Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne

img
MELETÎ - Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê ketin sala nû, dixwazin tavilê pêdiviya wan a xaniyan bê çareserkirin.
 
Di erdhejên navenda wan Mereş ên 6’ê Sibata 2023’yan de yek ji bajarên herî zêde bibandor bû jî Meletî ye. Li gor daneyên fermî, di erdhejê de li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran avahî li bajar hilweşiyan û ji bo 36 hezar avahiyan jî biryara hilweşandina lezgîn hate dayîn. Li bajar hêj jî xebatên hilweşandinê didomin û yek ji pirsgirêkên sereke yên mexdûrên erdhejê jî xanî ne. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê ev pirsgirêk hêj jî nehatiye çareserkirin. 
 
Piştî erdhejê, li Meletiyê li 74 noqteyan konteynir hatin danîn ku hejmara wan 28 hezar û 643 ye. Piraniya mexdûrên erdhejê tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê jî di konteyniran de dimînin. Ne diyar e bê ka dê xaniyên soza wan hatiye dayîn kengî radestî mexdûrên erdhejê bên kirin. 
 
Mexdûrên erdhejê yên di bjararê konteyniran a li navçeya Çirmikê ya Meletiyê dimînin, diyar kirin ku ew dixwazin di demeke herî kin de derbasî xaniyan bibin.
 
'DEMA CEYRAN DIÇE EM DIQERISIN’
 
Ji mexdûrên erdhejê Azîze Aydin (45) jî di konteynirê de dimîne. Dema baran dibare, konteynira wê dilop dike û setil daniye ber dilopan. Aydin, ji ber zehmetiyan bi gilî û gazinc e. Aydin, diyar kir ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiye xaniyê wan û ev tişt anî ziman: “Tevî hevjîn û du zarokên xwe di konteynirê de dimînim. Kirê pir biha ne lewma em nikarin xanî bigirin. Konteynir bi têrî me nakin lê ji neçarî li vir dimînin. Dema ceyran diçe jî em li vir ji serma diqerisin. Gelek pirsgirêk hene. Av diherike nava konteyniran. Em dixwazin xaniyekî me hebe. Divê dewlet alîkariyê bide. Dê xaniyan jî bi deyn bidin. Em ê 20 salan deyndar bin. Nizanim em ê bikarin wî deynî bidin an na.” 
 
'XANIYAN BI DEYN DIDIN'
 
Hasan Bozduman (58) jî anî ziman ku ew dixwazin demildest derbasî malan bibin. Bozduman, diyar kir ku ew sê kes di konteynirê de dimînin û wiha got: “Kar tune ye lewma em nikarin bixebitin. Ji ber vê yekê em nikarin avahî kirê bikin. Dibêjin dê xanî bên çêkirin lê nediyar e dê kengî radest bikin. Jixwe bi deyn didin. Me zirareke mezin dît. Nizanim em ê deynê xwe çawa bidin.” 
 
Yek ji mexdûrên erdhejê jî 65 salî Mesût Îlhan (65) e. Avahiya wî di erdhejê de hilweşiyaye û niha tevî bi hevjîna xwe re di konteynirê de dimîne. Îlhan, got ku nexweşiya dil a hevjîna wî heye û lingekî wî jî seqet e. Îlhan, wiha pê de çû: “Hema bila xanî be, xaniyê gund jî be ne xem e. Ji bilî xanî tu pêdiviyên me nînin. Me serlêdana xanî kiriye lê em nizanin dê kengê bê dayîn."
 
'EM NIZANIN DÊ HETA KENGÊ DI KONTEYNIRAN DE BIMÎNIN'
 
Alî Îhsan Batar (69) ê ku ji ber erdhejê mala wî hilweşiyayî û tevî temenê xwe yê mezin bi hevjîn û zarokekî xwe re di konteynirê de dimînê jî pirsgirêk û daxwazên xwe wiha anî ziman: "Konteynir weke xanî nabin. Zehmetî û pirsgirêkên konteyniran pir in. Lê tiştekî ku em bikin tune ye. Me ji bo xanî serlêdan kiriyê lê dê kengî bidin nizanim. Hejmara me kêm e lewma konteynir bi têrî me dike lê malbatên 3 zarokên wan hene zehmetiyan dikişînin. Em nizanin dê heta kengî di konterniran de bimînin."
 
'DIVÊ JI BO KESÊN DI KIRÊYAN DE JÎ ÇARESERIYEKÊ PEYDA BIKIN’
 
Erdal Aluç (38) jî tevjî hevjîn û 3 zarokên xwe di konteynerê de dimîne. Aluç, got ku di dema erdhejê de di xaniyekê kirêgirtî de dima û xesareke mezin gihiştiye xanî. Aluç, anî ziman ku neçar ma ye niha di konteynirê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet ji bo kesên di kirê de diman jî çareseriyekê peyda bike. Konteynir ji bo me gelekî teng e. Ji ber ku zivistan e em nikarin zarokan jî derxin derve. Konteynir ji bo mayîna demdirêj ne guncav in. Ji ber ku ez kirêdar im, ji me re xanî nayê çêkirin. Em dixwazin di TOKÎ’yê de ji me re jî mafê xanî bê dayin.”
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

04/01/2024
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû