Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e

img
ENQERE - Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di dewrê de be û wiha got: “Nabe ku ev welêt li ser yekperestiyê bê birêvebirin. Xweseriya Demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî sozek e.” 
 
Doza Kobanê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, bi parastina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam dike. Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Demîrtaş, got ku dê têkildarî tiştên di îdianameyê de cih negirtin û di dozê de li ser nehatiye axaftin biaxive. 
 
'TU TIŞTEK WEKÎ KU XUYA DIKE NÎNE’
 
Demîrtaş, bi gotina “em nîşeneyekê di dîrokê de binivîsin” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Duh min parastina xwe li ser esasê gotina ‘xwe bizane’ amade kiribû. Ez îro jî dixwazim li ser bingeha ‘tu tiştek mîna xuya dike nîne’ bidomînim. Beriya her tiştekî daneyên bi rêya hestan em bi dest dixin digihijin meşiyê me. Lê ne hestên me ne jî mejiyê me nikare tevahiya tiştên li cîhana derve diqewimin ragire. Bi sedî sed bixebite jî nikarin tenê tevahiya daneyên di yek temasê de derdikevin holê jî qeyd bikin. Lewma sergehiştina rastiyê ya têkildarî cîhana derve pir bisînor e. Em xwe weke qral dibînin û mirov jî weke navenda cîhanê dibînin. Lê dema mirov li cîhana derve, daneyan, agahî, pêşketina zanistî dinêrin, em tenê noqteyek in. Gelek caran dema bûyerên civakî û sosyal lêkolîn dikin, em gelek tiştan ferq nakin.”  
 
‘TIŞTÊN KU EM DIBÎNIN MUTLEQ NÎNIN’ 
 
Demîrtaş, destnîşan kir ku mimkin nîne ku di gerdûneke bêdawî de mirov xwedî tevahiya zanînê be û wiha pê de çû: “Dema min dest bi parastina xwe kirî agahiyên li gel min, bi van agahiyên li wê derê hanê disekinin bisînor man. Gelek kêm agahî gihiştin mejiyê min. Min nekarî tevahiya wan bigirim. Şert û mercên fîzîkî yên vê derê, şêweyê gihandina min tevek jî bi rola bêjingê rabûn û kirin ku kêmek ji van agahiyên rast bigihijin mejiyê min. Divê îdiayeke me ya weke ‘em xwedî agahiya kaînaetê ne ‘ nebe. Agahî, diherike û diguhere. Em tu caran bi temamî xwedî van daneyan tevekan bin. Em ji tiştê ku dibînin re dibêjin heqîqet, agahî lê ev tişt mutleq nînin. 
 
Li xwezayê tenê rengek heye ku ew jî ronahî ye. Lê em cîhanê reng bi reng dibînin. Em jî niha rengîn dibînin ji ber ku ronahî heye. Li gorî frekansa ronahiyê teyisîna her elementekê cuda ye û em bi vî awayî dibînin. Em her tiştekî rengîn dibînin. Lê her tişt bireng nîne. Her tiştek bêreng e. Tenê ronahî rengî ava dike. Li ser van her du agahiyan; em li gorî rengan li bûyerên sosyal û civakî nanihêrin. Her tiştê hûn dibînin xelet e. Tiştên ku îro ez ê di parastina xwe de qala wan bikim jî tiştên wiha ne. Halê rastiyê yê hatiye berevajîkirin e. Her kes li gorî kapasîteya xwe gihiştiye wê qenaetê. Meseleya xendekan jî wiha ye. Ev doz jî wisa ye. Rastiya ku şandeya we, dewleta ku me didarizîne, hikûmet û medya dibîne, rastî nîne. 
 
XWESERIYA DEMOKRATÎK
 
Berîqet û xendek hatin kolandin û pevçûn derketin. Û Demîrtaş jî ev yek parast? Ne wisa? Ne wisa ye. Em îdiaya xwe, îdianameya xwe derxin holê. Em sûcdar nînin. Sûcdarên din hene. Beriya her tiştekî, Xweseriya Demokratîk a ku bûye mijara sûcdarkirinê gelo çi ye, em bi vegotina wê dest pê bikin; gelo ma me ev li gorî serê xwe derxist? Ez dixwazim ku beyannameyên me bi bîra we bînim. Weke mînak; Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di sala 2010’an de belgeya helwestê weşand. Yek ji serenavên wê jî Xweseriya Demokratîk bû. Ka ez bo we dirêj dirêj bixwînim lê di bingeha xwe de tevlibûna gel a pêvajoya biryardayînê diparêze.”
 
