Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê

ŞIRNEX - Parêzer Huseyîn Tul ku parêzeriya kesên di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatine qetilkirin dinêre, diyar kir ku dê dosyaya 13 kesên hatine qetilkirin û AYM’ê ji bo wan “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” dabû bibin DMME’yê. 
 
Di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kes hatibûn qetilkirin. Qedexe, 79 rojan berdewam kir û piştre jî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bo darizandina kujeran serî li rêyên hiqûqî dan. Serlêdanên malbatan ên ji bo dadgehê herêmî bi hinceta “hewcehî bi şopandinê nîne” hatin redkirin. Îtîrazên li dijî vê biryarê hatine kirin jî bêencam man. Piştre jî malbatan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û ev serlêdan 8 sal piştre yek bi yek hatin redkirin. Xizmên kesên hatine qetilkirin niha jî dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). 
 
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Tul ku dosyayên birine DMME’yê dişopîne, têkildarî pêvajoya hiqûqî axivî. 
 
‘TU RÊYÊN HIQÛQA NAVXWEYÎ NEMAN’
 
Tul, diyar kir ku ji ber sedemên “Binpêkirina azadî û ewlehiya kes”, “qedexeya miameleya xerab”, “binpêkirina mafê rêzgirtina li hemberî jiyana taybet û jiyana malbatê” û “binpêkirina azadiya ol û wijdanê” serî li AYM’ê dabûn û wiha got: “AYM’ê di tîrmeha sala 2022’yan de têkildarî dosyayên Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Benzer û Bîşeng Kolanç biryar da. AYM’ê ev serlêdan red kir û got ku tu mafên destûra bingehîn nehatine binpêkirin. Me jî serî li DMME’yê da.” 
 
AYM’Ê GOT ‘BIKARANÎNA HÊZA KUŞTINÊ MECBÛRÎ YE’ 
 
Bi domdarî Tul da zanîn ku di demên cuda yên di mehên dawî de AYM’ê têkildarî serlêdanên ji bo dosyayên Rûken Alpaslan, Ramazan Bîrîman, Ramazan Aydin, Serhat Altun, Mehmet Kaplan, Nizar Isirgan, Erdal Kar, Selîm Turay, Cengîz Sansak, Mehmet Ozkul, Huseyîn Kayaalp, Kenan Adiguzel û Zekî Acar jî biryar daye û wiha pê de çû: “AYM’ê ji bo dosyayên van jî biryara; ‘mafê jiyanê nehatiye binpêkirin, lêpirsîneke bibandor hatiye meşandin, bikaranîna hêza kuştinê mecbûrî bû, mimkin nîne ku peywirdar bên tespîtkirin û tu mafên destûra bingehîn nehatine binpêkirin’ da.” 
 
‘DI BIRYARAN DE ALIYÊ POLÎTÎK DIYARKER E’ 
 
Di berdewamê de Tul anî ziman ku biryarên AYM’ê ji hiqûqê dûr in û tu eleqeya xwe bi mafên mirovan re nîne. Tul, got ku biryar li gorî meyla polîtîk hatine dayîn û ev nirxandin kir: “Dema mirov li hinceta biryaran dinêre, îdiayên serlêderan jinedîtî ve hatiye û îdiayên dewletê esas girtiye. Bi vê yekê re binpêkirinên giran rewa kiriye.” 
 
DÊ 13 DOSYAYAN BIBIN DMME’YÊ
 
Tul, destnîşan kir ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî li wan hatin girtin, wan dosya birine DMME’yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo 6 dosyayan serî li DMME’yê dabû. Piştî biryara AYM’ê ya derheqê 13 dosyayên din de, êdî ji bo me rêya DMME’yê vebû. Li ser navê serlêdaran em ê di demekî herî nêz de ji bo 13 dosyayan serlêdanê bikin. Em nizanin bê ka dê derheqê van dosyayan de DMME biryareke çawa bide. Lê ji bo ku hesaba van binpêkirinên giran ên di dema qedexeya derketina kolanan de were pirsîn, em ê vê pêvajoyê bişopînin.” 
 
DOSYAYA BIRAYÊN OZKUL LI AYM’Ê YE
 
Yek ji malbatên ku ji bo xizmên xwe yên di dema qedexeya derketina kolanan de hatine qetilkirin têkoşîna hiqûqî dimeşînin jî malbata Ozkul e. Star Ozkul (19) û kekê wî Mehmet Ozkul (26) di jêrzemîna duyemîn a Cizîrê de hatibûn qetilkirin û dosyayên wan birin AYM’ê. Dosyaya Star Ozkul hêj jî li AYM’ê ye û li benda biryarê ye. Dosyaya Mehmet Ozkul jî di 20’ê mijdara 2023’yan de hate bersivandin û redkirin. 
 
‘TEKANE DAXWAZA ME DARIZANDINA KUJERAN E’ 
 
Bav Selîm Ozkul bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha got: “Em ê dosyayê bibin DMME’yê. Me amadekariyên xwe yên ji bo serlêdanê temam kirin. Kurê min Star hêj nû nîşana xwe kiribû. Me amadekariyên dawetê dikir. Li navçeyê qedexe hate ragihandin. Mirada kurê min hasil nebû. Zarokên me sivîl bûn. Wê demmê zilm û neheqiyeke mezin dihat kirin. Her dever didan ber tank û topan. Jin, mer, zarok û pîr li her kesî dixistin. Malên xelkê bi serê wan de hildiweşandin. Gelek kes di bin kavilan de man. Dewletê zarokên min kuştin lê vê qebûl nakin. Dixwazim berpirsyar bên cezakirin da ku êdî vê zilmê tu kesên din nekin. Dewlet qebûl neke jî em bi rastiyê dizanin. Em bimrin jî heqîqet dê neyê jibîrkrin. Divê her kes xwedî li vê heqîqetê derkeve û têbikoşe.” 
 
MA / Omer Akin 
 
 

Sernavên din

04/01/2024
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû