşîna azadiya jinê, ev têkoşîna ku me tîne ba hev, bingehên vê dewletê dihejîne.” 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û Emîne Kara (Evîn Goyî) ya di 23'yê kanûna 2022'yan de li Parîsê hatin qetilkirin di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya DEM Partiyê ya Silopyayê hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Bûrcûgul Çûbûk, Newroz Ûysal Aslan, M. Zekî Îrmez, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, Meclisa Jinan a DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir.
 
Piştre Dayika Pakizeyê, Behiye Nayir axivî. Nayir, diyar kir ku ew ê li pey tekoşina zarokên xwe bimeşin û got: "Kujerên Pakizeyê û rêhevalên wê diyar in. Em pey doza zarokên xwe ne."
 
‘EM TÊKOŞÎNA WE HEMBÊZ DIKIN’ 
 
Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî. Çûbûk, jî got ku têkoşîna jinan hêzên metînger ditirsîne û ev tişt got: "Têkoşîna jinan bingeha dewletê dihejîne. Komara Tirkiyeyê li ser mêranî, mîlîtarîzm, şer, kolonyalîzm û kapîtalîzmê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin. Em dixwazin hûn bizanibin ku em vê têkoşîna we li Tirkiyeyê jî hembêz dikin. Em soz didin ku em ê her tim li kêleka hev bisekinin, em soz didin ku em ê mil bi mil li dijî kolonyalîzmê têbikoşin.” 
 
‘KUJERÊN JINAN KÛJERÊN SÊVÊYAN IN’ 
 
Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Dogan anî ziman ku jinên pêşeng her tim di hedefa dewletên desthilatdar de ne û wiha axivî: "Ev têkoşîn bi dayîna bedelên giran didome. Dîroka Kurdistanê ya sedsalî dîrokeke bi êş e. Di têkoşîna azadiyê de me gelek bedelên giran dan. Tişta ku bi me didin ferzkirin em qebûl nakin. Li Parîsê, li Botanê, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava jinên kurd tên hedefgirtin. Jinên pêşeng ên ku di pêşerojê de roleke girîng bilizîn hedef tên girtin. Kujerên Jina Eminî kîjan bin, heman pergal û hişmendî kujerên Pakîze, Sêvê û Fatmayê ne jî." 
 
‘QIRKIRINA JINÊN KURD NE RASTHATINEKE’ 
 
Dogan, bi domdarî got ku tekoşîna gelê kurd a rewa dê encam bigire û wiha berdewam kir: "Em ziman, nasname û hebûna xwe dixwazin. Ev hevalên me jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Mafê tu kesekî nîne ku ji têkoşîna me ya rewa bide sekinandin. Doza ziman, nasname daxwazeke gerdûniye. Ev mafê me yê xwezayî ye. Qetilkirina jinên kurd ne rasthatineke. Em ê tebikoşin û heta dawiyê li ber xwe bidin."
 
‘EM RÊHEVALÊN SAKÎNEYÊ NE’ 
 
Salîha Aydenîz a dû re axivî, diyar kir ku bi zanebûn jinên tekoşer ên kurd tên hedef girtin û got: "Êşên me û têkoşîna me ye ku me li ser piyan digire. Ev 8 sal bi ser qetilkirina sê rêhevalên me re derbas bû. Em hemû dizanin ku li Silopiya, Gever û Nisêbînê komkujiyeke çawa kirin. Lêbelê me  jinan gav paşve ne avêt û em li qadan bûn û em li qadan in. Bi qetilkirina Sêvê û rêhêvalên wê xwestin ku me jinan bêdeng bikin. Lê em bêdeng neman.Têkoşîna ku wan deya destpêkirin em didomin. Desthilata heyi zilma xwe hemûyê li ser jinan dide meşandin. Her derekî, her keliyeke cîhanê jinen tekoşer hedef digire û qetil dikin. Bi qirkirinan dixwazin ku gav me bidin avêtin, le em rehevalên Sêvê û Sakineyan e. Em ê wan ji bîr nekin û mîrateya têkoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin."
 
‘NAVNÎŞAN ÎMRALI YE’ 
 
Aydenîz, bi lêv kir ku pirgirika kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bê çareserkirin û wiha domand: Dixwazin ku bi politikayên qirkirinê me tune bikin. Bi gelê kurd re şerkirin dawi bûna wan e. Bi kurdan re şer peşeroje ronî nake û her ku diçe reş dike. Ji ber wê divê pirsgirika kurd bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirîka kurd jî navnîşan diyare, navnîşan İmraliye. Ji bo çareseriya piragirika kurd di girtigehan de grevén birçibûnê hatine destpekirin. Ji ber wê divê ku em jî bibin dengê wan û daxwaza wan bilind bikin. Divê ku her kolanekî de van grevên birçîbûnê bînin ziman da ku ev çalakî encam bigire.”
 
Pişt re gorên jinên hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin. Bavê Sêvê Demîr, Azîz Demîr ê li ser gorê axivî, wiha got: "Ez li ber têkoşîn û bîranîna Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Lê berî her tiştî divê em bibin yek. Ger em bibin yek wê demê em dikarin têkoşîna wan zindî bihêlin. Ji ber vê em dibêjin şehîd namirin.”
 
Bîranîn bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" , "Şehîd namirin" bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
TJA'yê ji bo 7 jinên hatin qetilkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER'ê, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş û gelek jin beşdar bûn. 
 
Bîranîn bi sînevîzyona ku li ser têkoşîna jinan dest pê kir. Hevseroka Şaxa MEBYA-DER'a Mêrdînê Gûrbet Tekîn a di bîranînê de axivî, diyar kir ku têkoşîna jinên hatin qetilkirin aştî, azadî û wekhevî ye. Tekîn, da zanîn ku jinên hatine qetilkirin rêwiyên heqîqetê ne û wiha got: "Firsenda min çêbû ku min bi heval Sêvê û Fatma re hevaltî kir. Sêvê neçar mabû ku ji zilma dewletê koç bike. Hate girtin. Di çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2012'an de cih girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, ji cihê mayî xebatên xwe domandin. Her gaveke wê ji bo azadiyê jinê û civakê bû."
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş a pişt re axivî jî bal kişand ku Komkujiya Parîsê ne komkujiyeke ji rêzê ye û wiha got: "Kesên 100 sal in dixwazin vê pirsgirêkê çareser nekin dîsa heman tişt kirin. Û xwestin hevdîtinên aştiyê rawestînin. Çawa ku di 9'ê Cotmehê de li dijî birêz Ocalan komployeke navnetewî hate kirin, di 9'ê çileyê jî bi komkujiyeke navnetewî li dijî jinên kurd û siyasetmedarên kurd komployek hate kirin."
 
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/01/2024
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!