Demîrtaş, broşurên ku perspektîfên Xweseriya Demokratîk a DTP’ê tê de cih digirin pêşkeşî şandeya dadgehê kir û wiha domand: “Ev xisûsên behsa xeberê, di bernameya hemû partiyên me yên hatine girtin û hatine guhertin de hebûn. Partiya me hate girtin lê sedema girtina wê ev xisûs nebûn. Piştre jî Partiya Aştî û Demokrasiyê hate avakirin. Me di hilbijartinên 2014’an de beyannameya hilbijartinê ya DTP’ê gund bi gund, tax bi tax belav kir. Heta dirûşma kampanyaya me jî ‘Bi Xweseriya Demokratîk ber bi bajarên azad ve’ bû. Ev dirûşma me nehate qedexekirin, nayê qedexekirin. Ne jî hat îllegalîzekirin. Me HDP ava kir. Ez bernameya me ji bo we bi vekirî bixwînim. Di partiya me de jî beşa Xweseriya Demokratîk heye. Xebatên jinan jî di serenavê xweser de cih digire. Di beyannameya hilbijartinên 7’ê hezîranê de jî bi heman awayî cih digire. Di hilbijartina 1’ê mijdarê yên piştî 7’ê hezîranê de jî serenavên zimanê dayikê, jinê û xweseriyê cih digirin. Me ji hilbijêran re vegotiye bê ka em çi dixwazin.” 
 
‘ME HER TIM XWESERÎ PARAST’
 
Demîrtaş, anî ziman ku wan her tim Xweseriya Demokratîk parastiye û wiha pê de çû: “Me heta îro jî parast. Bi awayeke sîstematîk bêyî ku tawîzekî bidin, me bernameyên xwe yên fikra siyasî parast. Me her tim xebatên jinan, xebatên zimanê dayikê parast. Me tevahiya bernameya parastiya xwe di qonaxên hilbijartinê de weke soza daye hilbijêrên xwe. Heke em li navendê bibin îktîdar, dê bi hêza xwe bikin. Di vê mijarê de me gelek kombexat li dar xistin. Lewma jî fikra xweseriyê jinişka ve bi berîqet û xendekan derneketiye holê. Di bernameya DEM Partiyê de jî heye. Lewma jî rast nîne ku xweserî weke xebatekî terorê bê dîtin. Niha jî em vegerin wê serdema berîqet û xendekan. Li wê derê ‘terorek’ heye an ‘terorek hatiye kirin’ em lê binêrin. Her wiha em mecbûr nînin bi dewletê bidin ecibandin. Em ji bo dewletê naaxivin.”
 
‘XWESERÎ MODÊLEKE RÊVEBIRINÊ YE’
 
Demîrtaş, anî ziman ku xweserî şêweyekî rêvebirinê ye û parastina wê jî dabeşkarî nîne û wiha derbirî: “Mirov dikare fikra Kurdistana serbixwe jî biparêzin û ev yek sûc nîne. Xweseriya Demokratîk çi ye? Modêleke birêvebirinê ye. Partiyek pergala serokatiya diparêz e û ya din pergala parlamenteriyê pêşniyar dike. Ev tevek jî di asta fikrê de tên nîqaşkirin. Hûn nikarin faşîzmê bidin ber hilbijartinê. Hûn nikarin cihêkariyê û dijminatiya li jinan biparêzin. Lê ji bo mîmariya dewletê hûn dikarin modêlan pêşkeş bikin. Weke mînak ji bo kesên pergala serokatiyê pêşniyar dikin her tişt serbest e. Lê çima parastina modêleke cuda dibe sûc? Ji ber ku Abdullah Ocalan û PKK’ê jî gotiye xweserî. 
 
