Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire

  • rojane
  • 09:15 28 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Rojnameger Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku tevî Tirkiye êrişî nexweşxane, binesaziya herêmê û welatiyên sivîl dike jî, qada navneteweyî li dijî van êrişan dengê xwe dernaxîne û got ku Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hezê digire û êrişên bi vî rengî pêk tîne.  
 
Piştî ku leşkerên Tirkiyeyê di şerê li Herêma Kurdistana Federe de hatin kuştin, Tirkiye ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike careke din berê xwe da herêmê. Êrişên Tirkiyeyê ku di 25'ê Kanûnê de dest pê kirin, heta niha binêsaziya herêmê, îstasyonên petrolê û gelek cihên welatiyên sivîl hatin hedef girtin. Di encama êrişan de heta niha 8 welatî hatine qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne. Di êrişên Tirkiyeyê de ku li bajarên Kobanê, Qamişlo, navçeya Amûde û Şehbayê didomin, heta niha fabrîqeyên zeytûnan, fabrîqeyên êm, eywanên dawetê, depoyên pembû, nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û gundan hatine bombebarankirin. Tevî ku Tirkiye bi êrişên li ser nexweşxane û binesaziya herême sûcê li dijî şer pêk tîne jî hezên garantor ên herêmê û qada navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng in. Her wiha welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan.  
 
Nivîskar û Rojnameger Lezgîn Îbrahîm ku li herême dixebite, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê, bêdengiya qada navneteweyî û geşedanên dawî yên li herême ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
'TIRKIYE SIYASETA QIRKIRINÊ DIMEŞÎNE'
 
Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku Tirkiye li dijî gelê herêmê siyaseta qirkirinê dimeşînê û got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne. Lê dema em li êrişên Tirkiyeyê yên demên dawî dinêrin bi taybet êrişî binesaziyên herêmê dike. Niha jî stasyonên ku pêdiviyên jiyanî yên gelê herêmê  û saziyên sivîl hedef digire. Yanî siyaseteke qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Ji ber ku Tirkiye bi êrişên leşkerî yên bejahiyê nikare tiştekî bi dest bixe, bi êrişên vî rengî dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike û gelê li vir ji aliyê aborî û jiyanî ve di nav xetereyê de bihelê û gelê li vir koçber bike."
 
NEXWEŞXANE HEDEF HATIN GIRTIN
 
Îbrahîm bi domdarî diyar kir ku Tirkiye êrişî nexweşxaneyan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Qamişloyê û navçeyên wê pêk hatin. Cihên ku hatin bombebarankirin jî piranî îstasyonên sotemenî, depoyên xwarinê û nexweşxane ne. Li Qamişlo û Kobanê nexweşxane hedef hatin girtin. Li Qamişloyê 2 nexweşxane hedef hatin girtin û ji van nexweşxaneyan yek jê jî ya koronayê û yek jê jî ya şûştina gurçikan bû ku nû hat vekirin û yekemîn car li herême hatiye vekirin. Li Kobanê jî nexweşxaneya ku bê pere welatiyan derman dikir hedef hat girtin. Li Qamişloyê li gor agahiyên ku me bi dest xistiye li ser rê ya Amûdê îstasyonek hedef hatibû girtin û rewşa awarte jî hê berdewam e."
 
BÊDENGIYA HEZÊN GARANTOR
 
Îbrahîm destnîşan kir ku sedema êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkçûyîna wê ye û wiha got: "Dema merîv li rengê êrişan dinêrê cihên ku hedef tên girtin merîv dizane ku dewleta tirk ketiye tengasiyê. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê ji ber ku nikarin bi ser bikevin û darbeyên mezin xwarin û nikare li wir bi ser bikeve berê xwe dide Rojavayê. Baş xuya dike ku lawazbûnek di dewleta tirk û arteşa wê de heye. Nema dikare tiştekî bike, êrişên hovanê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne."
 
Îbrahîm bal kişand ser bêdengiya hezên garantor ên li herêmê û qada navneteweyî jî û wiha pê dê çû: "Dewletên navneteweyî ku ketine herêmê, çi Rûsya be çi DYA be hemû ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne û di nav wan de jî nakokî hene. Tirkiye jî ji vê yekê sûd digire û êriş dike. Hezên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe rê li ber êrişên bi vî rengî yên Tirkiyeyê nagire. Car din jî Tirkiye ji şerê cihanê yê di navbera Îsraîl û Xezayê, Rûsya û Ûkraynayê de sûd digire ku dinya bi van ve mijûl e. Tirkiye jî sûdê ji vê digire û êrişên xwe yên bi vî rengî pêk tînê." 
 
