Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê piştî hilbijartinên derbasbûyî Artêşa Iraqê hinek malbatên kurd bi darê zorê ji xaniyên wan derxistin li şûna wan malbatên ereb xistin xaniyan. Rojnamevan Birwa Assad destnîşan kir ku dixwazin li Kerkûkê rêveberiyeke bêyî kurd ava bikin û anî ziman ku PDK jî tev li van polîtîkayên dijî kurdan dibe. 
 
Nîqaşên li ser hilbijartina 18’ê kanûna 2023’yan a li Iraqê hatiye kirin berdewam dikin. Tevî 13 bajarên Iraqê û li Mûsilê piştî 10 salan, li Kerkukê jî piştî 18 salan hilbijartin Meclisa Giştî hate kirin. Navendên herî girîng ên vê hilbijartinê Mûsil û Kerkuka ku piranî kurd tê de dijîn bûn. Taybetî jî serkeftina hilbijartinê ya Yekitiya Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK) pêşî Tirkiyeyê PDK’ê û hin komên ereban aciz kir. 
 
Li Kerkukê YNK’ê 5, PDK’ê 2, Eniya Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Kursiyên din jî Tifaqên Ereban di nava xwe de parve kirin. 
 
TAXA NEWROZÊ YA KURD LÊ DIJÎN 
 
Piştî hilbijartinê di 31’ê kanûnê de erebên sunnî ji bo Meclîsa Giştî ya Kerkukê tifak ava kirin. Piştî tifaq hate avakirin di 2’yê çileya de Artêşa Iraqê ket nav taxa Newrozê ya ku kurd lê dijîn û ji kurdan hat xwestin ku avahiyên xwe vala bikin. Kurdên li taxa Newrozê dijiyan, piştî xistina rejîma Baasê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê dîsa vegeriyan xaniyên xwe. Bi fermana dadger Lewis Paûl Bremer di sala 2003’yan de hezaran mal li ser Wezareta Maliyeyê ya Iraqê hatin tescîlkirin. 
 
Artêşa Iraqê avahiyên 7 malbatên kurd xalî kir û di 4’ê çileyê de 7 malbatên ereb di van xaniyan de bi cih kir. Li gel vê yekê hêzên aratêşa ferman da ku ji 100’an zêdetirî xanî werin valakirin. Şêniyên taxê li hember vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan dan û rewş metirsyar e. Ji ber gelek kurd dagirkirina xaniyên xwe qebûl nekirin, hatin binçavkirin.
 
FERZKIRINA ALÊ 
 
Li aliyekê Artêşa Iraqê xaniyên kurdan vala dike û malbatên ereb dixe şûna wan, li aliyê di Midûriyeta Perwerde ya Kerkûkê di 4’ê çileye de xwest ku li hemû dibistanên li Kerkûkê tenê ala Iraqê were daliqandin û têkildarî fermanê ji dibistanan kurd, tirkmen, suryan û ereban re nivîs şand. Li taxa Newrozê rewşa metirsyar berdewam dike û li aliyê din bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re hevdîtin tên kirin. 
 
Rojnamevan Birwa Asasd têkildarî geşedanên li Kerkukê axivî. 
 
TIRKIYE LI KERKUK’Ê RÊVEBERIYEKE BÊYÎ KURD DIXWAZE
 
Asaad bi bîr xist ku piştî hilbijartina Giştî ya Meclisa Iraqê tu kes bi tena serê xwe piraniya kursiyên meclise bi dest nexist û heya niha tenê 3 komên ereban di nava xwe de tifaqê ava kirine. Asaad da zanÎn ku hin komên tirkmenan li dijî kurdan dixwazin bi ereban re tifaqê bikin û got: “Ev tirkmen li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevdigerin û dixwazin polîtîkayên Tirkiyeyê li Kerkukê bidomînin. PDK jî li gel erebên sunnî yên şoven tevdigere û bi tirkmenên piştgiriya Tirkiyeyê dike re tevdigere. Ew dixwazin li Kurkukê rêveberiyekê ava bikin.” 
 
TAXA NEWROZÊ LI BER XWE DIDE
 
Asaad da zanîn ku li Kerkukê tevî PDK’ê dijberiyeke kurdan bi rêyên cuda tê domandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî tê zanîn taxa Newrozê ya li Kerkukê taxa kurdan e. Ji ber destketiyên kurdan ji dest bistînin dixwazin ereban li cihê ku kurd dijîn bi cih bikin. Artêşa Iraqê li gorî daxwazên erebên şoven tevdigere û taxa dagir dike. Heya niha nekarî vê yekê pêk bîne. Gelê Kerkukê, taybetî jî şêniyên taxa Newrozê li dijî vê yekê li ber xwe dide. Gel destûr nade ereban têxin xaniyên kurdan û rabû ser piya. Polîsê Kerkukê jî ket navbera gel û hêzên artêşê. Polîs ji bo ku gelê kurd biparêze taxê dorpêç kiriye.”
 
Assad destnîşan kir ku heya niha hevdîtinên di pêşengiya YNK’ê de hatine kirin de tu encam pêş neketin û wiha derbirî: “Hêzên artêşê hêj jî di nava taxê de ne. Berxwedana gel dagirkeriyê da sekinandin. Em li bendê ne ku di nava du rojan de encamek derbikeve. Ji ber ev tişta tê kirin ne dagirkirina arêşa Iraqê ye. Ev hêz li gora serê xwe dikeve taxê û dagir dike. Ev jî ne kareke qanûnî ye.” 
 
TIRK TIRKMENAN SOR DIKIN
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Asaad da zanîn ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe partiyên tirkmenan tîne cem hev û wiha derbirî: “Tirkiye dixwaze li gora daxwaza xwe rêveberiya Kerkukê diyar bike. Ev yek ne bi dilê gelê Kerkukê ye ne jî bi dilê tirmenan e. Ji ber ev sed sal in kurd, ereb, tirkmen bi awayeke aştiyane dijîn. Tirkiye dixwaze vê yekitiyê xera bike. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Berpirsê Eniya Tirkmenan Hesen Tûran re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtinê Tirkmen jî xwestin bi ereban re peymanê çêbikin. Tirkiye dixwaze li Kerkûkê rêveberiyeke girêdayî xwe ava bike. Vê yekê jî bi destê erebên şoven û PDK’ê dike. Taybetî jî YNK bi awayeke zelal li hemberî vê yekê derket. 
 
‘PDK DIBE KU DESTKETIYÊN KURDAN TUNE BIKE’
 
Asaad bilêv kir ku eger tifaka kurdan li Kurkukê ava nebe dê krîz kurtir bibin û got: “Li Kerkukê YNK 5, PDK jî 2 kursî stendin. Kursiyekê jî xiristiyanan bi dest xistin. Yê ku ji kotaya xirîstiyanan hatiye hilbijartin jî dê piştgiriyê bide YNK’ê. Eger PDK bi Tirkiye û erebên şoven re tevnegerê, dê kurd karibin  li Kerkukê reveberiyêkê ava bikin. Lê belê gotinek heye. PDK dixwaze bi tirkmen, erebên şoven re li hev bike. Dixwazin ku rêveberiyeke ku îradeya gelê kurd tune dihesibîne ava bikin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

07/01/2024
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!