EM Ê ÇAWA BI HEV RE BIJÎN?
 
Heke hay ji min hebe dixwazin bang li Abdullah Ocalan jî bikim; li gorî min divê bibêje du caran du dibe çar jî. Wê demê ka em lê binêrin bê ka dê dewlet vê agahiyê jî qedexe bike yan na! Şêweyê ketina meriyetê ya fikrekî girîng e. Heke hûn bi rêya tundiyê bixin meriyetê, wê demê hûn sûcdar dibin. Gelemperiya zanist û teknolojiya ku îro em bi kar tînin berhema cihûyan e. Niha şîrketên cihûyan tên protestokirin. Ka bila biçin rakêşê protesto bikin. Ka dê Kuantumê nas nakin û fezayê nas nekin. Ka binêrin dê çi bibe? Mesela li asansorê siwar nebin. Di dawiya dawî de berhema gawiran e. Yên ku mîkrofona li pêşiya we îcdar kirî nizanim li dijî we tirka ye yan na lê weke mînak wê jî bi kar neyînin. Weke mînak telefonê jî bi kar neyînin.
 
Ez bi tiştekî din bidomînim; parastina xîlafetê, parastina şerîetê sûc nîne. Li gorî min azadiya xweîfadekirinê ye. Bêguman dikarin biparêzin. Lê yên ku vê bi hîle û sûcan pêk tînin nikarin bikin. Kurdan sedsalan piştre fikrek nerderxistina holê. Hewl didin vebêjin. Dev ji wê berdin ku em bikarin li meclis û bi rêya çapemeniyê vebêjin, em neçar dimînin ku ji bo dadgeran jî vebêjin. Vaye navê vê pirsgirêka kurd e. Ez dikarim îro li naverasta Stenbolê xîlafetê biparêzim. Dê destê xwe bi serê min de bibin. Lê nikarim modêla rêvebirinê ya ku kurd diparêzin biparêzim. 
 
Baş e lê em ê çawa bi hev re bijîn? Destûra Bingehîn dibêje her kes tirk e. Dibêje; ‘Ji bilî tirkî nabe ku bi tu zimanên din perwerde were dayîn.’ 'Tu zimanên li derveyî wê dimînin zimanên dayikê nînin.’ Gelo dîroka me ya hevpar heye? Dibêje; ‘erê heye.’ Dibêjin ‘Em ji Asyaya Navîn hatine, dewleta me ya niha jî dewleta dawî ye. Vaye ji asenaya gur heta niha destan û serpêhatiyên me hene. Nirxên me yên hevpar ên ku me dikin milet hene.’ Ev tişt li me tên ferzkirin. 
 
EW KIRAS LI NÎVIYA KESÊN LI TIRKIYEYÊ DIJÎN TENG TÊ
 
Em nakevin nava vî kirasî. Ji bo ku em bikevinê pal didin me lê em nikarin bikevinê. Nîviya Tirkiyeyê nakevê. Ê nabe ma hûn çima didin zorê. Çerkesek an jî ermenek dikare bibêje ‘em tirk in’ em nikarin wan sûcdar bikin. Di vir de pirsgirêk tune ye. Lê di mijara kesên dibêjin ‘ez tirk nînim’ de pirsgirêk heye. Cihê kesên dibêjin ez tirk im li ser ser û çavê me heye. Em tiştekî ji tu kesekî re nabêjin. Lê dê çi bi min bibe, dê çi bi min ê ku dibêje ez kurd im bibe? Pirsgirêk ev e. Dê çi bi yên dibêjin ez kurd im, sosyalîst im, boşnak im, çerkez im bibe? Vaye Xweseriya Demokratîk ji bo van kesan pêşniyara çareseriyê ye. Bi Anatoliya, Mezopotamya û Trakyaya xwe Tirkiye cihekî pirçandî ye. Tu caran yekitiya xwe ya sosyolojîk pêk ne aniye. Yên ku li pey vê ketin jî komkujî kirine. Lê tu caran nebûye yekziman û yekmilet. 
 