'TIRS ŞIKEŞTIYE'
 
Îbrahîm anî ziman ku armanca Tirkiyeyê bi êrişên li binesaziyê valakirina herêmê ye û got ku welatiyên herêmê jî berovajî armanca Tirkiyeyê li qadan li ber xwe didin. Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Gelê herêmê jî armanca Tirkiyeyê baş fehm kiriye. Gelê herêmê bi helwesta xwe li dijî van êrişan derketin qadan û ev êriş şermezar kirin. Yanî Tirkiye bi êrişên xwe nikare tirsê bixîne nava gelê herêmê. Êdî tirs li herêmê hatiye şikandin. Dema tirs bê şikandin welatî çareseriyê ji koçberiyê nabînin û berxwedanê didin ber çavan. Jixwe piştî êrişan hemû qadên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hemû welatî daketin qadan û ev yek şermezar kirin. Ne tenê kurd, kurd ereb, suryan û tirkmen bi hev re ev yek şermezar kirin. Di dema merasîma şehîdên Qamişlo de jî ev peyam dan ku tu bi kuştinê nikarê me qîr bike û hezên me bişkînê. Em dikarin bêjin ku hemû pêkhateyên herêm armanca dewleta tirk fehm kirinê û berovajî armanca Tirkiye hemû daketin qadan û ev yek jî peyamek li dijî êrişên Tirkiyeyê bûn." 
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN ÎSRAÎL DERBAS KIRINÊ'
 
Îbrahîm bi bîr xist ku di şerê navbera Îsraîl û Filistînê de hikûmeta Tirkiyeyê dewleta Îsraîlê ji ber êrişên li nexweşxaneyan şermezar dikir û got ku êrişên Tirkiyeyê li herême yên Îsraîlê derbas kirine. Îbrahîm bi lêv kir ku Tirkiye hêze ji bêdengiya qada navneteweyî digire û axaftina xwe wiha domand: "Di dema şerê Îsraîl û Fîlistînê de rêveberên hikûmeta Tirkiye û Serokkomarê wê derdiketin digotin, 'Îsraîl nexweşxaneyan û binesaziyê bombebaran dike û divê hesab bê pirsîn.' Lê dema em êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin ber hev ne tenê binesazî û cihên welatiyan hedef tên girtin, av li ser welatiyan tê qutkirin. Ev hemû êrişên li dijî mirovahiyê ne. Mixabin Erdogan jî ji bêdengiya qada navneteweyî sûd werdigire û êrişên xwe dimeşîne. Ji ber ku cîhan bêdeng e, ev êrişên li dijî mirovahiyê berdewam dikin."
 
'DIVÊ JI QADA NAVNETEWEYÎ DENGVEDANEKE XURT DERKEVE'
 
Îbrahîm diyar kir ku ji bo pêşî li êrişên Tirkiyeyê bên girtin divê di qada navneteweyî de dengvedaneke derkeve û wiha lê zêde kir: "Divê saziyên mafê mirovan ku li herêmê ne êrişên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê ragihînin qada navneteweyî. Her wiha divê dîplomasiyeke xurt li qada navneteweyî bê meşandin ku êrişên Tirkiyeyê yên li herême bên rawestandin. Tirkiye dema êriş dike dibêje ez êrişî li cihên leşkerî dikim, lê her kes dizane ku Tirkiye êrişî welatiyan dike. Divê ev yek zêdetir bê belav kirin ku rê li pêş van êriş û siyasta qirêj a Tirkiyeyê ya li ser herême bê girtin. Di qada navneteweyî de jî divê bertekek tund li dijî êrişên Tirkiyeyê bê nîşan dan ku êdî ev herêm bê parastin û gel bikare li ser axa xwe bijî." 
 
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li dijî êrişên Tirkiyeyê amade ye û got: "Di êrişên dawî de, li gel ev qas zirarê jî Rêveberiya Xweser di demeke kurt de binesaziya herême ji nû ve ava kir. Rêveberiya Xweser bi her awayî ji van êrişan re amade ye û amadekariyên wê li dijî van êrişan heye."
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 
 

Sernavên din

31/12/2023
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn
10:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32’yan de ye
10:14 Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin
09:56 Wezareta Dadê pêwîstî pê nedît ku dosyeya Roboskê bibe Dadgeha Bilind!
09:21 Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome
09:20 Keça girtiyê nexweş Çam: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:15 Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire
09:09 Parêzer Karataş: Divê dengê Ocalan bigihije raya giştî