HÛN NIKARIN BI YEKZIMANÎ BIRÊVE BIBIN
 
Ji bo jiyanê cihê herî guncav ev der e, hewzaya Nîlê ye. Jixwe mirovahî jî li vir belav bûye. Dema hêj cîhan yek parzemîn belav bûne û dema parzemîn ji hev veqetiyayîn jî ji hev cuda bûne. Cudahî çêbûn. Yên ku koçî bakur kirin rûçikê wan spî ma ye. Yên koçî başûr kirin jî ji bo bikarin jiyana xwe bidomînin û ji ber rojê rûçikê wan reş bûye. Lê şaristaniya ewil li vir hatiye avakirin. Cihê ku lê hatiye avakirin hewzaya Mezopotamyayê ye. 20 hezar sal berê navenda cîhanê ev der bû. Lê tu caran yekziman li vir serwer nebûye. Hûn nikarin erdnîgariya Anatoliyayê bi yekzimanî birêve bibin. 
 
Hûn nikarin niha bi yekzilamî birêve bibin. Hûn nikarin bi yekmiletî birêve bibin. Dê pirsgirêk derkeve. Hûn nikarin bi tu kesî bidin qebûlkirin. Dibe ku hûn bi kesên li eywanên danişînan disekinin bidin qebûlkirin. Lê hûn nikarin bi milyonan kesan, bi gel bidin qebûlkirin. Dê serî rake. Ji bo me çi lazim e, modêleke nû. Gelê kurd, siyaset û tevgera kurd bi salan li ser vê nîqaş meşand. Ev sedsal e nîqaşa vê dike. PKK xeleka vê ya dawî ye. Em dixwazin çareseriyekî peyda bikin û çareseriyê hildiberînin. Em dixwazin bi hev re bijîn. Lê weke mexdûr muxatabên me dibin dozger û dadger. Vaye ev pirsgirêk e. Navê wê jî pirsgirêka kurd e. 
 
JI BO TIRKIYEYÊ MODÊLA HERÎ GUNCAV XWESERIYA DEMOKRATÎK E 
 
Çima ji bo Tirkiyeyê modêla herî guncav Xweseriya Demokratîk e? Ji ber ku pêdiviyên herêmê her tim cuda ne, zû vedibin û zû ne. Cîhana me, cîhana daxwazan e. Ev daxwaz jî her tim diguherin. Lewma hemû welatên cîhanê neçar in ku modêlên rêvebirinê têxin meriyetê. Lê erdnîgariya ku herî zêde pêdiviya wê bi vê modêle heye, ev dere ye. Armanca ew e ku her kesî di çarçoveya rêgezên demokratîk de daxilî vê rêveberiyê bikin. Ji bo ku her kes bikare bibêje ‘ev dewlet, ev ala ya min e.’ Heke komeke bijare yan jî yekzilam birêve bibe, wê demê rikberî çêdibe. Bala xwe bidin ser, rikberî weke tirk û kurd çênabe. Weke îktîdar û muxalefet çêdibe. Dê dabeşî du parçeyan bibe. Şaredariyeke me hebû dê ev modêl bixista meriyetê lê qeyûm lê hate tayînkirin. Heta qeyûm li keyayan jî hatin tayînkirin. 
 
HEKE LI YOZGATÊ DEMOKRASÎ NEBE EM NIKARIN ARAM BIJÎN 
 
Tu mekanîzmayên rêveberiyên herêmî nikarin zextê, mezinahiyê li ser yeke din bikin. Divê peywirên wan wekhev bin û ev wekhevî di destûra bingehîn de bên mîsogerkirin. Divê li gorî nasnameyê bin. Em vê pêşniyar dikin. Weke mînak, dikare herêmeke federal jî bê pêşniyarkirin. An jî serxwebûn. Lê belê em dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve. Ji hêla siyasetê ve ya rast ev e. Lê herî zêde ji hêla exlaqî ve ev rast e. Lewma hûn neçarin daxwaza demokrasiyê bikin. Heke li Yozgatê demokrasî nebe, em nikarin bi aram bijîn. Lewma jî divê li ser esasekê berfireh divê li Tirkiyeyê em vê pêk bînin. Em vê diparêzin. 
 
DIVÊ MECLISÊN GEL Û MECLISÊN ŞAREDARIYAN HEBIN 
 
Divê polîtîkayên giştî yên edalet, ewlehî û ewlehiya sînor di destê parlamentoya navendî de bin. Divê biryarên meclisên herêmî di bin venêrîna dadgeha destûra bingehîn de bin. Bêguman ez qala destûreke bingehîn a azadîxwaz dikim. Divê ev bi hilbijartinê bên û bi hilbijartinê biçin. Divê meclisê şaredariyê û yên gel ji hev cuda bin. Divê walî bi hilbijartinê bê peywirdarkirin. Divê zimanê fermî yê hemû herêmên xweser tirkî be lê kîjan herêm bixwaze dikare zimanên fermî yên duyemîn û sêyemîn jî bi kar bînin. Li gel tirkî, heke Trakya bixwaze boşnakî bibe zimanê fermî, ma dê zirara vê bigihije kê? Weke mînak ma heke li Kurdistanê kurdî bibe zimanê duyemîn ê fermî dê zirarê wê bigihije kê? Li Hindistanê bi dehan zimanên fermî hene. Li gelek welatên Ewropayê jî bi heman rengî zimanên cuda yên fermî hene. 
 
JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA SEDSALÎ SOZEK E 
 
Em tirkî jinûve pênase bikin an jî bibêjin tirkiyeyî. An jî heke hûn bixwazin em sed salan bibêjin kurd. Tirk çi ye em di destûra bingehîn de pênase bikin. Em wisa bibêjin ku di vê destûra bingehîn de zimanê hemû nîjadan zimanê hevpar ê destûra bingehîn e. Destûra bingehîn a hemû rêveberiyên herêmî û navendî ye. Wê demê ev pirsgirêk nabe. Gelo ev pêkan e? Em dikarin tirktiyê ji nasnameya nîjadîbûnê derxînin û bixin vî halî. Miletekî bi navê tirk heye. Dîroka wan heye. Bila ev bimînin. Ne neteweya yekperest, neteweya pirçandî û pirzimanî dibe. Em jî ji vê re dibêjin neteweya demokratîk, xweserî. Pêşketina demokrasiya sivîl bi meclisên herêmî û gundan dikare were avakirin. Mirov diçin mescîdê û cemxaneyê. Bi heman awayî dê biçin van meclisan jî û hilbijartinê bikin. Dê biryarên xwe bibin meclisa jortir û bersiva daxwazên xwe wergire. Dê demokrasiya yekser ku mirov rûyê hev dibînin û bi hev re yekser di nava têkiliyê de pêş bikeve. Dê gel dest bi xwebirêvebirinê bike. Êdî dê xelkê wê derê bi xwe biryarê bide bê ka dê parkek an jî kanalîzasyonek li wê taxê bê çêkirin an na. Heke meclis an jî hikûmet biryara vê bide, ev yek xelet e. Xweseriya Demokratîk, soza bidawîkirina pirsgirêka kurd a sedsalî ye. 
 
DIVÊ ABDULLaH OCALAN DI DEWRÊ DE BE 
 
Me tu caran ev yek bi zordestiyê ferz nekir. Heke em hikûmet bûna; dê me ev mijar bibira referandûmê. Weke kurdan em teklîfa xwe dikin; werin em pirsgirêka kurd a sedsalî bi dawî bikin. Divê Abdullah Ocalan di dewrê de be. Tu bi kê re şer bikî dê bi wî re aştiyê bikî. Du caran du dibe çar. Heke şerê te bi PKK’ê re be tu nikarî bi ETA’yê re muzakereyan bikî. Ma wiha dibe? 
 
Xweseriya Demokratîk bi lihevkirinê dibe. Bi çek, xendek û berîqatan nabe. Ji roja ewil heta niha ez vê yekê diparêzim. Xweseriya Demokratîk bi zora çekê nabe. Tenê bi qanehbûnê dibe. Tiştekî zehmet nîne ku em bi hev re bijîn. Tişta ku Abdullah Ocalan dixwest pêk bîne jî ev bû. Bi siyaset û muzakereyan. Kê çi kiribe û çima kiribe dikarin ew bi xwe vê yekê îzeh bikin. 
 
NEDIXWESTIN EM DENGÊ XWE DERXÎNIN 
 
Em li axaftinên min ê wê demê binêrin. Em têkildarî encamên daxuyaniyên Bahçelî û Erdogan û mudaxileyên dewletê axivîne. Ya ku ji me dihat xwestin ev bû; dengê xwe ji bo tiştên hikûmet dike dernexînin. Heke li rexekî dewlet û li rexa din rêxistin hebe, tu ji dewletê dixwazî ku li gorî hiqûqê tevbigere. Weke parlamenterek ma tu dê mafên mirovan ji kê bixwazî? Sedema hebûna dewletê jî ev e. Dewletê wê demê çi kir? Di îdianameyê de ev tune ye. Beriya wê me çi kir ez ê wê vebêjim. Rastiya di vir de jî wekî ku xuya dike nîne. Ev operasyoneke binhişê ye. Li çendek navçeyan xweserî hate ragihandin. Ciwanan nedixwestin polîs bikevin navçeyan. Di destê wan de çek tune bûn. Di destpêkê de wiha bû. Me jî gotiye; ‘hûn diçin didin ber coopan, zextê lê dikin, digirin. Ma heke xendekan nekolin dê çi bikin.’ 
 
GEL DIXWEST LÊ ME NEKARÎ SER BIXIN 
 
Wê demê pevçûn hêj dest pê nekiribûn. Wê demê me şandeyek şand. Altan Tan ê ku îro li pişt me diaxive, Sirri Sureyya, Pervîn Buldan û Hatîm Dîcle me şandin herêmê. Li herêmê ketin û derketin di meriyetê de ye. Em hevdîtinan dikin. Me karîbe xwe gihandibe kê me jê xwest ku vê rewşê bi dawî bikin. Weke mînak li Farqînê di serî de Nîmetûllah Erdogmuş û Altan Tan çûn walîtiya Amedê. Waliyê Amedê jî got ku heke ciwan bixwazin ji wir derkevin, dê di vê mijarê de tişta ji dest tê bike. Wî jî got; ‘dixwazim fermandaran qaneh bikim.’ Ji bo bidawîkirina pevçûnan. Ji bo lihevkirineke wiha tişta ku ji destê me dihat me dikir. Me hevdîtinên xwe wan jî yên xwe kirin. Lihevkirinek çêbû û şevekê qedexeya derketina kolanan hate rakirin û koma li Farqînê ji wir derket. Wezîrê karên hundir ê wê demê û walî bi vê rewşê dizanin. Piştre jî me heman tişt hewl das li Geverê pêk bînin. Ji ber ku gel dixwest. Lê me nekarî. 
 
BILA EFKAN ALA DERKEVE Û BIAXIVE
 
Ji Şirnexê sercerdevanek hat. Digot ku li Qendîlê bi kesên payebilind re hevdîtin kiriye. Hatibû Enqereyê. Sirri Sureyya Onder ji me re got. Wê demê çû cem misteşarê ewlehiyê yê wê demê Muhammet Dervîşoglû. Jê re got; ‘Ev sercerdevan wiha dibêje.’ Got ku li Şirnexê dikare operasyon bên sekinandin. Wan jî ev mijar cidî girtin dest û rojekê pê re mijûl bûn. Qedemeyeke artêşê xitimî. Di nava PKK’ê de xitimî. Me dixwest derkevin. Me dixwest ku artêş destûrê bide lê me nekarî vê pêk bînin. Me herî zêde ji bo Sûrê hewl da. Wezîrê karên hundir ê wê demê Efkan Ala bila derkeve û biaxive. Bê ka me çiqas hewl da? Ez çûm Qendîlê. Min nekarî xwe bigihînim lê min xwest bi rêya navbeynkaran soz bigirin. Ji bo ku ji wir derkevin. 
 
JI KONTROLA DEWLETÊ DERKET
 
Partiya me di vê çarçoveyê de dixebitî. Hatin û çûnek çêbû û di dawiya dawî de qaneh bû. Ji ber ku me qebûl nedikir. Me ji hikûmetê re jî got ku dê ew jî bangawaziyekê bikin. Me heman soz ji hikûmetê jî girt. Min hewl da axaftineke di cih de bikim ku her du alî jî pê neşikên.  Min hewl da bi rêya siyasetê vê mijarê çareser bikim. Dewletê dizane bê ka min çi axaftin kir û çima kir. Lê belê medyayê ev axaftin wisa guherand ku siyasetmedaran gotinên gelek nebaş kirin.  Efkan Ala, Kemal Kiliçdaroglû, Erdogan tevekan jî axaftinên wisa hişk kirin. Di nava du rojan de ji Qendîlê jî daxuyaniyeke wisa hişk hate kirin. Bawerim wan jî gotin; ‘Demîrtaş em xapandin.’ Piştre jî veguherî rewşeke ku ji bin kontrola hikûmet û dewletê derketî. 
 
SÛCDAR BÛN KURD 
 
Fermandar, walî û heta yekemîn berpirsyarê kesên di dema xwerêveberiyan de li Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Colemêrgê operasyon li dar xistin, piştre ji darbeyê hatin girtin. Me hewl dida fêm bikin bê ka çima her ku em hewl didin çareser bikin wiha dixitime. Me piştî darbeyê fêm kir. Ji ber ku hewl didan pêşiya darbeyê vekin. Hewl didan dîmenekî weke ku ‘dewlet dabeşî du parçeyan bû’ biafirînin û darbeyê pêk bînin. Ji bo vê jî kurd hatin sûcdarkirin. Di destê ciwanan de tenê çek nebûn. Lê tu bi tank û helîkopteran derdikevî pêşiya wan. Me wê demê jî got; ‘tu çawa tiştekî wiha didanî pêşiya wan?’ Tu çima bajarekî hildiweşînî? Ez vê pirsê dikim. Lê ji min re gotin tu xwedî li terorîstî derdikevî. Yaw ma mirov bi helîkopterê mudaxileyî taxekî biçûk dike? Îcar li dijî komeke biçûk a asê mayî. Dewletê çima ev yek kir sedemên wê piştre derketin holê. Haya Devlet Bahçelî û Erdogan ji vê hebû. 
 
BAHÇELÎ GOT ‘BILA KEVIR LI SER KEVIRÎ NEMÎNE’ 
 
Devlet Bahçelî ji bo Nisêbînê got; ‘bila ser li ser milan, kevir li ser kevirî nemîne.’ Gelo ma ev ne bangawaziya ji bo tundiyê ye? Îcar vê daxuyaniyê û yên me bidin ber hev. Gelo daxuyaniyên me yan yên vî teror e? Vaye teror ev e. Daxwaza bêyî ferq û cudahiya bixin navbera sivîlan hilweşandina wê derê. Erdogan jî du roj piştî Bahçelî daxuyanî da û serokkomarê welêt xwest ku ji dûr ve top bên avêtin. Heta nîqaş li ser hate kirin bê ka çima F-16 nayên bikaranîn. Heman tiştê îro li Xezeyê tên kirin, wê demê li wir hatin kirin. Em jî ji ber vê tên darizandin. Çima dozger axaftinên Bahçelî, Erdogan û Davutoglû naxîne nav îdianameyê? Me mafê jiyanê yê gelê kurd parast. Axaftinên min ên di îdianameyê de li wir in. Ez axaftinên xwe yên ne di îdianameyê de ji we re bixwînim. Me biryarek da û got ku dê di îlonê de li hemû deverên qedexe lê hatine ragihandin mitîngê li dar bixin. Em çûn her deverê û me ji bo bêdengkirina çekan bang kirin. Çima ev di îdianameyê de cih nagirin? Me banga ‘bila tilî li ser tetîkê rabin’ kirin. Dema me ev digot, hema hema çêr li me dikirin. Me banga muzakereyan dikir. Lê digotin ‘bi terorîst re muzakere nabe.’ Lê sê salan kirin ma ne wisa bû?”
 
Demîrtaş pişter jî xwest ku ji bo danişînê navber were dayîn. Dadgehê jî navbera da. 
 

Sernavên din

04/01/2024
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû